PAK: Ji şer û operasyonên leşkerî re na; ji çareserîya sîyasî re erê

PAK: Ji şer û operasyonên leşkerî re na; ji çareserîya sîyasî re erê

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) di derbarê operasyonên leşkerî yên van demên dawîn li hember Şengal û Mexmûr û cihên din de daxuyaniyek belav kir.

A+A-

Di daxuyaniya ku ji aliyê Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê ve ji Rûpela Nû re jî hatî şandin de wisa hat gotin:

"Ji şer û operasyonên leşkerî re na; ji çareseriya siyasî re erê

Dewleta Tirkiyeyê ji aliyekî ve li Bakurê Kurdistanê operasyonên leşkerî pêk tîne; ji aliyekî ve jî êrîşên leşkerî li Başûr û Rojavayê Kurdistanê li dar dixe.

Dewleta Tirkiyeyê herî dawî êrîş bir ser Şingal, Mexmûr û gelek deverên din ên Başûrê Kurdistanê. Di van êrîşan de gelek cihên nişteciyên sivîlan zerar dîtin û gelek kes jî hatin kuştin.

Dewleta Tirkiyeyê ya ku dibêje ‘em ê rê nedin ku li Bakurê Suriyeyê (Rojavayê Kurdistanê) statuyeke siyasî bê avakirin’’, niha jî amadekariya êrîşeke nû ya li ser Rojavayê Kurdistanê û Rojhilata Firatê dike.

Dewleta Tirkiyeyê ev 95 sal e naxwaze fahm bike ku pirsa Kurd û Kurdistanê pirseke siyasî ye û her siyaseta înkar, şer, îmha û êrîşan dimeşîne. Herwiha îro jî bi vê siyaseta xwe ya operasyonên leşkerî, şer û êrîşan ve rêya çareseriya siyasî dixitimîne.

Em bangî Dewleta Tirkiyeyê dikin da ku dawî li van êrîş û operasyonên xwe yên leşkerî yên li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê dimeşîne bîne. Divê Dewleta Tirkiyeyê dawî li îşkence, lêpirsîn, desteserkirin û hepskirinan bîne; divê rêzê li azadiya ramanî û xebata rêxistinî bigire.

Ji bo ku di pirsa Kurd û Kurdistanê de rêya diyalogê û rêya çareseriya siyasî vebe, divê dawî li vî şerî bê anîn. Dewleta Tirkiyeyê ji bo çareseriyeke rasteqîn a siyasî , divê bi hemû partiyên li Bakurê Kurdistanê re hevdîtinan destpê bike, gavên pêwîst bavêje.

Ji bo rêya çareseriyeke siyasî ya mayînde vebe, em bangî PKKyê dikin da ku şerî rawestîne û dawî li çalakiyên xwe yên çekdarî bîne.

Ji bo destkeftiyên li Rojavayê Kurdistanê bêne parastin, ji bo doza azadiya gelê Rojavayê Kurdistanê bê pêşdexistin, em bangî TEVDEM, ENKS û hemû partiyên Kurdan dikin da ku hevdu qebûl bikin, rêzê li maf û azadiyên hevdu yên siyasî bigirin.

Em bangî TEVDEM, ENKS û hemû partîyên Kurdan dikin da ku li ser bernameyeke lihevkirî, îdareyeke askerî, siyasî, aborî ya hevbeş damzerînin û li dijî hemû plan û êrîşên ku li hemberî gelê me têne meşandin tifaq û îradeyeke hevbeş pêk bînin.

TEVDEM, ENKS û hemû partiyên Kurdan ji bo rê li ber girtina êrîşên Dewleta Tirkiyeyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê, divê li gel Dewleta Emerikayê , Rûsyayê, UN û Yekitiya Ewrûpayê peywendiyên hevbeş deynin.

Hemû partî û hêzên leşkerî divê rêzê li meşrûîyeta Parlamento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bigirin û siyaseteke ji bo parastina destkeftiyên li vê perçeyê Kurdistanê esas bigirin.

Ji bo rê li ber girtina êrîşên Dewleta Tirkiyeyê yên li ser Başûrê Kurdistanê, em bangî Parlamento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin da ku li gel Dewleta Emerika, Rûsya, Iraq, UN û Yekitiya Ewrûpayê peywendiyan deyne û gavên pêwîst bavêje.

Em bangî UN, Yekitiya Ewrûpayê , Dewleta Emerikayê, Rûsyayê û hemû dewletên cîhanê dikin da ku rê li ber êrîşên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê bigirin û ji bo çareseriyeke siyasî ya pirsa Kurd û Kurdistanê gavên pêwîst bavêjin."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin