PAK Ewrûpa:  Kurdistan navê me ye, li navê xwe xwedî derkevin

PAK Ewrûpa: Kurdistan navê me ye, li navê xwe xwedî derkevin

Meclîsa Piştgirên Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) li Ewrûpayê civîna xwe ya pêncem di 18-19ê Gulanê de li Parîsê çêkir. Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk jî beşdarî civînê bû.

A+A-

Meclîsa Piştgirên Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) li Ewrûpayê civîna xwe ya pêncem di 18-19ê Gulanê de li Parîsê çêkir. Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk jî beşdarî civînê bû.

pak-ewrupa-paris2-001.jpgMeclîsa Piştgirên Partîya Azadîya Kurdistanê(PAK) li Ewrûpayê civîna xwe ya pêncem di 18-19ê Gulanê de li Parîsê çêkir. PAK Ewrûpa beşdarîya Serokê Giştî yê partîyê Mustafa Ozçelîk jî weke cîyê kêfxweşîyê dibîne. Mustafa Ozçelîk, di derbarê rewşa giştî ya sîyasî û rewşa PAKê de agahdarî da û bîr û rayên xwe anî ziman.

Di rojeva civînê de bêyî karên rûtînî wek raporên xebatê yê welatan û komîteyên kar, şopandina biryarên ku di civînên berê de hatibû girtin, rewşa rêxistinên welatan, karên ku di paşerojê de bêne kirin, nirxandina encamên hilbijartinên 31ê adara 2019an, em wek partî him li welat û him jî li derveyî welat nexşerêyeke çewa bidin pêşîya xwe, cî girtibû.

Hat ragihandin ku Meclîsa Ewrûpayê bi gelemperî helwesta partîyê ya hilbijartinê di cî de dît, di pêvajoya hilbijartinê de li gor îmkan û hêza xwe xebata ku hatîye kirin teqdîr kir. Û her wiha hat diyarkirin ku ji dengê hatîye girtin bêtir balê kişand ser nasandina partîyê.

PAK-Ewrûpa: Partîya me weke partîyeke aktîf tê zanîn

Di cîvîna Meclîsa Piştgirên PAK Ewrûpayê de ewilî axaftinên wiha hatin kirin: “Partîya me ji roja hatîye danîn heta nuha weke partîyeke aktîf tê zanîn, di pratîka jîyanê de çalakîyeke mezin ev xebat û kampanyaya hilbijartinê bû. Bi taybetî jî meha berîya hilbijartinê, bi şev û roj xebat hate kirin. Cîyê kêfxweşîyê ye ku li herêmên ku lê hilbijartin hebûn, hevalên heyî çi bigre hemûyan dest dan hev û bi hev re ketin kolan û qadên bajaran. Meclîsa me hedefa partîya me ya pêkanîna alternatîveke xurtir a neteweyî û demokratîk li bakurê welatê me wek pusula xebata xwe dibîne. Rê û xebata pêkanîna alternatîveke weha, ne tenê yekkirina partî û rêxistinan e, îro xurtkirina partîyeke ku vî karê pîroz herdem di rojeva xwe de dihêle yek ji gavên ber bi vê armancê de ye. PAK-Ewrûpa, dema pêşîya me, karê xurtkirina rêxistinî wek karê sereke daye pêşîya xwe.”

 “Bangî hemû Kurdên Ewrûpa dikin bila dengê xwe bilind bikin”

Beşdarên civînê li ser doza girtina partîyê jî rawestîya û piştgirên PAK Ewrûpa ji bo li Ewrûpayê balê bikşîne ser vê yekê û pêkanîna raya giştî ya der û dorên têkildar yên navneteweyî hinek çalakî jî dane ber xwe.

pak-ewrupa-paris3-001.jpg

Piştgirên PAK Ewropayê di li ser girtina PAKê de jî wiha axivîn:”  Ji bo partîya me neyê girtin û helwesta Dewleta Tirkîyeyê ya teşebusa girtina partîyê bê rûreşkirin, em hemû piştgirên PAKê xwe wezîfedar dibînin. Em bangî hemû Kurdên Ewrûpa dikin ku li dijî hewla girtina PAKê û partîyên bi navê Kurdistanê hatine damezrandin, dengê xwe bilind bikin, piştgirîya xwe nîşan bidin. Bêlê yê tê qedexekirin navê Kurdistanê ye, navê welatê me ye, ev qedexekirina hebûn û dîroka me ye.”

Di civînê de piştgirên PAK Ewrûpayê wiha axaftina xwe bi dawî kirin: “Em spasî PAK-Fransa dikin ku mazûbanîyeke bêqusûr pêkanî, di şeva navbera her du rojên civînê de bi şevbihurkeke harmonîk em anîn ba dost û dilxwazên me yên Fransayê.”

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin