PAK: Divê erîşên  li ser Başûrê Kurdistanê  bêne rawestandin

PAK: Divê erîşên li ser Başûrê Kurdistanê bêne rawestandin

PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê) bi daxuyanîyekê daxwaza rawestandina êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê kir.

A+A-

Daxuyanîya PAKê wiha ye:

Dewleta Tirkîyeyê , bi heceta ku êrîşî PKKyê dike, şeva 14.06.2020an de careke din bi gelek balafiran êrîşî ser axa Başûrê Kurdistanê kir.

Gelek deverên ku sivîl lê bicîhin jî dibin armancên van êrîşan.

Dewleta Tirkîyeyê divê bizanibe bi êrîş û qedexeyan û bi dijayetîya Kurdan dê nikaribî tu pirsgirêkan çareser bikî.

Bi êrîş û şer pirsgirêk aloztir dibin

PKK jî divê dest ji çalakîyên xwe yên çekdarî berde.Şerê çekdarî zerarê digihîne destkeftin û xebata sivîl, sîyasî û demokratîk ya li Bakurê Kurdistanê.

Herweha şerê çekdarî û tevgerên PKKyê yên li Başûrê Kurdistanê zerarê digihîne destkeftîyên gelê me yê Başûrê Kurdistanê jî. Divê PKK rêzê li desthilatdarîya Parlamento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bigire.

Divê ev êrîş û şer rawestin û bi diyalogê, bi guftûgoyan bi rêyên sîyasî hemû partî û alîyên Bakurê Kurdistanê ji alîyê Dewleta Tirkîyeyê ve mixatab bêne girtin. Îro li Bakurê Kurdistanê rêya çareserîya pirsgirêkan rêbazên sîyasî ne, guftûgo ne.

Dewleta Tirkîyeyê divê rêzê li desthilatdarîya Parlamento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bigire û demildest bila ev êrîş bêne rawestandin.

Netewên Yekbuyî, Hêzên Koalîsyona Navnetewî yên li Iraqê û li Kurdistanê, Hikûmeta Bexdayê û ya Herêma Kurdistanê divê li himberî van êrîşan nerazîbûna xwe dîyar bikin.

15.06.2020

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin