PAK, êrîşa li dijî PSKyê ya li Manisayê şermezar kir

PAK, êrîşa li dijî PSKyê ya li Manisayê şermezar kir

Îro 25ê Cotmahê, li Manîsayê komeke nijadperest êrîş bire ser avahiya Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK). Bi vê hilkeftê Partiya Azadiya Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û ev êrîşa nijadperest şermezar kir.

A+A-

Di daxuyaniya ku ji aliyê Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê ve ji Rûpela Nû re hatî şandin de wisa hat gotin:

"Em êrişa ku li Teşkîlata Manîsa ya PSKyê hatîye kirin şermezar dikin.

Di çend saetên ewil ên roja 25.10.2018an de, çend kesên faşîst û nijadperest li Manîsaya bajarê Tirkiyeyê êrîş birin ser avahiya Teşkîlata PSKyê û zerara maddî jî dane avahiyê.

Ev êrîş ne bes êrîşeke ku li PSKyê tenê hatiye kirin.

Ev êrîş, êrîşeke faşîst, nijadeperst û şoven e û li hemû Kurd û Kurdistaniyan hatiye kirin.

Ev êriş êrîşa wan kes û aliyên ku ji azadiye, ji demokrasiyê, ji wekheviyê , ji çareseriyên bi rê û rêbazên siyasî û sivîl ditirsin e.

Tu êrîş dê nikaribe rê li ber têkoşîna gelê me ya ji bo azadiyê bigire.

Em êrîşa li ser avahiya Teşkîlata Manîsayê ya PSKyê hatiye kirin, şermezar dikin û em bi hevalên xwe yên PSKyê re ne."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin