PAK: Dr. Abdurahman Qasimlo di têkoşîna azadiya Kurdistanê de dijî

PAK: Dr. Abdurahman Qasimlo di têkoşîna azadiya Kurdistanê de dijî

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi hilkefta 29emîn salvegera şehadeta Dr. Abdurahman Qasimlo peyamek weşand.

A+A-

Di peyama ku ji aliyê Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê ve hate belavkirin de wisa hate gotin:

"Dr. Abdurahman Qasimlo di têkoşîna azadiya Kurdistanê de dijî

Sekreterê Giştî yê PDKÎ (Partîya Demokrat a Kurdistan a İranê) Dr. Abdurahman Qasimlo di 13yê Tîrmeha 1989an de li Wiyeneya paytextê Awûsturyayê li gel Berpirsyarê Derveyî Welêt yê PDKÎ yê Ebdulla Qadirîzade û Dr.Fazil Resûl ê ji başûrê Kurdistanê, ji alîyê îstîxbarata Îranê ve di otelê de hatin qetilkirin.

Dr. Abdurahman Qasimlo û hevalên xwe gava civîna goftûgoyan ya bi dîplomatên Dewleta Îranê re lidardixistin, ji alîyê sîxurên Dewleta Îranê ve tûşî vê komployê bûn.

Mixabin, Dewleta Awûstûryayê, di derbarê qesas û plangerên vê qetlîamê de tu doz venekirîye.

Dr. Abdurahman Qasimlo, sîyasetmedar, rewşenbîr û dîplomatekî welatperwer bû.

Dr. Abdurahman Qasimlo herweha pêşmerge û rêberekî bi tecrube û hêja bû ku, ne bes ji kîsê PDKÎyê, lê belê ji kîsê hemû Kurd û Kurdistanîyên cîhanê çû.

Dewleta Îranê berîya qetil kirina Qazî Muhammed, Dr. Abdurahman Qasimlo û Dr.Sadiq Şerefkendî jî, piştî wan jî gelek caran bi rêyên komplo û kuştinan xwestîye têkoşîna azadîya gelê me ya li Rojhilatê Kurdistanê bifetisîne. Lê belê tu komplo û qetlîaman nikaribûye rê li ber têkoşîna azadîya gelê me bigire.

Ew ala ku Pêşewa Qazî Muhammed teslîmî Mele Mistefa Barzanîyê nemir kiribû îro jî li rojhilatê Kurdistanê di destê pêşmergeyên qehreman de liba dibe. Ala Kurdistanê li hemû perçeyên Kurdistanê ji bo azadî û serxwebûnê tê hildan.

Dr. Abdurahman Qasimlo û hemû şehîdên Kurdistanê, di têkoşîna hemû şervanên qehreman û kedkarên doza azadîyê de dijîn.

Di 29emîn salvegera şehadeta wan de em Dr. Abdurahman Qasimlo û hevalên wî bi giramî bibîr tînin û bi vê minasebetê careke din jî em Dewleta Îranê rûreş dikin."

dr.-a.qasimlo2-2.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin