PAK: Mele Mustafa Barzanî yê Nemir Rêberê Netewî yê Gelê Kurdistanê ye

PAK: Mele Mustafa Barzanî yê Nemir Rêberê Netewî yê Gelê Kurdistanê ye

PAK daxuyaniyek weşand û got: "Kuştina Seîd Elçî û ya Dr. Şivan trajediyên dîrokî ne. Em herdu serokan jî serokên xwe dibînin. Kî bixwaze li ser vê trajediyê sîyasetê bike, vê birînê careke din veke, ew dê ji miletê kurd û gelê Kurdistanê re xizmetê neke

A+A-

Mele Mustafa Barzanî yê Nemir Rêberê netewî yê Gelê Kurdistanê ye; Seîd Elçî û Seîd Kirmizitoprak (Dr. Şivan) du rêber û serokên doza azadiya Bakurê Kurdistanê ne.

 

PAK ji roja damezrandina xwe heta îro bi zelalî gotiye; rêbaza me rêbaza Şêx Seîd, Xalid Begê Cibrî, Îhsan Nûrî Paşa, Seyîd Riza, Pêşewa Qazî Mihemed û Mele Mustafa Barzanî yê Nemir e.

 

PAKê ji roja damezrandina xwe heta îro bi zelalî gotiye; kuştina Seîd Elçî û ya Dr. Şivan trajediyên dîrokî ne. Em herdu serokan jî serokên xwe dibînin. Li hemû Teşkîlatên PAKê wêneyên Seîd Elçî û Dr. Şivan li kêleka hevdu hatine danîn. Kî bixwaze li ser vê trajediyê sîyasetê bike, vê birînê careke din veke, ew dê ji miletê kurd û gelê Kurdistanê re xizmetê neke. Helbete ku trajediyên bi vî rengî ne cara yekem e çêbûne. Bi hezaran pêşmerge, Kurdistanî di şerê navxwe de şehîd bûne. Lê nabe ku em vê bikin ‘’doza xwînê’’, nabe em heta hetayê li ser vê dijminatiya di nava kurdan de kûr bikin. Divê em hinek tiştan ji dîrokê re bihêlin.

 

Belê, PAK navê kultureke nû ye. Û bi serbilindî dibêje, Seîd Elçî jî, Kirmizitoprak (Dr. Şivan) jî rêberên partiya me ne.

 

PAK ne berdewamiya tu tradîsyonên li Bakurê Kurdistanê ye. Lê berdewamiya ked û xebat û fedakariya hemû kes û partiyên netewî, azadîxwaz, demokrat û Kurdistaniyan e. Duhî kî ji kîjan tradîsyonê hatibe bila bê, lê dem ew dem e ku em li ser rêbaza netewî, azadîxwaz, demokrat û Kurdistanî destên xwe bidin hev û partiyeke xurt bihûnin. PAK xwe xwediyê vê fikrê û siyasetê dibîne. Û dibêje em amade ne li ser vê rêbazê bi her kesî re bibin yek.

 

Hemû partî û kadroyên netewî, azadîxwaz, demokrat, Kurdistanî jî divê bi vê hişmendiyê tev bigerin. Guhê xwe nedin derew û îftira û êrîşên têkder. PAKê heta îro li tu derê tu daxuyanî li dijî Mele Mustafa Barzaniyê nemir nedaye û nade jî.

 

PAKê heta îro li ser meseleya Seîd Elçî û Dr. Şivan tu daxuyaniyên xerab û têkder nedaye. Em partiyeke eşkere ne û hemû daxuyanî jî li ber çavan in. Heger hinek rabin li binê nivîseke têkder ya kesekî nedîyar, navê rêvebirekî me, yan jî navê PAKê binivîsîn û belav bikin, em wan jî teslîmî wicdanê gelê xwe dikin. Bila ew bi derew û îftîrayên xwe bêne nasîn.

Ji bo pêşmerge, serdar û rêberê gelê Kurdistanê Mele Mustafa Barzanî yê nemir jî em dixwazin careke din daxuyaniya xwe ya di roja 01.03.2018an de ku me li raya giştî belav kiriye bi we re parve bikin:

 

"Jiyana Mele Mustafa Barzanî, kurteçîroka têkoşîna neteweyî ya miletê Kurd e

Mele Mustafa Barzanî yê Nemir, rêberekî miletê kurd û Kurdistanê yê dîrokî ye ku em bi giramî bi bîr bînin. Ew di 14.03.1903an de ji dayîk bûye û di roja 01.03.1979an çûye ser dilovaniya xwe. Ango Adara îsal, 115emîn salvegera jidayikbûna wî û salvegera 39emîn a wefata wî ye.

Ji roja jidayikbûnê heta wafata wî, jiyana M.Mustafa Barzanî, kurteçîroka têkoşîna neteweyî ya Kurd û Kurdistanê ye, di sedsala 20an de.

Jiyana Mele Mustafa Barzanî, bi şer, heps, koçberî, surgun, wêranî û bi trajediyên mezin ve dagirtî ye. Herweha jiyana M. Mustafa Barzanî, bi xweşî û nexweşiyên xwe, bi serkeftin û şikestinên xwe, bi welatperweriyê, bi xebat û têkoşîneke bêwestan, bi hêvî, dilsozî û biryardariyê, bi berxwedanê û bi sekneke bi şexsiyet ve hatiye hûnandin.

Melle Mustafa Barzanî tu carî nefsbiçûktî, sebir, tolerans û xweşbînîya xwe ji dest berneda.

Melle Mustafa Barzanî, bi rêbaz û xebat û têkoşîna Şêx Abdulselam Barzanî û Şêx Ahmed Barzanî û di medreseya welatperweriya wan de perwerde bûye. Rêbaza M. Mustafa Barzanî, berdewamiya rêbaza Rêxistina Azadî ya Xalid Begê Cibrî, ya Xoybûnê, ya Komara Kurdistanê ye. Ew berdewamiya doza Şêx Seîd, Seyid Riza, Îhsan Nurî, Qazî Mihemed e.

Ew aktor û şahîdê gelek rûdanên dîrokî ye.

Wek serfermandarê Artêşa Komara Kurdistanê (Komara Mehabadê) di avakirina Komara Kurdistanê de roleke dîrokî lîstiye. Ew damezranêr û Serokê Partiya Demokrat a Kurdistan-Iraqê ye. Melle Mustafa Barzani, piştî hilweşandina Komara Kurdistanê, 11 salan li Yekitiya Sowyetê li gel 500 hevalên xwe yên pêşmerge jiyaneke gelek zehmet derbas kir.

Mele Mustafa Barzanî, di sala 1958an de vegeriya Iraqê lê di demeke kurt de, mecbûr ma di sala 1961ê de Şoreşa Îlonê destpê bike. Di 11ê Adara 1970î de bi hikûmeta Iraqê re peymana otonomiyê îmze kir. Rejîma Beesê şerdên peymanê pêk neanîn. Mele Mustafa Barzanî dîsa di 1974an de dest bi şerê çekdarî kir. Lê di 1975ê de bi Peymana Cezayirê, bi lihevhatina Iraq, Îran û nevbencîtiya Emerîkayê, Emerîka û Îranê dawî li piştgiriya xwe ya ji bo Mele Mustafa Barzanî anîn û şoreşê şikest xwar. Mele Mustafa Barzanî şer rawestand. Vekişiya İranê. Û di roja 1ê Adara 1979an de ji ber nexweşiya xwe çû ser dilovaniya xwe.

Ala Kurdistanê ya ku Qazî Mihemedî teslîmî Mele Mustafa Barzanî kir, tu carî neket erdê. Û ew alaya ku Mele Mustafa Barzanî teslîmî pêşmergeyên Kurdistanê kiribû, bi gelek êş û zilm û qetlîaman ve, lê bi têkoşîna pêşmergeyên qehreman li Başûrê Kurdistanê îro bi awayekî serfirazî li ser Parlamentoya Kurdistanê li Hewlêrê ba lê dibe.

Xebat û têkoşîna Mele Mustafa Barzanî îro jî ji bo hemû kurdên cîhanê cihê rêzê û hêviyê ye. Mele Mustafa Barzanî, pêşmergeyek bû, serfermandarek bû, rêberek bû. Di qada navneteweyî de cîhekî xwe yê girîng hebû. Serokê partiya xwe, yê miletê xwe, yê welatê xwe bû. Xebat û têkoşîna wî xebat û têkoşîna me ye. Azadiya Kurdistanê dê xelata herî mezin be ji bo Barzaniyê Nemir.

Em Mele Mustafa Barzanî yê Nemir bi giramî bibîr tînin. 01.03.2018

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê’’

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin