PAK: Em êrîşa li ser karkerên Kurd ya li Sakaryayê rûreş dikin

PAK: Em êrîşa li ser karkerên Kurd ya li Sakaryayê rûreş dikin

PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê) bi daxuyaniyek êrişa li ser karkerên Kurd ya li Sakaryayê şermezar kir.

A+A-

 

"Ji alîyê xwedîyê zevîyê findeqan ve êrîşek li ser malbateke Kurd ya Mêrdînî ku ji bo karên Bindeq/findiqê li Sakaryayê bûn hat pêkanîn.

Êrîşker ji alîkî ve li beramaber malbata karkerên kurd hêzeke zêde pêkanîne, ji alîyê din ve jî ji ber nasnameya wan ya Kurdî heqaret, çêr û nîjadperestîyê kirine.

Parêzgerê Sakaryayê û hinekî kesên nêzîkê AKPyê, pêşî ev bûyera înkar kirin, îdîa kirin ku ev wek nûçeyeke çêkirî ye, derew e.

Lê beyanên malbata ku tûşî êrîşê bibûn baş dîyar dike ku bûyereke weha qewimîye û dîyar dibe ku êrîşker bi gotin û kiryarên xwe jî nîjadperestîyê û dijminahîya kurdan dikin.

Egerên wê çi dibe bila bibe, ev êrîşa hem êrîşeke li ser mafê mirovan e, hem jî heqaret û gotinên biçûkxistinê û nefretê yên li himberî nasnameya malbata kurd, êrîşeke li himberî hemû kurdan hatîye kirinê ye.

Ev êrîşa nîjadperest, di esasê xwe de berhema sîyaseta nîjadperestî ya ku Dewleta Tirkîyeyê li himberî kurdan dimeşîne ye. Herweha ev ne êrîşa yekem a nîjadperest e.

Rayedarên Dewleta Tirkîyê yên di hemû astê de, dezgehên ragihandinê yên nîjadperest amadekar û berpirsên êrîşên bi vî rengî ne.

Jiber sîyaseta dijayetîya Kurd ya hemû dezgehên Dewleta Tirkîyê, miletê kurd jiber nasnameya xwe, di hemû warên jîyanê de tûşî êrîşên nîjadperest û şowenan dibe.

Em hemû êrîş û gotin û heqaretên nîjadperestî yên ku li ser malbata kurd li Sakaryayê pêk hatine rûreş dikin. Em bang li hemî dezgehên têkildar yên îdarî yên Dewleta Tirkîyê dikin ku dev ji înkar kirin û veşartina vê bûyerê, dev ji berovajî kirina heqîqeta bûyerê berdin.

Hemû êrîşkerên vê bûyerê, hem ji bo vê êrîşa ne mirovane û hem jî jibo gotinên xwe yên nîjadperest yên li dijî nasnameya Kurdî divê demildest bêne darizandin."
 

05.09.2020

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin