PAK: Em welatperwerê Kurd Vedat Aydin bi giramî bi bîr tînin

PAK: Em welatperwerê Kurd Vedat Aydin bi giramî bi bîr tînin

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi hilkefta 27emîn salvegera şehîdkirina Welatperwerê Kurd Vedat Aydınî peyama bibîranînê weşand.

A+A-

Di peyama ji hêla Buroya çapemenî û Ragihandinê ya PAKê ve belavkirî de wisa hat gotin:

 "Em welatperwerê Kurd Vedat Aydin bi giramî bi bîr tînin

JİTEMa Dewleta Tirkiyeyê, Vedat Aydın di roja 05.07.1991ê de revand. Di roja 07.07.1991ê de cenazeya wî li kêleka rê hate dîtin. Vedat Aydın bi îşkenceyê hatibû qetilkirin.

Di roja 10ê Tîrmeha 1991ê de bi deh hezaran kes li Amedê beşdarî merasîma cenazeyê Vedat Aydin bûn. Polîs û hêzên taybet ên Dewleta Tirkiyeyê bi çekan êrîşî ser girseyê kirin. Di encama vê erîşê de gelek kes hatin kuştin û birîndar bûn. Lê dîsa jî cenazeya Vedat Aydın li Amedê hete definkirin.

Vedat Aydın kadroyekî KİP/DDKDyê bû û ji vê dozê di hepsa Diyarbekirê de razabû. Gava ku hate qetilkirin jî Serokê Teşkîlata HEPê ya Amedê bû.

Em di 27emîn salvegera şehadeta wî de , welatperwerê Kurd Vedat Aydın û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bi bîr tînin."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin