PAK li Batmanê Cegerxwîn bi bîr anî

PAK li Batmanê Cegerxwîn bi bîr anî

Ew î hizra nasnameya kurdî bi destê helbestê praktîze kir.

A+A-

Şaxa PAKê ya Batmanê di 22ê Cotmehê de bi minasebeta 32. salvegera koçkirina dawî ya helbestkarê nemir Seydayê CEGERXWÎN de bîranînekê li dar xist. Bîranîn li Hola Civînê ya Şaxa PAK a Batmanê bû.

cegerwin.jpg


cigerxwin_batman.2jpg.jpgcigerxwin_batman.1jpg.jpgcigerxwin_batman.jpg

Bi taybetî Kurdên Binxetê ji bo bîranîna Cegerxwîn eleqeyeke baş nîşan dan.
Di destpêka bernamê de ji bo şehîdên Kurdistanê rêz hat girtin û siruda netewî hat xwendin.
Dû re helbestkarê rêzdar Berken Bereh li ser helbestkariya Cegerxwîn sekinî û bi axaftineke têr û tije beşdaran agahdar kir.

Di axaftina xwe de rêzdar Berken Bereh wiha got: 'Cegerxwîn yek ji pêşewayê modernîzekirina naveroka helbesta kurdî-kurmanciye. Ewî helbesta kurdî ji esmanan daxist anî di nava gel de belavkir. Ew bû pirek di navbera helbesta klasîk û ya modern de. Ew î hizra nasnameya kurdî bi destê helbestê praktîze kir. Helbest di destê Cegerxwîn de dibe çek.Cegerxwîn di helbestên xwe de bitenê qala bindestiya milletê Kurd nake; şerê dijmin jî dike di helbesta xwe de û bang li Kurdistaniyan dike ku li hemberî dijmin têbikoşin.

Her wiha ew î bi helbesta xwe piştgiriya hemû gelên blindest û çîna karkeran kir. Wek Qanadê Kurdo gotî; Ew bû ensiklopediya rabûn û rûniştin û hevbendiya kurda ye.''Paşê Berken Bereh helbestek ku ji bo Seydayê Cegerxwîn nivîsandi bu xwend.
Pişt re helbestkarê ji Binxetê rêzdar Xelîl Sasonî ku di heman demê de dostê Cegerxwîn bû,helbestên xwe yên li ser Cegerxwîn û helbestên Cegerxwîn xwendin.
Mamoste Keko Osman ji li ser mêrxasîya û wêrekîya wî bi taybetî sekinî û ji helbestên Cegerxwîn çend helbest xwendin.
Bi pirsê bêşdervanan bername bi serkeftî dawî bu.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
1 Yorum