PAK: 'Di pirsa Kurd de ji bo çareseriyeke siyasî bila Emerîka siyaseteke bi bandor bimeşîne'

PAK: 'Di pirsa Kurd de ji bo çareseriyeke siyasî bila Emerîka siyaseteke bi bandor bimeşîne'

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) biryara Amerîkayê ya ku li ser 3 serkirdeyên PKKê xelat diyar kiribû nirxand û got: Ev diyardeya piştguhkirina pirsa Kurd e û bo çareseriya siyasî ya pirsa Kurd divê Amerîka siyaseteke bi bandor bimeşîne.

A+A-

Di payama ku ji aliyê Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê ve ji Rûpela Nû re jî hat şandin de wisa hat gotin:

"Di pirsa Kurd de ji bo çareseriyeke siyasî bila Emerîka siyaseteke bi bandor bimeşîne

Dewleta Emerîkayê aşkere kir ku, kî cihê 3 rêvebirên PKKyê îxbar bike, dê wan bi milyonan dolar pere xelat bike. Ev biryara Emerîkayê dubare nîşana wê yekê ye ku, eslê meseleyê bixwe tê piştguhkirin.

Mesele mesleya Kurd û Kurdistanê ye. Ji ber wê jî, nabe ku ev mesele weke hinek alî dibêjin ‘ev mesele meseleya terorê ye’ bê binavkirin; yan jî bes weke meseleya PKKyê bê dîtin. Ev mesele, meseleya miletekî ku azadiya wî hatiye binpêkirin e; meseleya wekî her miletekî cîhanê, bi statuyeke siyasî, li ser erdê welatê xwe, bi awayekî azad xweîdarekirina miletekî ye.

Dewleta Emerîkayê heger bi rastî jî dixwaze di çareserkirina pirsgirêkên heyî de roleke erênî bilîze, divê dest ji van rêyên ku ji bo girtina hinek kesan xelata peredayînê berde. Beriya her tiştî, Dewleta Emerîkayê ji bo ku Dewleta Tirkiyeyê û PKK dest ji vî şerê heyî berdin, ji bo deriyê çareseriya siyasî vebe, bila siyaseteke bi bandor bimeşîne.

Ev şerê ku Dewleta Tirkiyeyê û PKK îro dimeşînin, di eslê xwe de pirsgirêkan aloztir dike, rêya çareseriyê dixitimîne û rewşa heyî jî xerabtir dike.

Di çareserkirina pirsa Kurd de, ji bo ku rê û rêbazên sivîl, siyasî, demokratîk bibin tekane şêwe, divê UN (Netewên Yekbûyî), Emerîka, Dewletên Ewrûpa, Rûsya û dewletên din ên cîhanê, helwesteke hîn bi bandor û encamwergir bistînin.

Ji bo rê li çareseriyeke sîyasî vebe, divê Dewleta Tirkiyeyê dest ji vê siyaseta xwe ya şer û tûndûtûjiyê û ya dijayetiya Kurdan berde. Şerê ku îro PKK dimeşîne, rê ji êrîş û şerê Dewleta Tirkiyeyê xweştir dike, rê ji tunekirina destkeftiyên heyî xweştir dike. Ev şerê ji meha temûza 2015an û heta îro berdewam e, ev rastiyê raxistiye ber çavan. Divê PKK demildest şerî rawestîne, dawî li çalakiyên xwe yên çekdarî bîne."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin