• Diyarbakır 25 °C
  • Batman 21 °C
  • Hakkari 15 °C
  • Şırnak 21 °C
  • Ağrı 16 °C

PAK û PDK-Î civiyan

PAK û PDK-Î civiyan
Serokê PAKê Husên Yezdanpena çû serdana PDK-Îyê û ligel sekretere giştî yê wê partiyê Mistefa Hicrî kom bû. Hat gotin ku di civînê de behsa xurtkirina peywendî û hevkariya herdu aliyan ya li dijî rejîma Îranê hat kirin.

Li gorî zanyariyên malpera Kurdistanmediayê ya nêzikî PDK-Îyê roja yekşemê ya 18ê Adara 2018an Serokê Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK) Husên Yezdanpena bi şandeke wê partiyê re çû serdana Partiya Demokratîk ya Kurdistanê — Îran (PDK-Î) û ji aliyê Sekreterê Giştî yê PDK-Îyê Mistefa Hicrî ve hat pêşwazîkirin.

Di civîna herdu aliyan de Yezdanpena ji bo mebesta serdana xwe got, me ji bo nûkirina peywendiyên siyasî û pîrozkirina encamdana kongreya 16em ya PDK-Îyê ev serdan kir û em ê behsa xurtkirina peywendî û hevkariya xwe ya li dijî rejîma Îranê bikin.

Sekreterê Giştî yê PDK-Îyê Mistefa Hîcrî jî di axaftina xwe ya civînê de behsa rewşa xerab ya aboriya Îranê, zêdebûna bêkariyê ya li Îranê û astengkirina mafê siyasî û neteweyî yê gelê kurd û gelen din yên Îranê kir.

Hîcrî herwisa got, "Îran midaxeleyê karûbarên navxweyî yên welatên herêmê dike û piştevaniyê dide terorîzmê."

Ev nûçe 602 caran hatiye xwendin
BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
LI VÊ NÛÇEYÊ HÎN ŞÎROVE BARNEBÛNE.
Nûçeyên din