PAK: Em Jenosîda Ermenan rûreş dikin

PAK: Em Jenosîda Ermenan rûreş dikin

Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) bi hilkefta 104emîn salvegera qirkirina ermenan peyamek belav kir û jenosîdê rûreş kir.

A+A-

Di peyamê de wisa hat gotin:

"PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê ):

Em Jenosîda Ermenîyan Rûreş Dikin

Dewleta Osmanî di sala 1915an de nêzikî 1.5 milyon Ermenî bi awayekî plankirî qetil kir.

Jenosîda Ermenîyan jenosîdeke mezine di nav jenosîdên di cîhanê de.

Jenosîda Ermenîyan qirkirina miletekî ye û bi destê Dewleta Osmanî ve  hatiye kirin!

Komara Tirkîyeyê ku li ser mîratê Osmaniyan ava bûye, heta nuha ev jenosîda li ser Ermenîyan jî, yên li ser Kurdan jî wek qirkirina miletekî , wek jenosîdekê qebûl nekirîye.

Em di salvegera 104an ya jenosîda Ermenîyan de careke din Dewleta Osmanî û "İttihat Teraki" bi tundî rûreş dikin. 24.04.2019

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê"

Ev nûçe 162 caran hatiye xwendin
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin