PAK: Divê dewletên cîhanê neheqîya ku di Peymana Lozanê de li Kurdan bûye telafî bikin

PAK: Divê dewletên cîhanê neheqîya ku di Peymana Lozanê de li Kurdan bûye telafî bikin

.

A+A-

Peymana Lozanê di roja 24.07.1923yan da, li bajarê Lozan a Îsvîçreyê, di navbera,Dewleta Tirkîyeyê, Îngîltere, Fransa, Îtalya, Japonya, Yûnanîstan, Romanya, Bûlgarîstan, Portekîz, Belçîqa û Yûgoslawyayê da hate îmze kirin.Gelek mijarên vê peymanê hebûn. Lê mijareke esasî dabeşkirina axa Kurdistanê ya di bin desthilatdarîya Osmanîyan de bû.

Bi Peymana Lozanê ve axa Kurdistanê ya di bin desthilatdarîya Osmanîyan de di navbera Dewleta Tirkîyeyê, Îngîltere û Fransayê da hate dabeş kirin. Paşê beşê di bin desthilatdarîya Îngîltere da ji Dewleta Iraqê ra, beşê di bin desthilatdarîya Fransayê da jî ji Dewleta Sûrîyeyê ra ma.

Peymana Lozanê rê vekir ku Kurdistan ji nû ve bê dagir kirin û nuha jî li ser wî esasî Kurdistan ji alîyê Dewletên Tirkîye, Îran, Iraq û Sûrîyeyê ve hatîye dagir kirin.

Peymana Lozanê, tune hesibandün û binpê kirina îradeya gelê Kurdistanê ye, ne meşrû ye, ne hiqûqî ye.

Tekoşîna azadîya Kurdistanê ya li her çar perçeyên Kurdistanê, her roj, bi bidest xistina destkeftîyên girîng yên dîrokî, derzê li Peymana Lozanê dixe.

Tu şika me jê tuneye ku rojek dê bê, wê gelê me bi têkoşîna xwe û bi bi piştgirîya dostên xwe yên navnetewî, vê peymana qirêj bavêje ser sergoyê dîrokê û dê her çar perçeyên Kurdistanê jî azadîya xwe bidest bixin.

Di 99emîn salvegera Peymana Lozanê da em bangî Dewletên wek Îngîltere, Fransa, Emerîka, Rûsya, Almanya û dewletên cîhanê yên akrorên esasî ne dikin, vê neheqîya ku bi Peymana Lozanê li gelê Kurdistanê hatîye kirin telafî bikin, vê neheqîyê ji holê rakin..

Di demeke ku li Rojhilata Nêzîk û Rojhilata Navîn da ji nû ve nexşe têne çêkirin , hemû dewletên cîhanê divê li her çar perçeyên Kurdistanê, piştgirîya mafê azadî, statuteyeke sîyasî,coxrafî, neteweyî û xwe bi xwe îdare kirina gelê Kurdistanê bikin. Em bangî gelên van dewletên cîhanê dikin da ku bi zext û hêza xwe ya li ser desthilatdarîyên dewleta xwe, bibin piştgir, alîkar , hevalbend û aktorên pêk anîna azadîya gelê Kurdistanê.

Peymana Lozanê helbete ku bi hebûn, têkoşîn, yekgirtin û tifaqa gelê Kurdistanê ya netewî, demokratîk dê bê tune kirin. Gelê Kurdistanê divê bi sebir û bi sîyaseteke aqilane, di qada navnetewî da dostên xwe zêde, dijminên xwe kêm bike da ku em bikaribin pêvajoya azadîya her çar perçeyên Kurdistanê kurtir bikin.

24.07.2022

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

1-278.jpg2-308.jpg3-285.jpg5-176.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin