PAK: Pirsgirêk bi tayîn kirina qeyûman, bi hefs kirinan û bi şerî çareser nabin

PAK: Pirsgirêk bi tayîn kirina qeyûman, bi hefs kirinan û bi şerî çareser nabin

Piştî tayîn kirina qeyûman li ser 5 şaredarîyên HDPyê PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê) davûyanîyek belav kir. PAK di daxuyanîyê de got tayîn kirina qeyûman pirsgirêk çareser nabin.

A+A-

Daxuyanîya PAKê wiha ye:

Hikûmeta AK Partîyê di sîyaseta xwe ya tayîn kirina qeyûman ya li ser şaredarîyan de bi israr e.

Tayîn kirina qeyûman ya li ser Şaredarîyên HDPyê yên Sêrt, îdirê, Baykan, Kûrtalan û Altinovayê  û desteser kirina hevserokên van şaredarîyan nîşan wê yekê ye ku Hikûmeta AK Partîyê di sîyaseta xwe ya ku rêya çareserîyê zêdetir dixetimîne de bi israr e.

 

Hikûmeta AK Partîyê, dixwaze ji rewş û konjonktura navnetewî jî feydê bigire û vê sîyaseta xwe ya şerî, ya li dijî kurdan berdewam bike û girtina(daxistin)  partîyên bi navê Kurdistanê jî daye ber xwe.

 

Tayîn kirina qeyûman jî beşeke ji wê sîyaseta ku rê li ber azadîya ramanî û  azadîya xebata birêxistinî digire û beşeke ji êrîşên li ser îradeya dengdêran.

 

Me pêştir jî gelek caran got: Tayîn kirina qeyûman ya li ser şaredarîyan, li gorî qanûnên Dewleta Tirkîyeyê bi xwe jî, binpê kirina îradeya degdêran e, li dijî wê demokrasîya nîvçe ye û di eslê xwe de helwesteke sîyasî ye.

 

Dewleta Tirkîyeyê dive bizanibe ku bi vê sîyaseta ku li dijî Kurdan dimeşîne, bi vî şerî, bi girtin û hefs kirina  mirovan, bi tayîn kirina qeyûman, bi girtina partîyên Kurdan dê nikaribe tu pirsgirêkan çareser bike.

 

Tecrubeyên 97 salî yên Dewleta Tirkîyeyê jî nîşan dane ku, rêya çareserîyê ne di sîyaseta  ku hebûna miletê Kurd  înkar dike de ye, ne di şerî û di tûnd û tîjîyê de ye. Çareserî bi rêyên aştîyane,  bi guftûgoyan , li ser esasê qebûl kirina wekhevîya du miletan û bi cîh anîna azadî, demokrasî û edaletê dikare pêk bê.

 

Divê Hikûmeta AK Partîyê, demildest, dawî li vê sîyaseta tayîn kirina qeyûman bîne.

 

Herkesekî ku ne li gorî dilê  Dewleta Tirkîyeyê bîr rayên xwe dinivîsîne , dibêje û sîyasetê dike, dibe  armanca êrîşên Dewleta Tirkîyeyê û têne girtin, têne ceza kirin. Dewleta Tirkîyeyê, hebûn û maf û azadîyên miletê Kurd tune dihesibîne, qebûl nake.Divê hemû kes û alîyên ku li dijî vê sîyasetê ne, li dijî vî şerî û li dijî hemû cûreyên  tûnd û tûjîyê ne,  hemû kes û alîyên ku paşerojeke xweş daxwaz dikin, divê dest bidin hevdu û li dijî vê sîyaseta Dewleta Tirkîyeyê helwestê bigirin.

15.05.2020

 

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin