PAK-Swêd di derbarê hilbijartinan de agahî da piştgirên xwe

PAK-Swêd di derbarê hilbijartinan de agahî da piştgirên xwe

PAK-Swêd derbarê hilbijartinên herêmî de agahî da piştgirên xwe. Serokê PAKê Mustafa Ozçelîk jî bi riya skype zindî bersiva pirsên piştgiran da.

A+A-

PAK-Swêd îro li Kitêbxana Kurdî di derbarê hilbijartinên herêmî ku di 31ê Adarê de wê pêk bê civneke înformatîf da piştgirên xwe. Di civînê de Seroka PAK-Swêdê Seval Mert xêrhatina piştgiran da û di derbarê Komîteya Nû ya PAK-Swêdê agahdarî da.

Dûre Endamê Meclîsa PAKê û berpirsê PAK-Ewrûpayê Nîmet Mumtaz Aydin di derbarê civîna dawîn a berfireh a Meclîsa PAKê de agahdarî da beşdaran. Aydin herwiha di derbarê civîna Rêvebiriya PAK-Ewrûpa û Desteya Meclîsa Derveyî Welat a PSKê li Almanya bajarê Kolnê kiribûn agahî da.

kovan-004.jpg

Li ser navê PSKê du berpirsên PSKê bi mêvandarî ji bo civînê hatibûn vexwendin. Kovan Amedî axaftinek kin kir, ew jî hêviyên xwe yên di derbarê hevkariya PSK û PAKê li derveyî welat de anî ziman.

Serokê PAKê Mustafa Ozçelîk bi riya skype zindî bersiva pirsên civînê da. Bîlal Gorgu û Mustafa Kalpak bi pirsên xwe moderatoriya civînê kirin. Ozçelîk li ser poltîkaya PAKê ya di derbarê hilbijartinan, têkiliyên partiyên Kurdistanê bi HDPê re, hevkariya hilbijartina digel PSKê de agahdariyên fireh da û got em hêvîdar in partî û derûdorên siyasî yên din jî beşdarî platforma namzetên serbixwe ku PAK û PSK daye ber xwe, bibin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin