PAK: Di derbarê hevalê me Vahit Aba de biryara li Amedê ‘hevsa li malê’  hate dayîn

PAK: Di derbarê hevalê me Vahit Aba de biryara li Amedê ‘hevsa li malê’ hate dayîn

Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) di derbarê endamê Komîteya Birêvebir a Navendî ya PAKê Vahit Aba daxuyanîyek belav kir.

A+A-

 

Navenda Nûçeyan- Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) di derbarê endamê Komîteya Birêvebir a Navendî ya PAKê Vahit Aba daxuyanîyek belav kir. Di daxuyanîyê de wiha tê gotin:

 

 

Di derbarê hevalê me, endamê Komîteya Birêvebir a Navendî ya PAKê Vahit Aba de biryara  ‘hevsa li malê’  hate dayîn.

 

Polîsên Emnîyeta Dîyarbekirê bi awayekî bêûsûlî roja 11.10.2019an di seet 02.00yê sipêdê de girtibûn ser mala hevalê me Vahit Aba û wî  desteser kirîbûn.

 

 

Hevalê me bi beşdarîya  parêzerê xwe, li Emnîyeta Dîyarbekirêkete ber lêpirsînê.

 

Sedema  desteserkirina hevalê me Vahit Aba, parve kirina daxuyanîya PAKê ya di derbarê êrîşa Dewleta Tirkîyeyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê  bû.

 

PAKê di roja 10.10.2019an bi daxuyanîyekê êrîşa Dewleta Tirkîyeyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar kiribû.

 

Polîs û dozger û mehkemeyê ji ber vê parve kirinê, hevalê me Vahit Aba, bi  ‘propaganda kirina sîyaseta PKKyê’ îtham kir. Endamê Komîteya Birêvebir a Navendî ya PAKê  hevalê me Vahit Aba, li Emnîyeta Dîyarbakirê jî, li ber dozger jî, li ber Mehkemeya Dîyarbekirê jî, daxuyanîya PAKê parast; lê îthama propaganda kirina PKKyê red kir.

 

Mehkemeya Dîyarbekirê di encamê de, bi îthama ‘propagandaya PKKyê’’ doz di derbarê hevalê me Vahit Aba de  vekir û biryara  ‘hefsa li malê’  hate dayîn.

 

Hevalê me Vahit Aba li Amedê dê li mala xwe wek hefsî be, dê nikaribe derkeve tu derê.

 

Ev biryar binpê kirina azadîya fikrî ye.

 

Em vê biryara Mehkemeya Dîyarbekirê şermezar dikin.

 

 

12.10.2019

 

Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin