PAK Swêd: PÎROZ BE GELÎ JINAN!

PAK Swêd: PÎROZ BE GELÎ JINAN!

Rêxistina Piştgirên PAKê ya Ewropayê (PAK Ewropa) bi hilkefta 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê peyameke nivîskî belav kir û 8ê Adarê pîroz kir.

A+A-

Di peyamê de wisa hat gotin:

"Pîroz be gelî jinan!

8ê adarê roja jinan ya navnetewî ye.

Em bi vê munasebetê jinên hemû deverên cîhanê pîroz dikin.

Em hemû jinên ku daxwaza heq û wekheviya jinan di dirokê de kirine û bêne sebebê vê rojê pîroz dikin

Em hemû jinên ku him wek dayik û him jî wek xebatkar têkoşîn didin pîroz dikin.

Em hemû hêzên ku li çaraliyê cihanê ji bo başkirina rewşa jinan têkoşin didin pîroz dikin.

Em hemû mirovên ku di wê baweriyê de ne ku qimeta herkesi wek hev e û ji bo wekheviya heqan dixebitin pîroz dikin

Em hêvî dikin ku vê roja navnetewî ya jinan ewê li cîhanê hissên piştgirî û wekheviyê pêşve bibe. Em xeyala pêşerojek ku wekheviya hemû mirovan di merkezê de be dikin, ne bi tenê bi gotin, her wusa di pratîkê de jî. Em hêvî dikin ku muqayeseya jinan ne li gora laşê wan, lê li gora fikir, qabilyet û cureta wan, faaliyet, berhemdarî û hêzbûna wan û. h. w. d. were kirinê.

Em hemû jinên kurd pîroz dikin, ji ber berxwedana wan a bi bîr û bawerî, ya behempa, ya li dijî zordariya li ser jinan, ya li dijî terora DEAŞê, zilm û zordariya metingehkaran li Kurdistanê.

Em carek din hemû jinan pîroz dikin!"

PAK-SWÊD

Rêxistina Piştgirên PAKê li Swêdê

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin