PAK: Em jenosîda Şingalê ya ku li ser Kurdên Êzidî pêk hatî ji bîr nakin, em qesasan rûreş dikin

PAK: Em jenosîda Şingalê ya ku li ser Kurdên Êzidî pêk hatî ji bîr nakin, em qesasan rûreş dikin

PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê) jiber 6emîn salvegera komkujîya Kurdên Êzidî daxuyanîyek belav kir û got: “Em jenosîda Şingalê ya ku li ser Kurdên Êzidî pêk hatî ji bîr nakin, em qesasan rûreş dikin”

A+A-

Daxuyanîya PAKê wiha ye:

Îro şeşemîn salvegera êrîşa DAIŞ a hov û terorîst a li ser Şingalê û derdora wê û komkujiya Kurdên Êzidî ji aliyê vê rêxistinê ve ye.

Roja 3ê Tebaxa 2014an, rêxistina DAIŞê êrîşeke berfireh bir ser navçeya Şingalê û derdora wê û bi hezaran welatîyên sivîl ên Kurdên Êzidî kuştin, û bi hezaran keç û jin û zarokên Êzidî jî êxsîr kirin.

Di wê êrîşê de bi sedan hezar xelkê sivîl ên Kurdên Êzidî mecbûr man cîh û warê xwe bihêlin, terk bikin.

Birîna jenosîda Şingalê ya ku xuşk û birayên me yên Kurdên Êzidî tûşî bûne, birîneke kûr e û ya hemû Kurd û Kurdistanîyan e.

Heta nuha jî gelek keç û jinên Kurdên Êzidî di destê DAIŞ a hov de ne, wendayî ne.

Heta nuha jî piranîya gelê me yê ku mecbûr mane Şingalê terk bikin, nekarîne vegerin ser cih û warên xwe.

Parlamento û Hikûmeta Herêma Kuristanê divê ji bo pêçana birîna xuşk û birayên me yên Kurdên Êzidî bernameyeke taybet deynin ber xwe û bi cîh bînin.

Em jî piştgirîya banga Serokê Herêma Kuristanê Rêzdar Nêçrivan Barzanî ya ku ya li Netewên Yekgirtî kiriye da ku jenosîda Kurdên Êzidî bi fermî ji alîyê Netewên Yekgirtî bê qebûl kirin dikin.

Di şeşemîn salvegera jenosîda Şingalê ya ku xuşk û birayên me yên Kurdên Êzidî tûşî bûne de,em DAIŞ ê û hemû piştgirên wan careke din rûreş dikin.

Em di 6êmîn salvegera jenosîda Şingalê ku xuşk û birayên me yên Kurdên Êzidî tûşî bûne de, em hemû şehîdên vê jenosîdê bi giramî bibîr tînin; em xemxur û şirîkê hmû êş û birînên xuşk û birayên me yên Kurdên Êzidî ne.

Di şeşemîn salvegera jenosîda Şingalê ya ku xuşk û birayên me yên Kurdên Êzidî tûşî bûne de,em DAIŞ ê û hemû piştgirên wan careke din rûreş dikin.

03.08.2020

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin