PAK: Divê dewletên cîhanê neheqîya ku di Peymana Lozanê de li Kurdan bûye telafî bikin

PAK: Divê dewletên cîhanê neheqîya ku di Peymana Lozanê de li Kurdan bûye telafî bikin

PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê) di salvegera Peyama Lozanê de daxuyanîyek belav kir û got “Bi Peymana Lozanê ve axa Kurdistanê ya di bin desthilatdarîya Osmanîyan de di navbera Dewleta Tirkîyeyê, Îngîltere û Fransayê de hate dabeş kirin.”

A+A-

 

Daxuyanîya PAKê wiha ye:

Peymana Lozanê di roja 24.07.1923yan de, li bajarê Lozan a Îsvîçreyê, di navbera,Dewleta Tirkîyeyê, Îngîltere, Fransa, Îtalya, Japonya, Yûnanîstan, Romanya, Bûlgarîstan, Portekîz, Belçîqa û Yûgoslawyayê de hate îmze kirin.Gelek mijarên vê Peymanê hebûn. Lê mijareke esasî dabeşkirina axa Kurdistanê ya di bin desthilatdarîya Osmanîyan de bû.

Bi Peymana Lozanê ve axa Kurdistanê ya di bin desthilatdarîya Osmanîyan de di navbera Dewleta Tirkîyeyê, Îngîltere û Fransayê de hate dabeş kirin. Paşê beşê di bin desthilatdarîya Îngîltere de ji Dewleta Iraqê re, beşê di bin desthilatdarîya Fransay ê de jî ji Dewleta Sûrîyeyê re ma.

Peymana Lozanê rê vekir ku Kurdistan ji nû ve bê dagir kirin û nuha jî li ser wî esasî Kurdistan ji alîyê Dewletên Tirkîye, Îran, Iraq û Sûrîyeyê ve hatîye dagir kirin.

Peymana Lozanê, tune hesibandün û binpê kirina îradeya gelê Kurdistanê ye, ne meşrû ye, ne hiqûqî ye.

Tekoşîna azadîya Kurdistanê ya li her çar perçeyên Kurdistanê, her roj, bi bidest xistina destkeftîyên girîn yên dîrokî, Peymana Lozanê pûç dike.

Tu şika me jê tuneye ku rojek dê bê, wê gelê bi têkoşîna xwe û bi bi piştgirîya dostên xwe ^Yen navnetewî, vê peymana qirêj bavêje ser sergoyê dîrokê û dê her çar perçeyên Kurdistanê jî azadîya xwe bidest bixin.

Di 97emîn salvegera Peymana Lozanê de em bangî Dewletên wek Îngîltere, Fransa, Emerîka, Rûsya, Almanya û dewletên cîhanê yên akrorên esasî ne dikin, vê neheqîya ku bi Peymana Lozanê li gelê Kurdistanê hatîye kirin telafî bikin.

Di demeke ku li Rojhilata Nêzîk û Rojhilata Navîn de ji nû ve nexşe têne çêkirin , hemû dewletên cîhanê divê li her çar perçeyên Kurdistanê, piştgirîya mafê azadî, statuteyeke sîyasî û xwe bi xwe îdare kirina gelê Kurdistanê bikin. Em bangî gelên van dewletên cîhanê dikin da ku bi zext û hêza xwe ya li ser desthilatdarîyên welatê xwe, bibin piştgir, alîkar , hevalbend û aktorên pêk anîna azadîya gelê Kurdistanê.

Peymana Lozanê helbete ku bi hebûn, têkoşîn, yekgirtin û tifaqa gelê Kurdistanê ya netewî, demokratîk dê bê tune kirin. Gelê Kurdistanê divê bi sebir û bi sîyaseteke aqilane, di qada navnetewî de dostên xwe zêde, dijminên xwe kêm bike.

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin