PAK û PDK-T Paketa navxweyî rexne dikin

PAK û PDK-T Paketa navxweyî rexne dikin

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Partiya Demokrat a Kurdistanê-Tirkiye PDK-T paketa navxweyî rexne kirin

A+A-

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Partiya Demokrat a Kurdistanê-Tirkiye PDK-T paketa navxweyî rexne kirin û dan zanîn ku di paketê de desthilatên polîs tên zêdekirin û çend desthilatên dadê dikevin destê walî û qaymeqaman de. Derbarê paketa nevxweyî de Cigîrê Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Nûrî Sinir û Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Tirkiye (PDK-) a Diyarbekir Reşit Akici fikr û ramanên xwe ji BasNewsê re anîn ziman.


Cigîrê Serokê PAK Nûrî Sinir da zanîn ku roja ku ev paketa nevxweyî derket holê di meclîsê de şer çêbû lê dîse jî hat qebulkirin û wiha got: “Bi rastî armanca wan qanûnan ku tê xwestin li ser kurdan otorîteyekî pêk bînin. Heya niha 10 bend hatine pesendkirin bi rastî di wan bendan de hukmên nexweş jî hene. Berê polîs bi bîryara dadgehê tevdigeriyan lê niha ku çawa bixwazê êdî wisa tevbigere. Girîngiya herî mezin polîs ku derê bixwaze êdî dikarê çekê bi kar bîne. Ev tehlikeyekî mezin e.”
Sinir got ku dîse tiştên herî nebaş qedexekirina cil û bergên herêmî ne. Sinir destnîşan kir ku polîs cilê kê ne bi dilê wan be dê wan wek terorîstan binirxînin û yê wan binçav bikin û wiha axivî: “Di van qanûnan de polîs êdî dikarê 2 sal 4 sal cezayê girtîgehê bidin. Bi rastî tirseke me ya din jî qedexekirina cil û bergên herêmî ne. Ji ber ku jin û xortên kurd her tim cilê herêmî li xwe dikin di rojên pîrozbahiyê de bi wan cilan derdikevin qadan. Tenê ji bo cila jî divên ku cilê terîstan e. Wek terorîsmê ê binirxînin.”
Sinir bi bîrxist ku du roj berê Serokamarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan di koşka xwe de destnîşan kir ku serokatî di eslê wan de hene û pê de çû: “Dewleta deshilatdar dixwazin otorite li ser gelê kurd xurt bikin. tiştên ku di mejiyê wan de derbas dibe dixwazin serokatiya xwe li ser gelê kurd bînin cih.”


Sinir got ku pêvajoya çareseriyê tuneye û em tên xapandin. Sinir da zanîn ku hem behsa pêvajoya çareseriyê tê kirin wekî din jî qanunên hişk derdikeve û wiha anî ziman: “Bi rastî bi wan qanun û pêvajoya çareseriyê tu baweriya me kesê nayê. Ji ber ku ew jî di nakukîyekî de ne.”

Piştî Nurî Sinir, Serokê PDK- a Diyarbekir Reşit Akici jî got ku paketa nevxweyî ji bo kurda derxistin e û wiha got: “Niha di nav wan bendan de serçav girtin, li gorî berjewandiya xwe binçavkirin û heta kuştina sivîlan jî heye. Li Wanê ji ber avêtina Molotof ciwanek 12 sal ceza girtiye, ji bo serçav girtinê li Diyarbekir û Silopî du kes 16 sal ceza girtin. Ji xwe ev qanûn di rojeva meclîsê de hene. Bi rastî piştî qanûnên ku nû derketin bi taybetî polîs êdî dikarê li Kurdistanê rehet mirovan bikujin, binçav bikin û rehet tevbigerin. Bê sedem dikarin 48 saet mirovan binçav bikin. di dema sala 1992 û1993’an de mirovan bi seatan binçav dikirin û serê wan winda dikirin. Tu kes nizani bûn ku ev kesên ku hatibûn binçavkirin li ku derê ye. Ev benda tenê ji bo kurdan derxistine.”

Akinci axaftina xwe ya dawî de destnîşan kir ku gelê kurd û siyasetmedarên kurd wan qanunan qebul nekin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin