PAK li Amedê got; “Bijî Kurdistan, Bijî Cejna Karkiran"

PAK li Amedê got; “Bijî Kurdistan, Bijî Cejna Karkiran"

PAKî di bin alayên Kurdistanê de û bi dirûşmên “Bijî Yekê Gulanê, Bijî Kurdistan” meşîyan û cejna kedkaran pîroz kirin.

A+A-

PAK li Amedê got; “Bijî Yekê Gulanê, Bijî Kurdistan”

PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê ) li Amedê jibo pîrozkirina 1ê Gulanê têket qadan û got ku “Bijî Yekê Gulanê, Bijî Kurdistan” .

PAK roja 01.05.2016ê li Amedê beşdarî mitînga pîrozkirina 1ê Gulanê ya ku li Qada Îstasyonê hatî lidarxistin bû. Mîtîng ji alîyê KESK, DİSK, Odeya Tabîban, TMMOB ve hate organîze kirin.

Mitînga 1ê Gulanê saet di 13.00ê destpê kir. Rêveber, endam û dostên PAKê jî li ber avahîya Teşkîlata Amedê ya PAKê civîyan û ji vê dere heta qada mitîngê meşîyan.

PAKî di bin alayên Kurdistanê de û bi dirûşmên “Bijî Yekê Gulanê, Bijî Kurdistan” meşîyan û cejna kedkaran pîroz kirin.

Herweha jibo beşdarbûna PAKê û partîyên sîyasî û dezgehên sivîl jî Komîteya Amadekar ya Mîtîngê bi anonsê spasî ya xwe anî ziman.

01.05.2016

Beyana PAKê ya 1ê Gulanê

1ê Gulanê li hemû kedkaran pîroz be!

Kedkarên bakurê Kurdistanê, îsal jî ji mafên xwe yên bingehîn ên aborî, civakî, neteweyî û demokratîk bêpar, pêşwazîya 1ê Gulanê dikin. Karker, kedkar û karmendên Kurd û Kurdistanê têkoşîna xwe ya ji bo azadî û serdestîya miletê xwe, welatê xwe û têkoşîna ji bo azadî, demokrasî, jîyaneke bi rûmet û edaleta civakî bi hev re dimeşîne. Ji ber vê yekê, 1ê Gulanê ji bo karker, kedkar û karmendên Kurd û Kurdistanê maneyeke xwe ya hîn firehtir û kûrtir heye.

Di 1ê Gulana 2016an de karker, karmend û bi giştî kedkarên bakurê Kurdistanê di rewşeke xerab de dijîn; karker û karmendên bi kadro çiqas diçe kêmtir dibin, yên ku kêm maaş û bê mafên sosyal û kîngê bê xwestin ji kar tên dûr kirin, zêdetir dibin. Digel vê bi milyonan kes dixwazin kar bikin lê kar bi destê wan nakeve.
Çi bigre hejmara bêkaran wê bigihîje hejmara kesên xwedî kar. Gelek karker û karmendên Kurdistanê bêorganîze ne, ji tirsa ku wê karên xwe wenda bikin, cesaret nakin di sendîka yan rêxistineke kedkaran de cî bigrin.

Kedkarên Kurdistanê têkoşîna ji bo aborîyeke hîn baştir, maf û demokrasîyeke hîn firehtir û ya welatekî azad bi hev re dimeşîne.

Têkoşîna neteweyî ya bakurê Kurdistanê, êdî di mustewayeke weha de ye ku, divê karmend, kedkar û karkerên Kurdistanê, li ser esasê neteweya xwe û welatê xwe rêxistinên xwe ava bikin.
PAK dibêje ‘’Ji nuha ve Kurdistan’’. Jiber vê yekê jî, PAK bangî hemû kedkar, karker û karmendên Kurdistanê dike ku êdî bi navê Kurdistanê sendîka, komele, yekitî û dezgehên xwe ava bike.

PAK dibêje em di 1ê gulanê de dengê xwe bilind bikin û bêjin ‘’Ji şer re na; ji çareserîya siyasî û ji azadîya Kurdistanê re erê’’
Bi hêvîya ku, li ser axa welatê xwe, li ser bingehê azadî û edaleta civakî miletê Kurd û civaka Kurdistanê bikaribe xwe bi xwe bi awayekî azad îdare bike, Partîya Azadîya Kurdistanê 1ê Gulana hemû karker, kedkar û karmendên Kurd û Kurdistanê û dinyayê pîroz dike.

01.05.2016
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin