PAK: "Enfal ne bes jenosîda li dijî gelê Kurdistanê bû, ew jenosîdeke li dijî mirovatîyê jî bû"

PAK: "Enfal ne bes jenosîda li dijî gelê Kurdistanê bû, ew jenosîdeke li dijî mirovatîyê jî bû"

Parlamentoya Kurdistanê roja 14ê Nîsanê, ji bo bibîranîna Enfala reş, îlan kirîye. Kurd ne tenê di roja 14ê Nîsanê de, wê tim û tim vê qirkirinê bîne bîra xwe û ew ê ji bîr neke.

A+A-

PAK : "Em Jenosîda Enfalê Ji Bîr Nakin!"

Sal 1986. Iraqa Seddam Huseyin li gel şerê bi Îranê re hêzeke mezin şand ser Kurdistanê. Armanc kuştina hemû mêrên Kurd ji 13 salî heta 70 salî bû. Ji bo ev armanc pêk bê, hemû rê û awa mubah bû; bombekirin, ji bin ve wêrankirina gund û bajaran, qetlîamên gelêrî, bikaranîna çekên kîmyayî û hwd.

Ev êrîşên hovane 3 salan berdewam kir, lê êrîşên herî mezin di sala 1988an de rûda, Helebçe yek ji wan êrîşan bû. Ne tenê Kurd her wiha Asûrî û Turkmenan jî ji van êrîşan para xwe girt. Di encamê de 182.000 Kurdistanî hatin kuştin, ji 4665 gundên başûrê Kurdistanê 4000ê wê bi erdê re kirin yek, bajarên wek Qeladiza, Seydsadiq yek mala ku ava, nema. 3000 mizgeft, 2000 dibistan, 300 nexweşxane û 27 dêr wêran kirin. Milyonek Kurdistanî cî û warên xwe berdan bi çol û çîya ketin. Elektrîk, telefon, rê hemû felc bûn, zevî û ziraet beyar man, heywanê wan kedî neman. Dema leşkerên Seddam trîbuna bendava Dukanê vekir, bi sedan gund bi xanî û mal û zevîyên xwe di binê avê de man.

Seddam û heramîyên wî navê vê jenosîdê ku wan ji Quranê girtibû, danîbû ”Enfal”. Enfal mana xwe ”xenîmeta şer” e. Belê rast e, Seddam ne tenê Kurdistan wêran kir, mêrên ku destê wan çek digre kuşt, her wiha wek DAÎŞa îroyîn, bi dehhezaran jinên kurd ber bi çolên Ereban ve mecbûrî koçberîyê kir, wek ”xenîmeta şer” dest danî ser wan, destdirêjî li wan kir û hinekên wan li sûkên dewletên Xelîcê firotin. Hîn îro jî li deverên Ereban, gorrên komkujîya Kurdan dertên holê.

Îşaretên qirkirina Kurdan hîn di sala 1983an de, dema bi girtin û kuştina hemû mêrên Barzanîyan ku bi dest xistibûn dîyar bûbû. Baasîyan avêtibû ser herêma Barzan, ji 10 heta70 salî, 8000 mêrên Barzanîyan dîl girtibûn û biribûn çolên başûrê Iraqê û hemû bi saxî binerd kiribûn. Jinên wan li Musul û Hewlêrê mecbûrê îqametê kiribûn.

Yek ji qetlîama herî mezin ku tarîxa modern şahid bûye, komkujîya Enfalê ye. Ew sê salên di navbera 1986-1989an de, Seddam ew êrîşên hov, di bin sîya şerê bi Îranê re kir. Emerîka, Ewropa, dinya , musilman, cîranên Kurdistanê hemû bêdeng man, çavê xwe girtin û xwe kerr kirin. Kîngê bi sedhezaran Kurd ji bo hewla canê xwe, li sînorên Tirkîyê asê bûn û ew dîmen bi rêya televizyona ketin malên Emerîkî û Ewropîyan, hîn nuh dezgehên navneteweyî dengên xwe bilind kirin. Hîn jî ew sûretên bi sedhezaran Kurd di serma û qesemê de ku xwe li sînorên Tirkîye, Îran û Sûrîyê dabûn di hafizeyan de teze ne.

Piştî 30 salên jenosîda Enfalê, li her çar perçeyên Kurdistanê komkujî, qetlîam û kuştin û wêranî hîna jî berdewam e. 

Lê belê, ne jenosîdên pêştir, na ya Enfalê, ne jî yên vê paşîyê lidarketine, nekarîbûye rê li ber doza azadîya Kurdistanê bigire. 

Li Başûrê Kurdistanê zarokên ku ji Enfalê filitî ne, li gel hemû pirsgirêk û êşên xwe ve îro di destê wan de ala rangîn, ber bi serxwebûnê ve dimeşin.

Li Rojavayê Kurdistanê, gelê me dikare bi yekgirtineke netewî û bi îdareyeke hevbeş statuyekê bidest bixe.

Li Rojhilatê Kurdistanê yekitîya netewî êdî ji hemû deman zêdetir, wek pêwîstîyeke esasî derdikeve pêş.

Li Bakurê Kurdistanê, rawestandina vî şerê heyî, daxwaz û pêwîstîyeke sereke ya gelê me ye. Li himber vî şerê heyî, helwesteke Kurdistanî , netewî û yekgirtî pêwîste. Divê Dewleta Tirk baş bizanibe çawa ku eve 90 sale nekarîbûye têkoşîn û daxwaza azadîyê ya gelê me ji holê rake, bi van kuştin û wêran kirinan dê îro jî nikaribe rê li ber doza azadîya Kurdistanê bigire. Ev mesele bi rêyên siyasî û bi dîyalogê dikare bê çareser kirin. PKK jî divê dest ji vî şerê xelet yê bi navê ‘’ozyonetima çekdarî’’ û ‘’xendekan’’ berde. Ev siyaset zerarê dide gelê me, dide welatê me.

Belê, Enfal ne bes jenosîda li dijî gelê Kurdistanê bû, ew herweha jenosîdeke li dijî mirovatîyê jî bû. 

Bi hemû wehşet û wêrankarîya xwe Enfalê jî xelkê Kurd teslîm negirt. Gelê kurd ew 4000 gund û bajarên xwe ji nû ve ava kirin, rê û pire ji berê jî çêtir kirin. Zevî ji nû ve şîn bûn, kerîyên pez û garana dewaran li mêrgên Kurdistanê ji nuh ve çêrîyan. Li ser axa xwe, xwe bi xwe îdare kir, azadî û demokrasîyeke ku tu car ew ax nebûye şahid, anî.

Dewleta Federa ya Kurdistana Başûr îro ne tenê ji bo Kurdan, herweha ji bo Asûrî, Turkmen, Ereb, ji hemû etnîsîte, Êzîdî, Suryanî, Kildanî, Şebek, Ehlî Heq, Şiî hemû ol û mezhebî re bûye sitar. Gele Kurd him xwe û him jî mirovatîyê ji DAÎŞê û ji hemû êrîşên hovane diparêze.

Divê dinya êdî vekirî piştgirîya gelê Kurd bike ku xwe bi xwe îdare bike, mecbûrî jîyana bi dewletên ku ev keraset anîne serê wan, neke. Divê em hemû Kurdên li dinyayê, Dewleta Federe ya Kurdistana Başûr biparêzin û bi xwîn û can bi meşa wan a ber bi serxwebûnê re bin. Beşek be jî tu car gelê Kurdistanê hewqas nêzîkî serxwebûnê nebûye.

Parlamentoya Kurdistanê roja 14ê Nîsanê, ji bo bibîranîna Enfala reş, îlan kirîye. Kurd ne tenê di roja 14ê Nîsanê de, wê tim û tim vê qirkirinê bîne bîra xwe û ew ê ji bîr neke.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin