PAK şaxa Batman jenosîda Helebçeyê bibîr anî

PAK şaxa Batman jenosîda Helebçeyê bibîr anî

Teşkîlata Batmanê ya PAKê di 31emîn salvegera wê de Jenosîda Helebçeyê bibîr anî.

A+A-

Di bîranînê de Cigirê Serokê Giştî Kasım ERGUN,Namzetê Serbixwe yê Tifaqa Welatperwer û Demokrat ê Şaredarîya Batmanê M.Feyyaz EKMEN, rêvebir endam û dostên PAKê cîh girtin.

batman2-007.jpg
 

Cîgirê Serokê Giştî yê PAK ê Rêzdar Kasım ERGÜNî bixêrhatin da mêvanan û ji bo şehîdên Kurdistanê bi taybetî ji bo şehîdên Helebçeyê rêz hate girtin û sirûda neteweyî (Ey Reqîb) hate xwendin. Kasım Ergünî di axaftina xwe da, xwedî li şehîdan derket û li ser sîyaseta dagirkirinê û qetlîamên Kurdistanê rawestîya û got ku; ji bo em pêşeroja xwe tayîn bikin em ji derbasbûyînê xwe sudê werbigirin.
 

batman-kasim.jpg

Serokê PAK Şaxa Batmanê Aziz Özdemirî daxuyanîya PAK ê xwend; 
"Jenosîda Helebçeyê bi tune hesibandina ziman, milet û welatê me ; bi tune hesibandina îradeya gelê Kurdistanê, bi rêlêgirtina azadîya gelê me berdewam e.
31 Sal berê di roja 16ê Adara 1988an de li Helebçeya Başûrê Kurdistanê rejîma Seddam Huseyinî, bi bombe barana kîmyewî zêdeyî ji 5000 kesî qetil kirin. Piranîya qurbanîyan zarok û jin û pîr bûn.
Li Helebçeyê ne bes 5000 hezar mirov; lê wîcdane mirohîyê jî şehîd ketibû.
Ev ne bes qirêjîya Seddam Huseyin ê faşîst û dîktator bû; herweha şerm û lekeyeke bû li ênîya mirovahîyê jî."
Berdewamîya daxuyanî yê de "Lê doza azadîya Kurdistanê berdewam e. Ne jenosîd û qetlîamên Helebçe û Enfalan, ne jî yên ku berîya wan û piştî wan lidarketine, nikarîbûye rê li ber doza azadîya Kurdistanê bigire û ji îro pê de jî dê nikaribe rê li ber azadî û serxwebûna Kurdistanê bigire."
Aziz Özdemîr'î daxuyanî "Dermanê kewandina birînan jî, dermanê geş kirina doza azadîya Kurdistanê jî, tifaqeke li ser esasê hişmendî, sîyaset û bîr û bawerîyeke netewî û niştimanî ye. Emê vê birîna xwe ya dîrokî ya bêtifaqêyê jî bi tifaq û hişmendîya netewî bipêçin û emê miheqeq bi serkevin.
Em di 31yemîn salvegera jenosîda Helebçeyê de, vê jenosîdê careke din rûreş dikin." bi dawî anî

Mele Emeddin Yetîz got milletê kurd Xwedîyê rêber Şêx Seid,Seyid Riza ,Qazî Mihemmed, İhsan Nurî Paşa Mele Mustafa Barzanî ye, Ji bo wê ti qirkirin nikare milletê kurd tune bike." û du helbestên xwe li ser Halepçe xwend.
 

Namzetê serbixwe yê tifaqa welatperwer û demokrat yê şaredarîya Batmanê M.Feyyaz EKMENî rexne li
devletên cîhanê kir û got ew ji bo berjewendîyên xwe karin her tim çekên kîmyevî bifroşin û mirovahîyê bikujin. Em kurd wezîfeyeke me esasî berfirehkirina tifaqeke neteweyî, azadîxwaz, demokrat û Kurdistanî ye. 

 

Dûvre belgefilmeke bi navê "Jenosîda Helebçe"hate temaşekirin.
Bernamê bi hestîyarî bi pirs û bersivan bi dawî bû.

batman3-002.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin