PAK  Li Amedê beşdarî Panela Baroya Amedê  bû

PAK Li Amedê beşdarî Panela Baroya Amedê bû

Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) roja 23.02.2020an li Hola Konferansê ya Baroya Amedê de di derbarê zimanê Kurdî de Konferansek li dar ket.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) roja 23.02.2020an li Hola Konferansê ya Baroya Amedê de di derbarê  zimanê Kurdî de Konferansek li dar ket.

Heyeteke  PAKê ku   ji Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Nurullah Timûr, endamê  Komîteya Birevebir a Navendî ya PAKê  Mehmet Ali Yilmaz, endamên Meclîsa Partîyê ya PAKê Salih Kaplan û Abdullah Polat, rêvebirên Teşkîlata Amedê ya PAKê  Mehmet Bilen û Îsmaîl Edîş pêk hatî, beşdarî panela Baroya Amedê bûn.

Moderatorê Panelê Şêxo Fîlîk bû. Mehmet Amîn Aktar, Nadîre G. Aldatmaz û Selîm Temo jî axaftvanê vê panelê bûn.

Baroya Amedê  berîya panelê ev vexwendinameya ji PAKê û ji gelek partîyên sîyasî, dezgehên sivîl û ji kesayetan re şandibû:

‘’VEXWENDNAME

 

Ev demeke dirêj e Baroya Amedê hewl dide ku dest bi xebatên zimanî bike û axir di bin banê baroyê de bi navê ‘Komîsyona Zimanê Kurdî’  komek ava kir. Komîsyon wê 23ê Sibata 2020'an bi paneleke li ser zimên avabûna xwe rahigîne raya giştî.

Bi vê boneyê em hemû kes, sazî û dezgehan vedixwînin panela ku emê 23ê sibata 2020an saet li 10:30an li dar bixin.

 

Baroya Amedê’’

 

23.02.2020

 

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

 

1-071.jpg

3-079.jpg

4-065.jpg

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin