PAK: Em qesasên qetlîama Sêwasê rûreş dikin, yên jîyana xwe ji dest dane bi giramî bi bîr tînin

PAK: Em qesasên qetlîama Sêwasê rûreş dikin, yên jîyana xwe ji dest dane bi giramî bi bîr tînin

PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê) jiber 27emîn salvegera qetlîama Sewasê bi daxuyanîyekê rûreş kir. PAKê got “Ev êrîş binpê kirina mafê jiyanê bû, li dijî mafê ramanî û bawerîyên cuda bû.”

A+A-

Berdawamîya daxuyanîya PAKê wiha ye:

 

Di roja 2yê Temmûza 1993yan de qalabalixîyeke mezin  êrîşeke ne mirovane  birin ser Hotêla Madimakê ya ku beşdarên şahîyê lê diman û Hotêl şewitandin. Di encamê de 33  Reweşenbîr û hunermed  û 2 xebatkarên  Hotêlê  hatin şewitandin, ji ber dûxanê fetisîn.

 

Êrîşkeran bi sloganên weke ‘’Sêwas ji yên laîk re dê  bibe mezel’’, li ber çavên polîs û hêzên ewlekarîyê yên dewletê  êrîş biribûn ser Hotêlê.

 

Ev êrîş binpê kirina mafê jiyanê bû, li dijî mafê ramanî û bawerîyên cuda bû.

 

Bi minasebeta vê qetlîamê hinek doz hatin vekirin. Lê mixabin tu encam jê nehatin girtin, qesas û piştgirên vê qetlîamê heta îro jî nehatine  aşkere kirin, nehatine ceza kirin.

 

Em qesas û  êrişkerên vê qetlîamê û yên li pişta wan bûn, yên wan diparastin bi tûndî rûreş dikin.

 

Em di 27emîn salvegera vê qetlîamê de, qurbanîyên  qetlîamê bi giramî bibîr tînin.

02.07.2020

 

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin