PAK û HAKPAR: Divê HDP bibe partiyeke Kurdistanî

PAK û HAKPAR: Divê HDP bibe partiyeke Kurdistanî

PAK û HAKPAR, serdana HDPê bo Başûrê Kurdistanê, ji K24ê re nirxandin. Hate gotin ku ev, serdan gaveke erênî ye bes HDP divê bibe partiyeke Kurdistanî

A+A-

Serdana şanda partiya Demokratîk ya Gelan HDPê ya ji bo Başûrê Kurdistanê dinav partiyên Kurdistanî yên Tirkiyê  de van rojan bûye mijara sereke.

PAK: Gaveke erênî ye lê...

Cîgirê Serokê giştî yê PAKê Qasim Ergun vê serdanê wek gaveke erênî diyar dike û dibêje divê di navbera hemî aliyên Kurdan de dîyalog hebin û hemî alî ji bo berjewendiyên netewî kar bikin. Her wiha Qasim Ergun radgihîne, ku HDP ji bo ku kongreyeke netewî bê çêkirin serdana Hewlêrê kiriye, lê divê HDP ji beriya her tiştî xwe bike partiyeke Kurdîstanî, da ku bikare daxwaza kongreya netewî bike.

Cîgirê Serokê Giştî yê PAKê Qasim Ergun ji K24ê re wiha axivî:

''HDP bi xwe dibêje em partiyeka Tirkiyeyê ne, ne ya Kurdan e. Dibêjin em ji bo demokratîzekirina Tirkiyê dixebitin û di vê navberê de dixwazin meseleya Kurdan çareser bikin. Ew dibêjin em ji bo kongreyeke netewî diçine Başûrê Kurdistanê ji bo Kurdistaniyan bicivin. Em jî dibêjin ji bo ku aliyên kongreya netewî çêbikin divê Kurtdistanî bin.''

HAKPAR: Karên dîplomatîk di pêwîst in

Cîgirê Serokê Giştî yê HAKPARê Latîf Epozdemîr jî diyar dike, karên dîplomatîk di navbera partiyên Kurdan de tiştên pêwîst in, lê divê hemî alî ji bo neteweya Kurd kar bikin.

Latîf Epozdemîr got:

''Tiştekî sîyasî û dîplomatîk e. Gelek normal e şand biçin û bên û pêwendîyan danin. Cenabê Serok jî dema tê Tirkiyê bi wan re dicive û ev şêwir herdem heye di navbera aliyên ku xwe wek Kurd hesap dikin. Cara çendîne ku HDP dema diçe Hewlêrê bi bernameyekê diçe yan wisa dibêje. Bername jî ew e ku dibêjin em dixwazin Kongreyeka Netewî pêk bînin. Lê bi wî aqil û wî hîşê hê jî HDP di nav de kongreya netewî nayê çêkirin.''

PAK û HAKPAR radgihînin, piştî gelek bûyer û metirsiyên li ser gelek deverên her parçeyên Kurdistanê zêdekirina pêwendiyên di navbera aliyên siyasî yên Kurdan de ji bo pêşeroja Kurdan erkeke netewî ye û divê bê berdewamkirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin