PAK Ewrûpa: Em li hember hemû cure terorîzme ne

PAK Ewrûpa: Em li hember hemû cure terorîzme ne

Li ser bûyera terorîstî ya li hember du mizgeftên Zelandaya Nû Rêxistina Piştgirên PAKê li Ewrûpa daxuyaniyek da. Daxuyaniya PAK-Ewrûpa li jêr e:

A+A-

Îro, dema limêja îniyê, li bajarê Zelandaya Nû, Christchurch, êrîşek çekdarî li ser du mizgeftan hat kirin. Li gor agahdariyên heta nuha hatiye diyarkirin, di encama her du êrîşan de 49 kes canê xwe dane û 48 kes jî bi guleyan birîndar in.

Em vê êrîşa terorîstî ku li hember misilmanên ku ji bo limêja îniyê li camiyê bûne rûreş dikin û wek partî dixwazin diyar bikin em li hember hemû cure terorîzmê ne. Em ji bo kesên kuştî sersaxiyê, yê birîndar jî şîfa xêrê dixwazin. Em hêvîdar in qisasên van bûyeran; him yê aşkere û him jî yê dizî, demeke zû derkevin holê û qisasên bûyeran, di wextek zû de derkevin li hember adaleta Zelandeya Nû.

PAK Ewrûpa

(Rêxistina Piştgirên PAKê li Ewrûpa)

16.03.2019

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin