PAK: ”Rejima Îranê bi kuştin û qetlîman nikare alaya têkoşînê li çiyayê me daxîne”

PAK: ”Rejima Îranê bi kuştin û qetlîman nikare alaya têkoşînê li çiyayê me daxîne”

PAK: ”Rejima Îranê bi kuştin û qetlîman nikare alaya têkoşînê li çiyayê me daxîne”

A+A-

Di 19. 06 2016ê de li Kampa Cêjnîkanî ku 20 km dûrî Hewlêr e, PDKÎ bi amdebûna Sekereterê xwe Mistefa Hîcrî û hejmarek ji serkirdeyên PDKÎ û hejmarek berpirsên partiyên Kurdistana Rojhilat û Herêma Kurdistanê ji bo 6 Pêşmerge ku jiyana xwe ji dest dabûn merasimek birêveçû.

Di axaftina xwe de Hîcrî got: “Bi piştevaniya vê xelkê careke din PDKÎ vedgere ser xaka Kurdistana Rojhilat.” Di gotara xwe de ku li beramberî malbatên wan peşmergeyên jiyanaxwe li dersta bu û xelkê amade Hîcrî got: “Şerê me ne bi çekê Erebistana Siûdî û Amerîka ye, ew bi vê yekê dixwazin qedrê Kurdan kêm bikin, em careke din dibêjin ev xebat û kar karê Kurdên Kurdistana Rojhilate û bi piştevaniya wan e û bi destê Pêşmergeyên qehremane, ev 37 sal bi ser xebata me re derbas dibe, em li ser vê têkoşînê dê berdewam bin wek berê û di paşerojê de jî em dê heman hêla xebatê bikşînin.”

Hîcrî bi tundî rexne li Komara Islamiya Îranê kir û got: “Bila Îran baş bizane, Pêşmergeyên me şer naxwazin, em dixwazin bi aştî bijîn, em xebatê dikin ku xelkên me li Kurdistanê li hemû perçeyên Kurdistanê jiyane azad û wek xelkê Ewropa bijîn, jiyanek dûr ji koletî û bindestiyê.”

Ofîsa Ragihandin û Çapemeniya Partîya Azadîya Kurdistanê(PAK) îro di daxuyaniyekê de li ser 6 pêşmergeyên şehîd yên PDK-Iranê ragihand ku rejîma Îranê çawa ku heta îro bi kuştin û qetlîaman nikaribûye rê li ber doza azadiya gelê me bigire, de ji îro pê ve jî nikaribe, ala têkoşîna azadiyê li çiyayên welatê me dabixîne.

PAK herwiha ji ber şehîdbûna 6 pêşmergeyên (Kemal Xizrî, Mihemed Xalid Pêyxamî, Luqman Şêxanî, Cemal Îsmaîlî, Selah Nadirî û Seyîd Umer Husênî) PDKÎyê serxweşî li malbatên şehîdan, rêveber, endam û alîgirên PDKÎyê û li hemû gelê  Kurdistanê  kir.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin