PAK û PSK nerazîbûna xwe li hember PYDê nîşan dan

PAK û PSK nerazîbûna xwe li hember PYDê nîşan dan

Ozçelîk; "Em vê binçavkirin û derxistina ji Rojavayê Kurdistanê, wekî binpêkirina azadîya ramanî û birêxistin bûyinê dibînin’’

A+A-

Serokê ENKS Brîhîm Biro duh ji alîyê asayîşa PYD li bajarê Qamişlo hatibû girtin û ji rojavayê Kurdistanê hatibû derxistin. Di derbarê bûyarê de PAK û PSK helwest nîşan dan.

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa  Ozçelik, têlefonî  Serokê ENKSê Brahîm Biro kir, PSK jî daxuyanîyek belav kir.

Mustafa Ozçelik ji ber binçavkirina cenabê wî, derbasîbûyîn ji rêzdar Brahîm Biro re xwest. Herweha nerazîbûna xwe ji binçav kirin û derxistina cenabî wî ya  ji Rojavayê  Kurdistanê anî ziman.  Mustafa Ozçelik  gotîye ’’Ev helwesta seqetkirina azadî û demokrasîyê ye. Divê PYD,TEVDEM û rêveberîya Rojavayê Kurdistanê zûtirîn wext jibo pêkanîna rêveberîyeke hevbeş ya eskerî, sîyasî û aborî ya hemû partîyên Kurdan gavan bavêjin. Serkeftina gelê me dê bi rêzgirtina li hevdu û bi tifaqê pêk were. Em vê binçav kirin û derxistina ji Rojavayê Kurdistanê, wekî  binpê kirina azadîya ramanî û birêxistin bûyinê dibînin’’  Rêzdar Brahîm Biro jî spasîya xwe pêşkêşî  Rêzdar Mustafa Ozçelik kir û got ‘’Emê xebatên xwe li Rojavayê Kurdistanê pêşdetir bibin’’

Beyana PSK jî weha ye:
Eva cara yêkan nine, ku Aşayişa Kurdistana Rojava, ku girêdayiya PYD ye, karên usa dikin. Asayişa hanê gelek caran êriş kiriye ser avahiya partiyên welatparêzan û pêşiya çalakiyên wan girtiye. Gelek welatparêzên Kurdistana Rojava ji aliyê Asayişa PYD ve hatine girtin û dersinor kirinê, ku Serokê ENSK Îbrahamî Biro yek ji wan e.

Karên bi vî rengî yên ku dişibe karên rejîma BAASê, xizmeta doza Kurdistanê nake û nayê qebul kirinê.

Em teda û fişara hêzên asayişa Kurdistana Rojava li ser hêzên welatparêz mehkum dikin û carekî dinê ji PYD daxwaz dikin, ku dev jê karên usa û siyaseta xwe sepandinê berde û pêşiya kar û xebata hêzên siyasiyên welatparêz nagire. Ji ber ku herwekî tecrubeya rejimên dagirker nişan didin, siyaseta vî rengî nikare heta hetayî berdewam be.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin