PAK Ewrûpa: Helepçe bila bibe havênê yekîtî û yekrêzîya me

PAK Ewrûpa: Helepçe bila bibe havênê yekîtî û yekrêzîya me

Rêxistina Piştgirên PAKê li Ewrûpa li ser salvegera Helepçeyê beyaneke kin li raya giştî û çapemenîya Kurdî belav kir. Em beyana PAK-Ewrûpa li jêr didin:

A+A-

Helepçe rismê fînala enfala dewleta Iraq û Saddam Huseyîn e, ku ji 1982 û heta 1988 bi kuştina 180 000 Kurdistanî encam da. Halepçe rismê qetlîam û jiholêrakirina miletê Kurd e. Helepçe rismê bêkesiya Kurdan e. Helepçe rismê durûtiya dewletên Rojava, yê mezin ê cîhanê û yê musulman e.

Em Kurdistanî divê tu car Helepçe ji bîr nekin û her tim bi bîr bînin. Ji bo ev risim, rojek ji rojan li dinya bêyom, bibe havênê yekîtî û yek rêziya me.

Ji bo kareseta Helepçe were jibîrkirin rojek berî rojan pêkhateyên siyasî, serbazî û civakî yên başûrê Kurdistanê yekîtî û yekrêzîya xwe pêk bînin û wek hêzek ber bi asoyên serxwebûnê tevbigerin.

Tenê parastin û destkeftiyên nuh dikare birîna Helepçeyê sivik bike, ew jî tenya bi yekgirtin û yekrêziya hêzên her perçeyê Kurdistanê dikare pêk were.

PAK Ewrûpa

(Rêxistina Piştgirên PAKê li Ewrûpa)

16.03.2019

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin