PAK û PSK JiBo Salvegera Referandûma Serxwebûnê Li Amedê Civîna Çapemenîyê Lidar Xistin

PAK û PSK JiBo Salvegera Referandûma Serxwebûnê Li Amedê Civîna Çapemenîyê Lidar Xistin

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) di sêyemîn salvegera referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê de daxuyaniyek hevbeş dan û ragihand, damezrandina dewleta serbixwe mafê Kurdan e û referandum û encamên wê rewa ne.

A+A-

 

Daxuyaniya hevbeş ya PAK û PSK wiha ye:

“Damezrandina Dewleta Serbixwe Mafê Me Ye

Referandûma Serxwebûnê û Encamên Wê Meşru Ne

PAK û PSK Ji Bo Salvegera Referandûma Serxwebûnê Li Amedê roja 25.09.2020an, li Cemîyeta Rojnamevanan a Amedê civîneke çapemenîyê lidar xistin

Civîn bi rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdisranê destpê bû.

Moderatorîya civînê endamê Komîteya Birevebir a Navendî ya PAKê Hanifi Turan kir.

Serokê Giştî yê PSKyê Mesûd Tek daxuyanîya hevbeş a PAK û PSKyê xwend bi Kurdî xwend.

Gelek telewîzyonên Kurdan û rêvebir û endamên PSK û PAKê li gel sîyasetmedar û rewşenbîrên Kurd beşdarî civîna çapemenîyê bûn.

Ev jî teksta daxuyanîty hevbeş a PAK û PSKyê ye:

Damezrandina Dewleta Serbixwe Mafê Me Ye

Referandûma Serxwebûnê û Encamên Wê Meşru Ne

Li ser encamdana rapirsiya serxwebûnê li Başûrê Kurdistanê 3 sal derbas bûn, lê belê hest û çoşa wê hê zîndî ye û gengeşî derheqa wê da berdewam e.

Berê her tiştê divê bê gotin encamdana referandûmê demokratiktirin şiveyê destnişan kirina vîn û îradeye gel û pêkhate ne.

Ji bona vê jî neyarên Kurd û dij-referandûmê çi dibêjin bila bêjin, referandûma serxwebûnê, ku li Başurê Kurdistanê hatiye çêkirin, rewa ye mafê gelê Kurd e wekî şirê dayik helal e.

Gelê me li Başûrê Kurdistanê bi asteka bilind ve beşdarê rapirsiyê bû û bi rejekî bilind bona damezrandina dewleta serbixwe got “erê”.

Gelê me bi dengê xwe vîn û îradeyê xwe bo bîrûrayê cihanê ragihand û got, ku nikarin û nexwazin di Iraqa heyî da bijin.

Gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê bi dengekî zelal û bilind ve eşkere kir, ku damezrandina dewleta serbixwe mafê me ye.

Bê guman ji ber hinek sedemên navxweyî û derweyî, îradeya gelê me yê Başûrê kurdistanê ya jibo serxwebûnê hate binpê kirin û gelê me îro nikare encama rapirsiyê cî be cî bike.

Lê belê encama rapirsiyê tapuya dewleta serbixwe ye, me xistiye berîka xwe û êdî ji vê veger nîne.

Em piştrast in, ku hêzên welatparêzên Başûrê Kurdistanê di derfeta guncav a yekan da encama rapirsiyê cî be cî dikin û dewleta xwe ya serbixwe dadimezrinin, ku xewn û xeyala hemu Kurdan e, bi hezaran tekoşerên Kurd bona vê armancê canê xwe dane.

Em wekî PAK û PSK carekî dinê piştgiriya xwe li rapirsiyê û li encamên wê radigihînin û daxwaz ji hêzên welatparêzên Başurê Kurdistanê dikin, ku bona parastina deskevtên netewî, bona cî be cî kirina encama rapirsiyê ku berhema xwîna sedan hezar Enfalî ne, berhema xwîna şehîdan e, destê xwe bidine hevudu.

Em bi boneya salvegera rapirsiyê disa destxweşiyê xebat û keda Komîteya Rapirsiyê dikin, ku di bin serokatiya Birêz Serok Mesud Barzanî da şev û roj kar kirin.

Encama Rapirsiyê roniderê rêka damezrandina dewleta serbixwe ye û çoş û hêz dide hemu hêzên welatparêzên Kurdistanê.

Em bangî hemû dewletên herêmê û hemu hêzên leşkerî û siyasî dikin, ku rêzê li desthilatdariya fermi, meşru ya Parlamento, Serokatî û Hikumeta Herêma Federe ya Başurê Kurdistanê bigrin.”

Pîroz Be Rapirsiya 25 Îlonê!

25 Îlon 2020

Partiya Azadiya Kurdistanê- PAK

Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK

d-001.jpgy-001.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin