• Diyarbakır 5 °C
  • Batman 5 °C
  • Hakkari -3 °C
  • Şırnak 1 °C
  • Ağrı -5 °C

PAK ji bo 33 salîya şehîdên Anfalê daxuyanîyekê belav kir

PAK ji bo 33 salîya şehîdên Anfalê daxuyanîyekê belav kir
‘’Ji bo 8000 şehîdên Enfala Barzanîyan dîyarîya herî mezin îlankirina serxwebûna başûrê Kurdistanê ye’’

PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê ) ji bo 33 salîya şehîdên Anfalê daxuyanîyekê belav kir daxuyanî weha ye:

‘’Ji bo  8000 şehîdên Enfala Barzanîyan dîyarîya herî mezin îlankirina serxwebûna başûrê Kurdistanê  ye’’

Di dîroka Kurdistanê de ji bo ji holê rakirina gelê  Kurdistanê bi dehan jenosîd hatine kirin. Yek ji wan jenosîdan  jî  ya di 31ê Tîrmeha 1983an de li dijî Barzanîyan hatibû lidarxistin.

Dewleta Iraqê ya di serokatiya Saddam Huseyîn de 32 sal berê rojeka wek îro,  êrîşeke berfireh û dijwar  li dijî gelê Kurdistanê  û bi taybetî jî li dijî Barzanîyan destpêkir. Ev êrîş weka  ‘’Enfal’’  hate  binavkirin ku navê xwe ji Quranê ji sûra ‘’ El Enfal’’ê digre û tê mana qetlîam û xenîmetê. Di encama van  êrîşan de bi deh hezaran kes hetin qetil kirin, gund hatin şewitandin, hatin hilweşandin,mizgeft û dêr hatin xera kirin,  bi hezaran mirov ji cîh û warên xwe hatin dûrxistin, zarok hatin dîl girtin û kirin kole, jin wek xenîmet hatin kirîn û firotin.

Yek jj xedartirîn qetlîamên Enfalê, 31ê tîrmeha 1983an li dijî eşîra Barzaniyan hate lidar xistin.  8 Hezar mêrên  ku temenê wan ji 7 salî heta 85 salî bûn , ji alîYê rejîma Seddam , ji herêma  Barzanê hatin derxistin û anîn herêma Kuştepe ku bi ser wîlayeta Hewlêrê ve ye, li kampên Kudus û Kadisiye heps kirin. Mêrên Barzanîyan bi rojan bê av û bê nan di nav van kampan de hêştin, di dawiya eziyeteka mezin de hatin wendakirin. Çi bi serê van mirovan de hat, heta îro jî nayê zanîn. Di ser vê jenosîdê  de 32 sal derbas bû ye,  lê hîn jî tu xeber ji van 8 hezar kesan tuneye. Ev mirov hatin îmhakirin û bi tevayî hatin binaxkirin. Cenazeyên kêm kesan  ji wan  vê dayê hatine dîtin.

Di encama êrîşên Enfalê de 182 hezar kurd ji holê hatinrakirin, hinek ji wan hatin kuştin, hinek ji wan ji bo artêşên ”Fedaîyên Saddam” û ”Hêza Zarokan a Seddam” hatin verêkirin, keç û jinan jî wek cariye hatin firotin şêxên Ereban. Îro jî kes bi zelalî nizane yên kuştî li kuderê veşartin, keç û jinan firotin kê, hîn li jiyanê ne an na.

Sedema sereke ya enfalkirina 8 hezar Barzanîyan bêşik Kurdbûna wan e. Lê sedemeke taybetî ya enfalkirina Barzanîyan heye, divê mirov balê bikşîne serê. Wek tê zanîn eşîra Barzanîyan  di têkoşîna netewî de roleke wan a gelek girîng heye. Di hemû rewşan de  li huvîyet û welatên xwe xwedî derketine, tu car teslîm nebûne, her cara ku îmkan dîtine ji 7 heta 70 saliyan wek gel  liberxwe dane. Ji salên  1900î û heta îro, bi tevahî  gelê me yê Başûrê Kurdistanê û bi taybetî jî eşîra Barzanîyan, bê navber bûne bargeha esasî  ya berxwedanê. Ev e sedema  esasî  ye  herêma Barzan û eşîra Barzanîyan bûne hedefa mêtingehkaran.

Enfal ve  ulusal özgürlük mücadelesinde şehit düşen yüzbünlerce insanımızın kanıyla kurulan Güney Kürdistan Federe devleti, bugün bağımsızlığa doğru yürüyor.

Îlan kirina serxwebûna başûrê Kurdistanê  dê dîyarîya  herî  mezin  û bi rûmet be ji bo  8000 şehîdên Enfala Barzanîyan û hemû şehîdên Kurdistanê.

Di 33emîn salvegera  Enfala Barzanîyan de em şehîdên  vê komkujîyê û hemû şehîdên Kurdistanê  bi giramî bibîrtînin.

31.07.2016

Ev nûçe 1239 caran hatiye xwendin
BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
LI VÊ NÛÇEYÊ HÎN ŞÎROVE BARNEBÛNE.
Nûçeyên din