PAK, PSK, TDK-TEVGER li Amedê piştgirîya gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê kirin

PAK, PSK, TDK-TEVGER li Amedê piştgirîya gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê kirin

.

A+A-

PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê), PSK(Partîya Sosyalîst a Kurdistanê), TDK-TEVGER (Tevgera Demokratîk a Kurdistanê) ji bo ji alîyê Dewleta Îranê ve kuştina keça Kurd Jîna Emînî û kuştiba ji 30î zêdetir xwepêşanderan protosto bikin û piştgirîya gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê bikin dê roja şemîyê, 24.09.2022yê li Amedê bi awayekî girseyî daxuyanîyeke çapemenîyê li dar xistin.

Rêvebir û endamên PAK, PSK, TDK-TEVGERê, beşdarî civîna çapemenîyê bûn.

Civîna çapemenîyê di saet.11.00ê da, li Parka Koşûyolû ya Amedê, li ber Peykerê Mafê Mirovan hat li dar xistin.

Di destpêkê da Cîhgirê Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel di derbarê armanca vê çalakîyê da axaftinek kir.

Paşê jî li ser navê PAK, PSK, TDK-TEVGERê ,Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Vahît Aba daxuyanîya hevbeş xwend.

Ev jî daxuyanîya hevbeş e:

...............

Em piştgirîya serîhildana gelê xwe yê Rojhilatê Kurdistanê dikin!

Gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê careke din li himberî zilm, zordarî û dagirkerîya Dewleta Îranê serîhildaye. Serîhildana gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê nuha li gelek bajarên Îranê jî deng vedaye û bûye serîhildaneke gelên Kurdistanê û Îranê

Keça Kurd a 22 salî Jîna Emînî roja 13ê îlona 2022yê li Tehranê ji alîyê polîsên Dewleta Îranê ve, bi hinceta ku porê wê di binê hîcabê da xuya dibû, hate desteser kirin. Polîsên Dewleta Îranê îşkenceyeke mezin li Jîna Emînî kirin û bi wî halê şikencekirî, teslîmî malbata wê kirin. Keça kurd roja 16.09.2022yê jîyana xwe ji dest da.

Piştî kuştina Jîna Emînî, Navenda Hevkarîyê ya Partîyên Kurdistana Îranê, ji bo kuştina keça kurd Jîna Emînî protesto bikin, bang li gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê kirîbû da ku roja 19.09.2022yê dikanên xwe bigirin û di hemû cîhên kar de greva giştî bê îlan kirin.

Roja 19.09.2022yê, li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê, bi beşdarîyeke mezin gelê Kurdistanê beşdarî greva giştî bûn; dikanên xwe girtin, neçûn kar. Greva giştî ya gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê, nîşana hest, hişmendî û yekgirtineke neteweyî ye. Em piştgirîya greva giştî ya gelê xwe yê li Rojhilatê Kurdistanê dikin.

Herweha li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê, bi beşdarîya dehhezaran kesan gelê me yê Rojhilatê Kuridistanê xwepêşandanên protestoyê li dar xistin. Xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê berxwedan û serîhildaneke nû ye; nîşana vejîneke nû ye, nîşana rûpelekî nû ye. Nuha xwepêşandanên li Rojhilatê li gelek bajarên Îranê jî belav bûne.

Di xwepêşandanên li dijî kuştina keça kurd Jîna Emînî destpêbûne de, li gor zanyariyên heyî, di encama êrîşên hêzên emnîyetê yên Dewleta Îranê ji 30î zêdetir kesên sivîl ji aliyê hêzên Dewleta Îranê ve hatine kuştin û bi dehan kes birîndar bûne û herweha bi sedan kes jî hatine desteser kirin.

Em ji alîyê Dewleta Îranê ve kuştina Jîna Emînî û kuştina ji 30î zêdetir xwepêşandarên sivîl, birîndarkirina û desteserkirina bi hezaran xwepêşandaran rûreş û şermezar dikin.

Em bengî hemû kurd û kurdistanîyên cîhanê dikin da ku li her perçeyêkî Kurdistanê, li cîhanê li her devereke ku lê dijîn, hêza xwe bikin yek û bi çalakîyên cûr bi cûr piştgirîya gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê bikin.

Em bangî hemû rêxistinên parastvanên mafê jinan, rêxistinên mafê mirovan, Netewên Yekbûyî, Yekitîya Ewropayê û hemû kurd û kurdistanîyên cîhanê dikin da ku kuştina keça Kurd Jîna Emînî, kuştina 20 kesên sivîl, birîndakirin û desteserkirina bi hezaran xwepêşanderan şermezar bikin û li himberî Dewleta Îranê helwestê bigirin.

Bimre zordestî û dagirkerîya Dewleta Îranê!

Bijî Azadî û Rizgarîya Kurdistanê!

24.09.2022

PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê)

PSK (Partîya Sosyalîst a Kurdistanê)

TDK-TEVGER (Tevgera Demokratîk a Kurdistanê)

 

2-338.jpg3-313.jpg6-140.jpg6-140.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin