PAK: Em Seyîd Riza û hevalên wî bi giramî bi bîr tînin

PAK: Em Seyîd Riza û hevalên wî bi giramî bi bîr tînin

Bi hilkefta 81emîn salvegera şehadeta Seyîd Rizayê Nemir û hevalên wî Partiya Azadiya Kurdistanê peyamek belav kir û di şexsê Seyîd Rizayî de hemû qurbaniyên jenosîdê bi bîr anîn.

A+A-

Di peyama ku ji aliyê Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê ve hatî şandin de wisa hat gotin:

"Em Seyîd Riza û hevalên wî bi giramî bi bîr tînin

81 sal berê, di  roja 15.11.1937an de  rêveberê qehreman ê serhildana Dêrsimê Seyid Riza û 6 hevalên wî li Elezîzê li Meydana Ereseya Genim bi awayekî zalimane hatin îdamkirin.

Dewleta Tirkîyeyê, digot qey bi kuştina Seyîd Riza  û kurê wî Resik Huseyin, Husênê Demenanî, Hesen û Seyîd Husênê Qureyşanî, Elîyê Kalanî û Findik Axayê Yûsifanî, ewê gelê  Kurd ê qedîm û xwedîyê kultureke bi hêz qir bikin û ji navê rakin.

Dewleta Tirkîyeyê bi siyaseta şaş û nemirovane, bi deh hezaran însanên me qetil kirin. Bi hezaran jin û zarok û kal û pîr dane ber gulleyan. Bi gotina kesên ku qesasên  qetlîamê bûne, bi jahra mişkan gelê me  qir kirine. Lê Dewleta Tirkîyeyê  her wekî  Şêx Seîd û hevalên wî, ciyê mezelên Seyîd Riza û hevalên wî jî veşartin û heta îro jî cîhê mezelên wan nayê zanîn.

Dewleta Tirkîyeyê  bi qetlîamên  Qoçgirîyê, Şêx Seîd, Zîlan, Sason û yên din xwest Kurdistanê bi temamî dagir bike û gelê me bi  qirkirin û  nefî kirinê ji holê rabike.Qetlîama Dêrsimê û darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî jî berdewamîya vê sîyasetê bû.

Helbete ku têkoşîna azadîya Kurdistanê bi qetlîam û jenosîdan ranewestîya ye.

Nevîyên Şêx Seîd, Seyid Riza, Xalid Begê Cibrî, Îhsan Nûrî Paşa, Qazî Mihemed, Mele Mustafa Barzanî  îro jî wê alaya ku pêşewa Qazî Mihemed teslîmî Mele Mistefa Barzanî yê nemir kiribû, li her çar perçeyên Kurdistanê bi xwîna şehîdan, bi ked û xebata dilsozane ya welatperweran her bilind dikin.

Di 81emîn salvegere qetilkirina wan de,  di şexsê Seyîd Riza de em hemû qurbanîyên vê jenosîdê û hemû şehîdên Kurdistanê bi rêz û hurmet bibîrtînin."

  15.11.2018

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin