PAK: Dewleta Tirkîyeyê divê dawî  li êrîşên li ser  Başûr û Rojavayê Kurdistanê bîne

PAK: Dewleta Tirkîyeyê divê dawî  li êrîşên li ser  Başûr û Rojavayê Kurdistanê bîne

.

A+A-

Dewleta Tirkîyeyê di roja 02.02.2022yê de Mexmûr û Şingal a Başûrê Kurdistanê û gundê Teqil Beqil ê Dêrika Rojavayê Kurdistanê bi  êrişên asmanî bombardiman kir.

Di encama van êrîşan de ji dehan zêdetir kesan jîyana xwe ji dest dan, ji bîstî zêdetir kes jî birîndar bûne.

Ev ne cara yekem e ku Dewleta Tirkîyeyê êrîşên bi vî rengî dike.

Me wek partî gelek caran êrîşên  Dewleta Tirkîyeyê yên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê protesto kirine.Em dîsa jî protesto dikin.

Şingal û  Mexmûr a ku beşek in ji axa Başûrê Kurdistanê , nuha ne di bin desthilatdarîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ne; di bin desthilatdarîya Heşdî Şahbî û Hikûmeta Bexdayê de ne.

Herçiqas Hikûmeta Bexdayê bi daxuyanîyeke fermî  nerazîbûna xwe  ji van êrîşên Dewleta Tirkîyeyê re nîşan dabe jî, aşkereye ku wek prosedura navdewletî, bêyî îzna Dewleta Iraqê û ya Hevpeymanîya Navnetewî , Tirkîye nikare êrîşan bibe ser Başûrê Kurdistanê,  yan  jî devereke Iraqê.

Herweha bêyî îzna Rûsyayê,  Tirkîye nikare êrîşan bibe ser Rojavayê Kurdistanê.

Em bangî  Neteweyên Yekbûyî(UN), Emerîka û hemû dewletên Hevpeymanîya Navnetewî, Dewleta Iraqê û Rûsyayê  dikin, da ku rê li ber êrîşên  Dewleta Tirkîyeyê bigirin.

Em dixwazin  dîsa dubare bikin. Şer, operasyonên leşkerî û çalakîyên çekdarî rêya çareserîya pirsgirêkan dixetimîne. Destpêka çareserîya van pirsgirêkan  ewe ku , ji bo li Bakurê Kurdistanê û li Tirkîyeyê daxwazên acîl yên miletê kurd bêne pêk anîn û di Qanûna Bingehîn a Tirkîyeyê de bêne  bicîh kirin, divê Dewleta Tirkîyeyê li gel hemû alîyên sîyasî, sivîl û civakî yên kurdan dîyalogekê û danûsitendinekê destpê bike.Herweha Dewleta Tirkîyeyê divê serwerîya Hikûmet û Parlamentoya Herêma Kurdistanê nas bike û bi Rêveberîya Xweser û bi hemû partîyên Rojavayê Kurdistanê re dîyalog û peywendîyekê destpê bike.

Bi vê hişmendîyê em careke din bangî Dewleta Tirkîyeyê dikin da ku dawî li van êrîşan bîne.Dewleta Tirkîyeyê heta îro bi êrîşan, bi operasyonên  leşkerî  nikarîbûye tu pirsgirêkan çareser bike,   ji îro pê ve jî dê nikaribe çareser bike.

Pir zelale ku şerê li Bakurê Kurdistanê zerareke mezin dide  xebata sîyasî, sivîl û demokratîk a doza gelê me û dide destkeftinên li her sê perçeyên Kurdistanê. Ji ber wê jî em careke din bangî PKKyê jî dikin ku dawî li çalakîyên xwe yên çekdarî bînin û rêzê li serwerî û biryarên Hikûmet û Parlamentoya Herêma Kurdistanê bigirin.

Cîhê balê ye, Dewleta Tirkîyeyê , gelek caran, gava ku  êrîşekê dibe ser Başûrê Kurdistanê yan jî  Rojavayê Kurdistanê,  yekser Serokê Herêma Kurdistanê ji  bo  Tirkîyeyê vedixwîne.

Em naveroka vê hevdîtina vê dawîyê ya Serokê Herêma Kurdistanê Birêz Nêçirvan Barzanî û Serokkomarê Tirkîyeyê Birêz Recep Tayîp Erdoganî nizanin.

Lê tecrubeyên berê nîşanî me didin ku, Dewleta Tirkîyeyê bi van  vexwendinan  dixwaze   wêneyekî weha nîşan bide ku xwedêgiravî Rêveberîya Herêma Kurdistanê jî di van êrîşan de li gel Dewleta Tirkîyeyê ye.

Dewleta Tirkîyeyê bi vê helwesta xwe  dixwaze di serê raya giştî ya kurdan de şikan çêbike, gelê Kurd ê li Başûr,  Rojava û  Bakur bîne beramberî hev.

Divê hemû kurdên cîhanê, bi hişmendîyeke neteweyî, niştimanî li van hevdîtin û bûyeran binerin;  wek herêmeke federe, hesasîyet û rastîya Hikûmet û Parlamentoya Herêma Kurdistanê bidin ber çavan û li destkeftinên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê xwedî derkevin.

Divê hemû dewletên cîhanê, partîyên sîyasî û hêzên leşkerî  rêzê li serwerî û biryarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê  bigirin 

Em di wê bawerîyê de ne ku Serokatî, Hikûmet û Parlamentoya Herêma Kurdistanê jî, Rêveberîya Xweser  û hemû partîyên  Rojavayê Kurdistanê jî,  di gotar û helwestên xwe de û di peywendîyên xwe yên  bi dewletên dagirker û bi dewletên din de, çiqasî hesasîyetên gelê me yê her çar perçeyên Kurdistanê bidin  ber çavan û li gorî wê tevbigerin, dê ewqasî plan û nîyetên xêrnexwazan têkbidin.

03.02.2022

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin