PAK: "Divê Kurd nehên leystikê û nebin alîyê şerî"

PAK: "Divê Kurd nehên leystikê û nebin alîyê şerî"

Lê divê hemû partîyên sîyasî, dezgehên sivîl û rewşenbîrên Kurdistanê neyên vê lehîstikê; divê Kurd nebin alîyê şerî.

A+A-

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê di 04.10.2016 daxuyanîkê ragihand;

"Hevserokên HDPê Selahatîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û 11 parlamenterên HDPê ji alîyê polîsên Tirkîyê ve hatin desteser kirin.

Em vê biryara Dewleta Tirk şermezar dikin.Divê demildest bêne berdan.

Dewleta Tirk di sala 1993yan de hinek parlamenterên DEPê hevs kiribûn. Îro dîsa eynî wêne derdikevin pêş.Bi dehan caran e ku Dewleta Tirk van şêweyan wekî çareserîyekê ji xwe re dibijêre. Lê tecrubeyên heyî  îspat kiriye ku bi girtin, kuştin û wêran kirinan tu mesele çareser nebûne û dê nebin jî.

Dewleta Tirk dixwaze bi girtina sîyasedmedar, rojnamevan, rewşenbîrn, bi tayîn kirina qeyûman, hemû rêyên sîyasî, demokratîk û sivîl li ber Kurdan bigire; dixwaze bes rêya şerî bide ber gelê Kurdistanê. Lê divê hemû partîyên sîyasî, dezgehên sivîl û rewşenbîrên Kurdistanê neyên vê lehîstikê; divê Kurd nebin alîyê şerî.  

Îro li Amedê li navçeya Rezan teqîneke bombeyî lidarket. Li gorî agahîyên heyî, nêzî  100 kesî  birîndar in, 8 kes jî  mirî  hene.Ji alÎyê kê hatibe lidarxistin jî, em vê êrîşa terorî ya ku zerareke mezin daye gelê me, daye doza azadîya Kurdistanê, şermezar dikin."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin