PAK û PSK: 'Platformên Namzetên Serbixwe yên Welaperwer û Demokrat dê were avakirin'

PAK û PSK: 'Platformên Namzetên Serbixwe yên Welaperwer û Demokrat dê were avakirin'

PAK û PSKê ragihand, di rojên pêş de, ji bo avakirina Platformên Namzedên Serbixwe yên Welatper û Demokrat, dê li gel partiyên siyasî, dezgehên sivîl û kesayetên welatperwer û demokrat muhaweleyeke berfireh dest pê bikin.

A+A-

Weke tê zanîn Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) roja yekşemê 11ê Mijdarê, Komxebateke bi navê 'Di Hilbijartinên Herêmî de alternafîfa Neteweyî û Demokratîk' li dar xistibû û ji bo hilbijartinên herêmî digel partiyî û kesayetên serbixwe yên ji siyasetmedar, karmend, nivîskar û rewşenbîrên navdar ên ji 90 kesî zêdetir pêkhatî şêwirîbû.

Îro 13ê Mijdarê, PAK û PSKê biryarnameya wê komxebatê belav kir û got, di rojên pêş de, ji bo avakirina Platformên Namzedên Serbixwe yên Welatperwer û Demokrat, dê ligel partiyên siyasî, dezgehên sivîl û kesayetên welatperwer û demokrat muhaweleyeke berfireh dest pê bikin.

Biryarnameya ku hatî belavkirin wisa ye:

"Di hilbijartinên herêmî de hewcedariya gelê me; alternatîfeke neteweyî û demokratîk e

 

Hilbijartinên herêmî, yên ku dê di 31ê Adara sala 2019an de pêk bên, yek ji rojeva siyasetê ya sereke ye. Em wek Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) hilbijartinên herêmî girîng dibinin.

Wek destpêka amadekirîya vê pêvajoyê me herdû partiyan, li Amedê, di roja 11yê Mijdara 2018an, Komxebata 'Di Hilbijartinên Herêmî de Alternatîfa Neteweyî û Demokratîk’ li dar xist.

Komxebata 'Di Hilbijartinên Herêmî de Alternatîfa Neteweyî û Demokratîk’, bi beşdariya nêzîkî 100 siyasetvan û rewşenbîrên ku hatibûn vexwendin hate lidaxistin.

Di Komxebate de li ser navê PAK û PSKyê, ji bo hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2019an, siyaseta nemazedên serbixwe yên welatperwer û demokrat hate pêşkêşkirin.

Beşdarên rêzdar, di atmosfereke demokratîk de, di derbarê hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2019an de fikir û pêşniyariyên xwe pêşkêş kirin.

Ligel hinek fikrên cuda jî, piraniya axaftvanan, di hilbijartinên herêmî de pêwîstiya alternatîfeke netewî û demokratîk anîn ziman û piştgiriya xwe ji bo pêşniyariya PSK û PAKê eşkere kirin.

Komxebata 'Di Hilbijartinên Herêmî de Alternatîfa Neteweyî û Demokratîk’,  bi hêjmar û mustewaya beşdaran û bi mustewaya nirxandinên ku hatine kirin, destpêkeke hêvîbar û berhemdar bû.

Em wek PSK û PAK, di rojên pêş de, ji bo ava kirina Platformên Namzedên Serbixwe yên Welatper û Demokrat, dê li gel partîyên sîyasî, dezgehên sivîl û kesayetên welatperwer û demokrat muhaweleyeke berfireh dest pê bikin.

Em ji ber beşdarî û pêşkêş kirina fikrên wan yên bi qîmet, spasîya hemû beşdarên Komxebata 'Di Hilbijartinên Herêmî de Alternatîfa Neteweyî û Demokratîk’ dikin.

13.11.2018

Partîya Sosyalîst a Kurdistanê(PSK)

Partîya Azadîya Kurdistanê(PAK)"

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin