PAK komkujîya 1ê Sibata 2004ê  rûreş kir

PAK komkujîya 1ê Sibata 2004ê rûreş kir

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê ji bo minasebeta 13emîn salvegera komkujîya 1ê Sibatê daxuyanîyek da

A+A-

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê ji bo minasebeta 13emîn salvegera komkujîya 1ê Sibatê daxuyanîyek da; di daxuyanîyê de komkujîyê rûreş kir, şehîdên vê êrîşê û hemû şehîdên Kurdistanê bigiramî bibîr anî.

Daxuyanîya Partîya Azadîya Kurdistanê weha ye:

Di 1ê Sibata 2004an de li Hewlêrê di dema pîrozbahiya cejnê de ji aliyê Ensar El Îslamê ve êrîş pêk hat û di encama êrîşê de ji zêdetirî 100 kesan jiyana xwe ji dest dan û 200 kesên ji wan jî brîndar bûbûn.

Roja 1ê Sibatê li Hewlêrê di encama êrîşên li ser avahiyên PDK û YNKê de berpirsên bilind yên her du partîyan  jiyana xwe ji dest dan û brîndar bûbûn. Êrîş di dema pîrozbahiyên cejnê de hatîbû kirin û di naw kesên şehîd ketine de endamên Polîtburoyên PDK Samî Abdurrahman û Seîd Abdullah, Endamê Komîteya Navendî Şevket Şêx Yezdîn, Parêzerê Hewlêrê Ekrem Mantiq û alîkarî wî û di heman demê de Yekitiye Nivîskarên Kurdistan yê Serokê şaxa Hewlêrê Mehdî Xoşnaw, Qeymeqamê Navenda Hewlêrê Ehmed Rojbeyan, Gerînendeyê Polîsên Hewlêrê Amîd Nerîman û Berpirsê YNK yê Hewlêrê Şaxwan Abbad û gelek berpirsên YNKê jiyana xwe ji dest dabûn.

Em di 13emîn salvegera komkujîya 1ê Sibatê de, qatil û piştgirên vê komkujîyê rûreş dikin, şehîdên vê êrîşê û hemû şehîdên Kurdistanê bigiramî bibîr tînin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin