PAK û HAK-PARê bertek nîşanî Yeni Haberê dan!

PAK û HAK-PARê bertek nîşanî Yeni Haberê dan!

Weku tê zanîn beriya çend rojan rojnameya Yeni Haberê nûçeyek bi navê 'Ji Nizamettin Taşî bo MÎTê projeya partiyeke nû' belav kiribû û li şûna PDK û PDK-Tê navê herdu partiyên PAK û HAK-PARê bicih kiribû.

A+A-

Çen roj berê rojnameya Yeni Haberê ya nêzîkî PKKê nûçeyek bi navê ‘Ji Nizamedîn Taşî bo MÎTê Projeya Partiyeke Nû’ belav kiribû û di wê nûçeyê de dihat gotin ku Nizamedîn Taşî, di derheqê partiya nû ku dixwazin damezirînin de ev agahî dane MÎTê: “Em partiyên weke HAKPAR, PAK, PWD, dixwazin werine cem hev û partiyeke nû ava bikin. Bi serpiriştiya PDKê demeke dirêj e em hevdîtinan pêk tînin. Armanca partiya me wê ev bibe ku li herêmê em hêza PKKê bişkînin. Malbatên cerdevanan û eşîrên mezin hene ku piştgirên me ne. Hin kadroyên damezirîner ên PKKê hene ku li ba me ne.”

Ev nûçeya han, hê jî rastî bertekên tund tên.

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik û Cîgirê Serokê HAK-PARê Arif Sevinç daxuyanî dan Kurdistan24ê û ev nûçe derewandin û gotin ne bi niyeteke pak ev yek hatiye kirin.

Serokê PAKê Mustafa Özçelikî wisa axivî: PAK PAK hewcedarî hevdîtineke bi vî awayî wek ‘nepen û bişaîbe’ nîne. Hinek derûdor, ji sekna PAKê ya Kurdistanî, azadîxwaz, demokrat û neteweyî, aciz e."

Özçelîkî bale kişand pêvajoya ku ev nûçeya derew ketiye rojevê û got: "Bi taybetî di pêvajoya wisa de ku PAKê biryar girtiye bi namzetên serbixwe yên welatperwer û demokrat dê bikeve hilbijartinên 2019an weşandina nûçeyeke bi vî rengî derew, asparagas û manipulatîf, gelek belkêş e."

Özçelîkî zelal kir pêvajoya wê demê ku hewla damezrandina partiyeke nû dihat dan û wisa axivî: "Ti carî xebateke PAKê bo damezrandina partiyeke nû digel PWD û HAK-PARê nebûye. Lê weke ku ji aliyê rayagiştî ve jî  tê zanîn demekê, PDK, PDK-T û PWD, hewl dan ku partiye nû damezirînin. Di nûçe û vîdyoya navhatî de, bilêvkirina navên HAK-PAR û PAKê li şûna PDK û PDK-Tê, weke vîdyomontajekê dixuyê.

Özçelîkî ev nûçe, wek 'îftiyayeke xam û ne bi niyeteke pak' pênase kir û got PAK hewcedarî hewlên bi vî şiklî nepen û bişaîbe nîne û PAK jixwe bi zelalî û eşkere xebatên xwe dimeşîne û got: Eşkere ye ku ên ku baş dizanin PAK ne di wê pêvajoyê de bû, bi vîdyomontajekê, navê PAKê li vê vîdyoyê kirine û ev jî vê nîşan dide ku ne xwediyê niyeteke baş in."

Cîgirê Serokê HAK-PARê Arif Sevinç jî da xuyakirin ku medyaya nêzîkî PKKê dixwaze partî û saziyên Kurdan bêîtibar bike û ev ne cara pêşî û tiştekî nû ye ku van derûdoran bi MÎTê ve girê bidin û wisa dewam kir: "Lê herkes baş dizane ku di nav saziyên KCKê de ANF jî tê de MÎT, di xalên herî girîng de xwe bicih kiriye. Ew bixwe têkelî MÎT û neyarên Kurdan in. Ev nûçe derew e, îftîra ye û em şermezar dikin."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin