PAK: ”Heta zilm û bêedaletî hebe dê şer jî her hebe”

PAK: ”Heta zilm û bêedaletî hebe dê şer jî her hebe”

Çareya mayînde ew e ku rê bihê vekirin ku kurd ser axa xwe bibin desthilatdar û qedera xwe bi xwe taîn bikin.

A+A-

Bi minasebeta 1ê Îlonê Roja Aştîya Cihanê bi navê ”Roja aştî ya Navneteweyî û Pirsa Kurdistanê”, di 4ê îlona 2016ê de PAK, PSK, PDK-Bakur, PAKURD û Hereketa Azadî li Amedê li Prestij otelê konferansek dar xistin.

Li ser navê Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) Kasim Ergun (cihgîrserok), li ser navö Partîya Sostalîst a Kurdistanê Mesûd Tek (Serok), li ser navê PDK-Bakur  Sertac Bucak(serok) li ser navê Hereketa Azadî Sidkî Zîlan(serok) li ser navê PAKURDê Firat Ayçîçek bêşdarî konfernasê bûn û dîtinên partîyên xwe anîn zimên.

Konferans bi deqîqeyekî rawestandin ji bo şehîdan dest pêkir û ji alîyê Umit Tektaş ve hat birêvebirin

Cigîrserokê PAKê Kasim Ergun bi hêvîya ku sedsala 21ê bibe sedsala azadî û serxwebûna Kurdistanê xêrhatin li bêşdarvanan kir.

Kasim Ergun got; hiç tu kes û tu dewlet, tu dezgehek û partîyek raste rast li cihanê şer naxwaze lê şer jî bi temamî li cîhanê dawî nebûye. Ev jê tê wê wateyê heta li dinyayê neheqî, bêedaletî, zilm û zordarî û kedxwarî hebe dê şer jî hebe. Mahneya aştî ew e ku divê herkes, her netewe li ser axa xwe bi aweyekî azadî û serbixwe di nav demokrasîyê de bijî û xwe îdare bike.

Ergun li ser rwewşa 4 perçeyên Kurdistanê rawestîya û şertê munasib yê dinyayê anî zimên ku Kurd di vê sedalê de dikarin bibin xwedîyê statuyekê.

Ergu di axftina xwe de balê kişand ser vê yekê ku çawa dikare şer li bakurê Kurdistanê bihê rawestandin çareserîyeka mayînde peyda bibe pêşnîyazê xwe kir û got; divê bi rê û rêbazên diyalogê berpirsên dewletê bi hêz û partîyên Kurd û Kurdistanê re rîya dîyalogê veke; dewleta Tirk berîya her tiştî leşkerên xwe ji Kurdistanê vekşênînin, dev ji şer û dagirkerîyê berdin ku ev sed sal e vêya ceribandine, ev ne tu rê ye. Çareya mayînde ew e ku rê bihê vekirin ku kurd ser axa xwe bibin desthilatdar û qedera xwe bi xwe taîn bikin.

Ji bo vê bidestxistina PKK/KCK divê zûtirîn dev jî şerê çekdarî rawestîne û nebe hacet ku şer bikeve mala kurdan. Ev şer îro ne di menfeatê Kurdan de ye.  

Bi daxawzîyek netewî-Kurdistanî û tîfaqeka neteweyî-Kurdistanî û bi rê û rêbazên sîyasî û demokratî bi pîştgirîya cîhana xêrxwaz dikarin Kurd bigîhijîn mafên xwe.

konferans.jpgasti.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin