PAK: Em Xalid Begê Cibrî û Yusuf Zîya Beg bi giramî bibîr tînin

PAK: Em Xalid Begê Cibrî û Yusuf Zîya Beg bi giramî bibîr tînin

Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) bi hilkefta 94emîn salvegera şehadeta Xalid Begê Cibrî û Yusif Zîya Beg, peyamek weşand: "Em wek PAKê, xwe berdewamîya rêbaza Teşkîlata Azadîyê, berdewamîya têkoşîna Xalid Beg û Yûsûf Zîya Beg dibînin."

A+A-

Di peyama ji alîyê Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê va, ji Rûpela Nû ra hatî şandin da wisa hat gotin:

"Em Xalid Begê Cibrî û Yusuf Zîya Beg bi giramî bibîr tînin

Di dîroka Kurdistanê de ji serhîildanên herî girîng yek jî ‘Serhildana Şêx Seîd’ e. Wekî tê zanîn amadekarîya vê serhildanê ji aliyê Teşkîlata Azadîyê ve hatibû destpê kirin.

Teşkîlata Azadîyê di sala 1921ê de hate damezrandin. Serokê wê jî Xalid Begê Cibrî bû û Yusuf Zîya Beg jî yek ji rêberên Teşkîlata Azadîyê bû.

Lê mixabin berîya ku amadehîya serhildanê temam bibe, Dewleta Tirkîyeyê pê hesîya û du rêveberên Teşkîlata Azadîyê girtin.

Piştî girtina Xalid Begê Cibrî û Yûsûf Zîya Beg, bi provakasyoneke Dewleta Tirkîyeyê , serîhildan ji dema ku hatibû plan kirin zûtir dest pê bû. Û rêberê netewî, olî û civakî yê gelê Kurdistanê Şêx Seîd serokatîya vê serîhildanê kir.

Serokê Teşkîlata Azadîyê Xalid Begê Cibrî û rêveberê Teşkîlata Azadîyê Yûsûf Zîya Beg, 94 sal berê, di roja 14ê Nîsana 1925an de ji alîyê Dewleta Tirkîyeyê ve li Bedlîsê hatine kuştin. Xalid Begê Cibrî hat gulebarankirin, Yusuf Zîya Beg hat îdam kirin. Herdu rêberên gelê Kurdistanê, ji ber amadekarîyên Teşkîlata Azadîyê yên ji bo serîhildaneke netewî hatin qetil kirin.

Em wek PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê) xwe berdewamîya rêbaza Teşkîlata Azadîyê, berdewamîya têkoşîna Xalid Beg û Yûsûf Zîya Beg dibînin û ji bo armanca wan a Kurdistaneke azad têdikoşin.

Di 94emîn salvegera şehadeta wan de, em Xalid Begê Cibrî, Yusuf Zîya Beg û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bibîrtînin. 14.04.2019

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin