“PAK deng û rengekî nû ye!”

“PAK deng û rengekî nû ye!”

Axaftina Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik di Komxebata Amadekarîya Kongreya Giştî ya PAKê -7.05.2017 Amed

A+A-

Mêvanên rêzdar,

Nûnerên partîyên sîyasî, dezgehên sivîl û yên ragehandinê,

Sîyasetmedar, rewşenbîr û hûnermendên hêja,

Hemû delege, endam, dost û alîgirên PAKê,

Gelê me yê rêzdar,

Merheba ji we re,

Hûn hemû bi xêr hatine Komxebata me.

Bi taybetî jî xuşk û birayên me yên ji Başûr,Rojavayê û Rojhilatê Kurdistanê hatine, merheba ji we re.

Spasîya hemû partî, dezgehên sivîl û şexsîyetên mesaj ji me re şandine dikim.

Beşdarên rêzdar,

Em di demeke weha de Komxebata xwe li dar dixin ku li her perçeyekî welatê me û li herêma em lê dijîn de rûdan û guhertinên girîng û dîrokî çêdibin.

Li Rojhilata Navîn û ya Nêzîk herroj rewş germtir dibe. Êdî aşkere ye ku dê nexşe li vê herêmê bê guhertin. Weha dîyar e ku sîyaseta Donald Trump dê li gorî sîyaseta Obama hîn aktîftir û midaxalebartir be. Emerîka jî û Rûsya jî, li gorî berjewendîyên xwe li seheyê ne û bûne perçeyekî şerê heyî.

Divê em baş zanibin ku êdî ne dinya dinyaya dema Sykes-Picotê ye û ne jî Kurd Kurdên wê demê ne. Îro Kurd hem li seheyê û hem jî li ser maseyê xurtir in. Berjewendîyên dewletên mezin û yên kurdan jî zêdetir nêzî hev bûne.

Di pêvajoyeke weha de, sê xalên esasî hene ku dê rê ji serkeftina me re vekin: Yek jê, bêyî teredut parastina statuyeke sîyasî ya ji bo her perçeyekî Kurdistanê ye. Ya duduyan, li her perçeyekî Kurdistanê damezrandina tifaqa netewî û di navbera herçar perçeyên Kurdistanê de avakirina Navendeke Kordînasyon û Piştgirîyê ye. Ya sisiyan jî, hûnadina peywendîyên Navnetewî yên ku hêzê bidin doza miletê me ye.

Belê di demeke ku dê nexşeyên herêmê bên guhertin de, ji bo ku em karibin feydeyê ji vê firsenda dîrokî werbigirin, divê em xwedîyê stratejîyeke xurt ya Kurdistanî bin. Ji bo wê jî, divê em weke Kurd, Suryanî, Ermenî, Ereb, Turkmen, Azerî ; weke Sûnî, Elewî, Êzidî, Xiristîyan; weke çepgir, rastgir, lîberal, demokrat, dîndar û sekuler; hemû pêkhateyên civakî, etnîk, olî û mezhebî yên Kurdistanê daxwazeke me ya hevbeş hebe: Ew jî daxwaza statuyeke sîyasî ya li her perçeyekî Kurdistanê ye. Bersîva pirsa ku bê em statuyekê dixwazin an na, dê pêşeroja me jî, nexşerêya xebata me jî tayîn bike.

Helbet ev pêvajoya guhertinan ne dîyar e dê çi qasî berdewam bike. Ji ber wê jî divê Kurd piçekî bilezînin û divê zanibin ku herroja ji hûnandina projeya bêstatubûyînê derbas dibe, di eslê xwe de wê bê wateya xeterîya li ser pêşeroja me ya azad.

Ji ber vê yekê jî, di demeke weha hesas de, her fikir û sîyaseteke ku dibêje, ‘’Li gel Tirkîye, Îran, Iraq, yan jî Sûrîyeyê welatekî hevbeş, cimhûrîyeteke demokratîk û netewekî demokratîk’’, dê rê li ber bidestxistina xwedî statubûyîn û azadîya Kurdistanê bigire. Di vê pêvajoya hesas de, divê her Kurd xwe ji hemû reng û şêweyên sîyaseta ‘’Yekwelat, yekdewlet, yekmilet û yekal’’ê ya dewletên serdest bi dûr bixin û bi biryardarî daxwaza statuyekê ji bo Kurdistanê bikin.

Daxwazkirina statuyeke sîyasî ji bo her perçeyekî Kurdistanê nayê wê wateyê ku em dest ji daxwazkirina mafên netewî û demokratîk yên miletê xwe berdidin an jî piştguh dikin. Herdu daxwaz jî du beşên ku bi hevdu re girêdayî yên doza azadîya gelê me ne. Ango em nabêjin ‘’An ev, an jî ew’’. Ji ber wê jî xebata me ya ji bo pêşdebirina azadîyê, demokrasîyê, edaletê û bidestxistina statuyekê ji bo Kurdistanê ji hevdu re ne asteng in, bilekis, hevdu xurtir dikin.

Ji bo em karibin ji vê konjonkturê îstifade bikin, divê li her perçeyekî Kurdistanê tifaqên netewî û di navbera perçeyan de jî sîstemeke hemahengî, piştgirî û kordînasyonê hebe. Divê em destkeftinên li her perçeyekî Kurdistanê wek destkeftinên xwe bibînin. Divê tu peywendî û helwest û sîyaset nebe sebebên nexweşîyên navxweyî û divê zerarê nede perçeyên dinê.

Îro li başûrê Kurdistanê referandûma serxwebûnê di rojevê de ye. Serxwebûna başûrê Kurdistanê dê rê ji azadîya hemû perçeyên Kurdistanê re veke. Em weke PAK, di meşa serxwebûna Başûrê Kurdistanê de piştgirîya Serokê Herêma Kurdistanê Rêzdar Mesûd Barzanî dikin. Em vê gava dawî ya PDKê û YNKê ji bo referandûma serxwebûnê avêtine -ku piranîya partîyên başûrê Kurdistanê piştgirîyê didinê-, weke gaveke dîrokî dibînin û wan partîyên ku ji bo referandûma serxwebûnê bi hevdu re dixebitin pîroz dikin.

Em hêvî dikin ku di demeke herî nêzîk de ev referandûm li dar bikeve û xuşk û birayên me yên Başûrê Kurdistanê mizgînîya serxwebûnê bidin me. Em bawer dikin ku dewletên cîhanê jî dê vê îradeya gelê me ya Başûr qebûl bikin. Û em di wê bawerîyê de ne ku ne bi dilê Tirkîye, Îran, Iraq û Sûrîyeyê be jî dê biryara gelê me qebûl bikin.

Li Başûrê Kurdistanê îro êdî serxwebûn ji daxwazeke sîyasî bihurî ye, ji bo berdewamîya jîyana gelê me jî êdî ji serxwebûnê wêdetir tu çare nîne. Hemû pirs û pirsgirêkên navxweyî jî di bin desthilatdarîya dewleteke serbixwe de, ji rewşa îro baştir dê bêne çareserkirin. Serxwebûna Başûrê Kurdistanê dê ne bes ji bo çareserîya pirsa Kurd û Kurdistanê, her weha ji bo aştî û aramîya Rojhilata Navîn jî bibe gaveke dîrokî.

Pir eşkere ye ku hebûna PKKyê ya li Şingalê, rê ji sîyaset, plan û startejîyên Tirkîye, Îran, Iraq û Sûrîyeyê re vedike ku ew dixwazin zerarê bidin meşa serxwebûna Kurdistanê û herweha dixwazin Şingalê ji Kurdistanê veqetînin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo alîkarîyên PKKyê yên li Şingalê gîhandibû xuşk û birayên me yên Êzidî, sipasîya PKKê kiribû. PKK jî divê rêzê li desthilatdarîya Parlamento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bigire û ji Şingalê vekişe.

Em careke din êrîşa Dewleta Tirkîyeyê ya li ser Şingalê û li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar dikin. Divê Tirkîye rêzê li desthilatdarîya Parlamento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bigire. Divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî nerazîbûna xwe li dijî êrîşên Tirkîyeyê û yên her dewletekê nîşan bide û divê van êrîşan weke îhlalkirina desthilatdarîya xwe bibîne û şermezar bike. Helbet peywendîyên Tirkîyeyê û Herêma Kurdistanê girîng in, lê nabe ku Tirkîye van êrîşan bike.

Piştî ku li Başûrê Kurdistanê roja referandûma serxwebûnê dîyar bû, divê em wek hemû partî, dezgehên sivîl, şexsîyetên navdar, wek nûnerên hemû pêkhatiyên gelê Bakurê Kurdistanê bêne cem hevdu û divê em kampanyayeke berfireh ji bo danasîn û piştgirîya referandûma serxwebûnê destpê bikin. Herweha ev berpirsyarî û wazîfeyeke me ya dîrokî ye jî.

Li Rojavayê Kurdistanê gelê me di pêvajoyeke dîrokî û nazik de derbas dibe. Gelê me dikare firsendên mezin bidest bixin. Ji bo vê yekê jî divê di nav civata Kurdan de yekrêzî û tifaq hebe. Mixabin protokolên Hewlêr û Dihokê ji alîyê TEVDEM û PYDyê ve nehatin bicîhkirin. Nuha jî PYD endamên ENKSyê û partîyên din yên Kurdan digirin û buroyên van partîyan digirin. Ev helwest zerareke mezin dide pêşveçûna doza azadîya Rojavayê Kurdistanê. Ji bo li Rojvayê Kurdistanê rêya statuyeke sîyasî vebe, ji bo ku gelê me karibe li ser axa xwe serdest be, berîya her tiştî divê protokola Dihokê bê bicîhkirin û îdareyeke hevbeş ya eskerî, sîyasî û aborî ji TEVDEM, ENKS û ji hemû partîyên Kurdan pêkhatî bê damezirandin. Heta ku ev tifaq nebe, dewletên mezin yên li herêmê jî dê wek alîyekî Kurdan qebûl nekin. Bidestxistina statuyekê li Rojavayê Kurdistanê dê rêya hemahengî, heta yekkirina Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî xurtir bike. Ev jî dê hêvîyên hemû Kurdên cîhanê geştir bike. Divê TEVDEM û PYD dest ji vê sîyaseta xwe ya ku xwe li ser herkesî ferz dike berde û hewcedarîyên Mitabaqata Dihokê pêk bînin.

Îro bi milyonan gelê me yê Rojavayê Kurdistanê mecbûr mane ku cîh û warên xwe terk bikin. Divê pirsgirêkên navxweyî bêne çareserkirin, rewşeke aram bê çêkirin û gelê me karibe vegere welatê xwe.

Li Rojhilatê Kurdistanê jî ji bo hamleyeke nû, tifaqeke netewî û demokratîk di navbera partîyên Kurdan de pêwîst e. Herweha sîyaseta Donald Trump ya li dijî Îranê jî dê firsendên nû bîne ber derîyê gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê tifaqa netewî dê rê lê veke ku ev firsend bibin qezenc û doza azadîya Kurdistanê pêşdetir bibe û rêya azadîyê veke.

Dost û hevalên hêja

Ev şerê ku li Bakurê Kurdistanê ji temûza 2015an û vir de berdewam e, rewşê aloztir dike, rêya çareserîya pirsgirêkan asêtir dike. Piştî hewla darbeya eskerî ya temûza 2016an ku bi ser neket, Rewşa Awarte hate îlankirin. Qedexeyên Rewşa Awarte, gelek destkeftinên heyî ji holê rakirin, îmkanên xebata sivîl, demokratîk û sîyasî bertengtir kir.

Di roja 16ê Nîsana 2017an de referandûmeke ji bo guhertina 18 xalên Qanûna Bingehîn a Tirkîyeyê hat lidarxistin. Referandûm di nav şer û pevçûnan de û di bin qedexeyên Rewşa Awarte de hat lidarxistin. Baş e, ma di rewşeke weha de referandûmeke demokratîk mimkun bû? Helbet ne mimkun bû.

Ev Qanûna Bingehîn a heyî jî û ev 18 xalên hatine guhertin jî bi tu awayî qala Kurdan, qala mafê netewî û demokratîk yên miletê Kurd nake. Di amadekirina vê destûrê de jî di ya van 18 xalan de jî bi tu awayî îradeya Kurdan nehatîye hesabkirin, ji Kurdan nehatîye pirsîn. Ji ber wê jî me wek PAK û PSK ev referandûm protesto kir û me got, ‘’Tercîha me Qanûneke Bingehîn a demokratîk û federal e’’.

Lê aşkere ye ku me wek alîyê Kurdan helwesteke hevbeş û bi tesîr pêk neanî. Beşekî gelê Kurdistanê dengê ‘’erê’’, beşekî jî ‘’na’’ bikar anî, hinek jî neçûn ser sindoqê. Lê li gorî van encamên referandûmê, em wek alîyê Kurdan, dikarin bi siyasteke aqilane û rêbazên nû, feydeyê ji encamên referandûmê derxin.

Me berî referandûmê got, ‘’Tercîha me qanûneke bingehîn ya demokratîk û federal e’’. Encamên referandûmê jî aşkere kirîye ku piştî referandûmê jî tu pirsgirêk çareser nebûne. Daxwaza me ya qanûneke bingehîn ya demokratîk û federal îro zêdetir derdikeve pêş. Li ser vê bingehê dikare sîstema serokatîyê jî, ya nîvserokatîyê jî, ya parlamenterîyê jî bê qebûlkirin. Divê Dewleta Tirkîyeyê wê sîyaseta xwe ya statukoparêz, ya ku Kurdan û mafê wan yên netewî û demokratîk tune dihesîbîne dayne alîyekî, rê ji çareserîyeke federal re veke. Pirsa Kurd û Kurdistanê bi kuştin, peçiqandin û paşdedayinan çareser nabe.

Bi ya me xelet e ku meriv wan dengên ‘’erê’’ weke dengên AKPyê, yên ‘’na’’yê jî weke dengên HDP û CHPyê bihesibîne. Herweha dengên ‘’erê’’ nayê wateya piştgirîya şer û kuştin û wêranîya ku Dewleta Tirk, Hikûmeta AKPyê dimeşîne. Dengên ‘’na’’yê jî naye wateya piştgiriya sîyaseta PKKyê ya xendek û barîqatan ya ku zerareke mezin gîhand gelê me, welatê me û doza azadîya me. Herweha ‘’na’’ nayê wateya sîyaseta piştgirîya şerî ya CHPyê jî. ‘’Boykot’’ jî nayê wateya erêkirina şerî.

Em di wê bawerîyê de ne ku di referandûmê de kê çi deng bikar anîbe bila anîbe, lê piranîyeke gelekî mezin ya civata Kurdistanê hem li himberî vî şerî ye û hem jî li himberî Rewşa Awarte ye. Ji ber vê jî, îro pêwîstiyeke hemû civata Kurdistanê ya sereke ew e ku em bangî Dewleta Tirkîyeyê û PKKyê bikin û bêjin ‘’vî şerî rawestînin’’. Divê em îro şîara ‘’Ji şer re, ji Rewşa Awarte re ‘na’, ji çareserîya sîyasî re erê’’ zêdetir derxînin pêş. Dewleta Tirkîyeyê li gel tecrubeya xwe ya 94 salan, hîna jî naxwaze fêhm bike ku pirsa Kurd û Kurdistanê bi kuştinê û wêrankirinê, bi hefskirin û sirgûnkirinê nayê çareserkirin. Dewleta Tirkîyeyê, ne bes mafên netewî û demokratîk yên miletê Kurd tune hesibandîye; ev 94 sal in zimanê Kurdî jî wek resmî qebûl nekirîye. Û hîna jî Dewleta Tirk dibêje ‘’Ev mesele meseleyeke terorê ye, meseleyeke paşdemayîna aborîyê ye’’.

Di vî derbarî de ez dixazim nimûneyeke balkêş ji we re pêşkêş bikim. Piştî ku PAK weke resmî hate damezrandin, Serokê Mehkemeya Qanûna Bingehîn ji PAKê re îxtarnameyek şand. Di vê îxtarnameyê de Serokê Mehkemeyê digot ‘’Navê PAKê, bername û daxwazên wê gişt li dijî Qanûna Bingehîn û li dijî qanûna partîyan e. Ji ber wê jî divê PAK navê xwe û bernameya xwe biguhere’’. Me jî wek PAK got, ‘’Navê me jî, bernameya me jî mafê çarenûsîya miletê Kurd, daxwaza çareserîyeke demokratîk û federal û mafê miletê Kurd yên meşrû û netewî û demokratîk tîne zimên. Ji ber vê jî em ê navê xwe jî, bernameya xwe jî neguherînin. Herweha madeya 90î ya Qanûna Bingehîn a Tirkîyeyê dibêje , gava ku qanûnên Tirkîyeyê û yên navnetewî li dijî hevdu bin, dê qanûnên navnetewî esas bêne girtin. Li gorî madeya 90î PAK bi vî navî û bi vê bernameyê wek qanûnî dikare bê damezrandin. Ji ber vê yekê jî, em dibêjin bila Dewleta Tirkîyeyê li gorî madeya 90î qanûnên xwe biguhere.

Lê di vê îxtarnameya Serokê Mehmekemeyê de tiştekî din yê balkêş hebû ku digot, ‘’Di bernameya PAKê de behsa zimanekî ji derveyî zimanê Tirkî û behsa perwerdeya bi vî zimanî tê kirin. Ev jî nîjadperestî ye’’. Belê di îxtarnameyê de weha digot. Ango li gorî Serokê Mehkemeyê, ji ber ku me behsa zimanê kurdî, behsa perwerdeya bi zimanê Kurdî kiribû, em nîjadperest bûn. Lê me di bersîva vê îxtarnameyê de bal kişand ser wê yekê ku di eslê xwe de nîjadperest ew kesin ku ev 94 sal in bi sîyaseta îmha, înkar û asîmîlasyonê; bi sîyaseta helandina miletê Kurd di nav Tirktîyê de dixwazin miletê Kurd ji holê rakin. Û me ev îthamên Serokê Mehkemeyê jî red kirin.

Ma ne ecêb e ku miletekî nifusa wî li Tirkîyeyê û li bakurê Kurdistanê ji 25 mîlyonan bihurî ye û ev 94 sal in ji alîyê Dewleta Tirkîyeyê ve tûşî qetlîaman, wêranî û asîmîlasyonan bûye; û ev jî ne bes e, ji ber ku behsa zimanê xwe yê zikmakî dike, bi nîjadperestîyê tê tawanbarkirin? Îro TRT Kurdî jî û beşên Zimanê Kurdî jî li hinek unîversîteyên li Tirkîyeyê ne qanûnî ne. Wek fiîlî xebatên xwe dimeşînin. Lê li gel van rastîyan, hîna jî Dewleta Tirkîyeyê ji ber ku me behsa zimanê kurdî kiriye, ji me re dibêje ‘’hûn nîjadperestîyê dikin’’ û dibêje ‘’Pirsa Kurd tune ye, pirsa terorê heye’’. Ma ev ne travmayeke mezin e?

Lê travma bi vê jî naqede. Baş e, sîyaseta Dewleta Tirkîyeyê li alîyekî, le em weke Kurd çi dikin, di çi halî de ne? Miletê Kurd, bêwestan ev 200 sal in liberxwe dide, doza azadîyê dimeşîne. Ji damezrandina Komara Tirkîyeyê heta îro ev 94 sal in, Kurdan nêzîkî 30 caran serî hildane. Heta nuha bi sedan partî, rêxistin, komele, dezgehên sivîl, kovar, rojname, radyo, televîzyon ji alîyê Kurdan ve hatine damezrandin. Bi deh hezaran şehîdên me hene, bi hezaran kesan îşkence dîtine, seqet mane. Bi hezaran gund û navçe û bajarên me hatine şewitandin, vala kirin, wêran kirin. Bi milyonan kes ji cîh û warên xwe bûne. Baş e, li gel hemû bedelan, hebûna Kurdan û zimanê Kurdî hîna jî weke resmî nehatibe qebûlkirin, ma maqûl e ku em vê yekê bes bi sîyaseta Dewleta Tirkîyeyê ve girê bidin? Gelo di vê rewşa kembax de qet rola me bi xwe tune ye? Gelo ev ne travma û deformasyoneke sîyasî, civakî, netewî û çandî ye? Ma ya rast ne ew e ku em xwe jî di mêzîneke wîcdanî de biwezinînin?

Baş e, îro ji bo ku bi daxwaza ‘’Bila hebûna Kurdan û zimanê Kurdî weke resmî bê qebûlkirin û bi zimanê Kurdî perwerde bê destpêkirin’’ em kampanyayekê dest pê bikin, kê dest û lingên me girêdane? Ma ev daxwaz, ne daxwazeke meşrû ya bi mîlyonan kesan e? Ma ji bo vê daxwazê hemû etnîsîte, dîn û mezhebên li Kurdistanê dijîn bi hevdu re nikarin xebateke sivîl dest pê bikin?

Belê, encamên referandûmê, pêwîstîya helwesteke Kurdistanî ku li ser bernameyeke netewî û demokratîk hatîye damezrandin, zêdetir derxistîye pêş. Îro divê em hemû pêkhatiyên Bakurê Kurdistanê, li dijî şer derkevin, dest bidin hevdu û bibin alîyê çareserîya sîyasî.

Divê em ji bo bidestxistina maf û azadîya miletê Kurd bi her kes û dor û berê re hevkarîyan bikin û piştgirîya wan werbigrin. Lê ji bo tifaqên netewî, li gorî girîngîya nav û naveroka xwe xisûsîyetên xwe yên taybetî hene. Esasên tifaqeke netewî bi giştî em karin weha tarîf bikin: Qebûlkirina hebûna milletê Kurd, parastina statuyeke sîyasî ji bo Kurdistanê, perwerdeya bi zimanê Kurdî û zimanê hemû etnîseteyên li Kurdistanê dijîn weke nirxeke netewî qebûlkirina ala Kurdistanê, parastina maf û azadîya hemû beşên civatê, rêzgirtina navxweyî ya hemû beşên sîyasî û civakî yên Kurdistanê, lêbixwedîderketina hemû destkeftîyên li her perçeyekî Kurdistanê.

Hemû partî, dezgehên sivîl û şexsîyetên ku dikarin bibin pêkhatiyên tifaqa netewî û demokratîk, divê ji nuha de ji bo hilbijartinên şaredariyan yên 2019an bêne cem hevdu û dest bi amadekarîyên sîyasî û teknîkî bikin. Ev di eslê xwe de divê wek wazîfeyeke netewî jî bê qebûlkirin.

Îro li gorî qanûna hilbjartinan, ji bo ku partîyek bikare beşdarî hibijarinan bibe, divê li 41 bajar û 184 navçeyên Bakurê Kurdistanê û Tirkîyeyê teşkîlatên xwe ava kiribin û Kongreya xwe li dar xistibin. Lê mixabin nuha partîyên Kurdan yên wekî PAK, PSK, HAKPAR, PDK-Bakur, PDKT û OSPyê, ji ber ku ev şerd pêk neanîne dê nikaribin beşdarî hilbijartinên parlamentoyê û yên şaredarîyan bibin. Baş e, ma heqê me heye ku em gelê xwe di hilbijartinan de bêalternatîf bihêlin? Bi taybetî jî girîngî û rola hilbijartinên şaredarîyan li ber çavan e. Helbet ji bo rakirina astengî, bend û qanûnên ku rê li ber gelê me digirin, divê em xebat û têkoşîna xwe bidomînin. Lê divê em ji bo beşdarbûna hilbijartinan jî çareserîyan peyda bikin. Ma çima em li ser şêweyên nû yên rêxistinî û meşandina sîyasetê lêkolîn û gengeşîyan nakin? Divê em rê û rêbazan bibînin ku hem bi nasnameya Kurdistanî sîyasetê bikin, hem jî bikarin beşdarî hilbijartinan bibin. Bi ya me divê em li ser vê pêwîstîyê bi awayekî cidî û hestyarî serê xwe biêşînin.

Xuşk û birayên hêja

PAK ji damezrandina xwe heta îro, dixwaze têkoşîn û nirxên netewî û dîrokî yên miletê me, bi rê û rêbaz û kultureke nû, li gorî şerdên îro guncav bihûne û xwe kedkarê vê wazîfeya pîroz dibîne. Ji ber vê yekê jî PAK berdewamîya kevneşopîya têkoşîna 200 salî ya miletê Kurd e. PAK xwe berdewamîya Şêx Ûbeydulahê Nehrî, Bedirxan Paşa, Şêx Mehmûdê Berzencî, Şêx Seîd, Xalid Begê Cibrî, Îhsan Nûrî Paşa, Seyîd Riza, Qazî Mihemed, Melle Mustafa Barzanî û hemû rêberên netewî yên di rêbaza wan de meşîyane dibîne.

PAK li ked û têkoşîn û nirxên gelê xwe, li yên Teşkîlata Azadîyê, Xoybûnê û hemû partîyên sîyasî, rêxistin, grûb, dezgeh û şexsîyetên Kurdistanî xwedî derdikeve, rêzê lê digire û xwe wazîfedara gîhandina vê kedê ji bo pêşerojê, ji bo nivşên nû dibîne.

PAK bi awayekî zelal dibêje, ez partîya Bakurê Kurdistanê me! Xebata me ji bo azadîya Bakurê Kurdistanê ye! PAK bi navê xwe yan jî bi navekî din dê li himberî partîyên li perçeyên din yên Kurdistanê partîyan ava neke. PAK dibêje, divê em alîkarî, hevkarî û piştgirîya doza azadîya xuşk û birayên xwe yên perçeyên din bikin, em astengî û pirsgirêkan ji wan re dernexînin. Divê em bi pêşniyarî û rexneyên biratî, li gel wan bin.

PAKê di bernameya xwe de jî anîye zimên. Dibêje em mafê çarenûsîya miletê Kurd diparêzin. Dibêje li gorî şerdan ev çarenûsî dikare federalî, konfederalî yan jî serxwebûn be. Di şerdên îroyîn de li ser esasê ku parlamento û hikûmeta Kurdistanê jî hebe, dikare şirîkatîyeke wekheviya federalî li gel Tirkîyeyê pêk were.

PAKê ji roja pêşî de got: Ji bo partîyeke xurt, ji bo serkeftina gelê me, divê hemû partî, rêxistin, grûb û şexsîyetên wek hevdu, nêzî hevdu difikirin di nav partîyeke milî, azadîxwaz, demokrat û Kurdistanî de bibin yek. Em îro jî her li ser vê fikra xwe ne. PAK partîya hemû kevneşopîyên sîyasî yên azadîxwaz, partîya hemû etnîsîte, beşên civatê, dîn û mezhebên Kurdistanê ye.

Çareserîya vê xetimandina sîyasî ya li Bakurê Kurdistanê, bi avakirina partîyeke hevdem ya li ser nirxên netewî, bi hûnandina partîyeke xurt ya netewî, azadîxwaz, demokrat û Kurdistanî ye. Em weke PAK xwe partîyeke weha dibînin, lê em dizanin ji derveyî me jî partî, grûb û şexsîyetên weke me, potansîyeleke berfireh ya nêzî me heye. Em dibêjin ev belavbûn ji bo doza azadîya Kurdistanê re luksek e, kêmayîyek e, xisar e. Lê mixabin vê hewl û hestyarîya ku em nîşan didin, em di dor û berên din de nabînin. Ev jî cîhê xemê ye. Lê em bawer dikin ku em ê di vî warî de bigihêjin armanca xwe. Gelek şexsîyet û dor û berên Kurdistanê, ji ber hinek hewlên ji bo yekgirtin û avakirina partîyeke xurt biser neketî ye, ji bo gaveke nû bi tirs in. Wek yê devî wî ji şîrî şewitî be û pifî mêst bike. Lê bi ya me ev helwest ne li gorî pêwîstîya îroyîn ya doza azadîya gelê me ye. Divê ew hewlên neserkeftî, nebe sebebê dest jê berdana vî karî, lê bileqsê wê, divê ji me re bibe tecrube da ku em careke din wan sebebên şikestinê dubare nekin.

Ev wazîfe îro her li ber me ye. Weke PAK hem em ê xebatên xwe ji bo partiyeke xurt bidomînin, hem jî ji bo yekkirina vê potansîyela ku em dikarin bi wan re bibin yek bêwestan hewlên xwe bidomînin. Ji bo pêkanîna partîyeke xurt, em herdem dibêjin: Ne navê partîya me, ne serokê me, ne rêveberîya me ne xetên sor in. Em dibêjin navê tu partîyan, tu serok û tu rêveber ji doza azadîya Kurdistanê ne bi qîmetir û ne pîroztir e.

Li Bakurê Kurdistanê, îro hêjmara wan şexsîyet û kadroyên sîyasî yên ne endamên tu partîyan e, belkî jî bist qatê endamên partîyên heyî ne. Ev jî bi serê xwe rastîyeke berbiçav e. Bi hezaran kadroyên sîyasî ji xebata rêxistinî ya aktîf dûr mane. Ev jî ji bo azadîya Kurdistanê xisareke mezin e. Helbet gelek sebebên cûrbicûr hene ku ev rewş rûdaye. Lê em bangî hemû kadroyan dikin, heger xebat û armanceke we ya damezrandina din tune be, her yek ji we, xwe nêzî kîjan partîyê dibînin, bi wê partîyê li keda xwe xwedî derkevin da ku ew tecrube û zanîn û keda we ji xebata rêxistinî dûr nemîne.

Bi taybetî jî em careke din bangî wan kadroyên ku nêzî sîyaseta PAKê ne dikin: Em nabêjin werin beşdarî nav PAKê bibin. Em dibêjin werin li projeya xwe, li fikrên xwe, li perspektîfa xwe ya sîyasî xwedî derkevin. Werin em partîyeke netewî, azadîxwaz, demokrat, Kurdistanî bi hevdu re bihûnin. Werin em nimûneya vê partîyê nîşanî gelê xwe bidin; em îspat bikin ku partîyeke weha dikare ava bibe û em hêvîyên gelê xwe geştir bikin.

Lê di roja ewil de sloganeke me ya esasî heye, ez dixwazim wê li vir dubare bikim: Yên dikarin bibin yek bila bibin yek. Yên nabin yek bila hevkarî û tifaqan bikin. Yên nikarin tifaqan bikin, bila dîyalogan di navbera xwe pêş de bixin. Yên nikarin dîyalogan jî bi hevdu re bimeşinîn, bila dijminatîya hevdu nekin.

Mêvan û hevalên hêja,

Ev du sal û nîv e PAK bi îmkanên xwe yên aborî, bi rêveberina rêxistinî, bi hûnandina xeta xwe ya sîyasî; her bi îmkan, zanîn û tecrubeya xwe xebatê dimeşîne. Herweha PAK bi vê nasnameya xwe, di doza azadîya Bakurê Kurdistanê de deng û rengekî nû ye.

Ji Temûza 2015an û vir de şerek li bakurê welatê me berdewam e. Piştî hewla darbeya eskerî ya temûza 2015an ku biser neketr, Rewşa Awarte hate îlankirin. Çi ev şerê heyî, çi jî Rewşa Awarte tesîreke gelek neyênî li ser xebatên me kir. Qedexeyên Rewşa Awarte û şer, rê li ber xebatên me yên sîyasî, sîvîl û demokratîk digire. Lê li gel hemû astengîyan jî PAKê xebatên xwe meşandîye û weke partîyeke çalak derketîyê pêş.

PAK di doza azadîya Kurdistanê de, rê û rêbazên sîyasî, sivîl û demokratîk esas digire. Di rewş û konjonktura îroyîn ya Bakurê Kurdistanê de em dibêjin şer zerarê dide doza me, dide gel û welatê me.

PAKê ji bo bibîranîna roj û xebat û nirxên netewî yên dîrokî gelek konferans, semîner û civîn li dar xist.

PAKê li qadan, li kolanan bi çalakîyên cûrbicûr, dengê azadîya Kurdistanê bilind kir.

PAKê di qada navnetewî, bi rêyên dîplomasîyê, ji bo berfirehtirkirina piştgirîya doza azadîya Kurdistanê, li nik gelek dewlet, partî û dezgehan peywendîyên dîplomatîk danî.

PAKê li welatên Ewrûpayê, bi gênc û jîn ûhemû kedkarên xwe, xebateke nû, nûjen û berhemdar hûnandin û bingehê nimûneya PAKê ya ku em behs dikin ava kir. Xebatên li Ewrûpayê yên PAKê hêvîyên me geştir kirin.

PAK bi çalakî û xebatên cûrbicûr, piştgirî û alîkarîya têkoşîna azadî û serxwebûnê ya li Başûr û Rojava û Rojhilatê Kurdistanê kir, li destkeftîyên xuşk û birayên me yên li hersê perçeyan xwedî derket û li gel wan bû. Bi pêşniyarî û rexneyên xwe yên biratî, yên dostane, xwest alîkarê wan be.

Di dema şerê li nav bajaran yê li navçeya Sûra Amedê bi hezaran malbatên Sûrê mexdûr bûbûn. PAKê di wê demê de kampanyayeke berfireh dest pê kir û alîkarî gîhand 2000 malbatan.

PAKê ji bo pêkanîna hevkarî û tifaqên netewî li bakurê Kurdistanê roleke aktîf lîst û bi dil û can di nav hemû xebat û hewldanên bi vê armancê cih girt.

PAKê ji bo yekkirina potansîyela milî, azadîxwaz, demokrat, Kurdistanî xebateke bêwestan meşand, di nav hemû hewldan û bang û xebatên ji bo pêkanîna vê armancê de cîhê xwe girt.

PAK nuha wek aktorekîe esasî ya doza azadîya Bakurê Kurdistanê, xebatên xwe berdewam dike, di rêya azadîyê de roleke girîng dilihîze.

Delege û beşdarên Komxebatê yên rêzdar,

Ev Komxebata ku îro em li dar dixin, di eslê xwe de Kongreya Giştî ya PAKê ye.

Li gorî Qanûna Bingehîn û Qanûnên din yên Tirkîyeyê hûn dikarin partîyekê ava bikin. Lê dîsa ji ber vê Qanûna Bingehîn û Qanûnên din, herdem hûn dikarin tûşî astengîyên mezin bibin. Ev Qanûna Bingehîn û ev Qanûnên ku ne demokratîk in, weke Şûrê Demoklesî herdem li ser me tê hejandin û herdem tehdîda girtina partîyê li ser serê me tê hejandin.

Li gorî qanûna partîyan, mecbûr e ku navenda partîyeke yasayî li Enqereyê be û mecbûr e ku ew partî kongreya xwe ya giştî li Enqereyê li dar bixe.

Herweha li gorî qanûna hilbijartinan, ji bo ku partîyek bikare beşdarî hilbijartinên herêmî û yên parlamentoyê bibe, divê li 41 bajar û 184 navçeyên Tirkîyeyê û Bakurê Kurdistanê teşkîlatên xwe damezrandibe û kongreyên xwe jî li dar xistibin. Ew partîyên ku van ‘’bend’’an derbas bikin , vê gavê jî tûşî benda %10ê dibe. Yên vê bendê jî derbas bike, vê carê tûşî ‘’sonda parlamenterîyê’’ dibe. ‘’Sonda parlamenteriyê’’ sondeke ku ji alîyê netewî jî, ji alîyê şexsîyeta însanî jî, hebûn û îradeya mirovî, ya dengdêran binpê dike. Ev sond di eslê xwe de heqaret e li her parlementerekî.

Baş e ma ewqas astengî ji bo çi yê?

Heger her kesekî bi awayekî bêalî li meseleyê binere, dê bibînin ku di eslê xwe de armanca van astengîyan gişan jî, rêlibergirtina îradeya miletê Kurd e. Hemû Qanûnên Bingehîn û Qanûn û biryarên ku li Tirkîyeyê hatine danîn, armanca wan a sereke, tunehesibandin û tunekirina miletê Kurd û ya maf û azadîyên wî ne.

Lê PAK li gel hemû astengîyan jî weke partîyeke hem meşrû û hem yasayî hatîye damezrandin. Û nuha jî her bi vê hişmendîyê xebatên xwe dimeşîne. Em nuha Kongreya we ya esasî ya rastî bi navê Komxebatê, nuha li Amedê li dar dixin û ev biryarên li vê derê bêne girtin, ev serok û meclîsa li vê derê bê bijartin em ê di kongreyeke ku li Enqereyê bê lidarxistin de wek resmî jî tesdîq bikin.

PAKê ji damezrandina xwe û heta îro îspat kirîye ku ew partîya ‘’Fedakarên Kurdistanê’’ ye.

PAK li Bakurê Kurdistanê navê kultureke nû ye.

PAK bi vê Komxebatê, rêya partîyeke hîna xurtir vedike, hêvîyên azadîya Kurdistanê geştir dike.

Divê PAK bibe partîya gêncan, ya jinan û divê gênc û jin karibin di partîyê de zêdetir bibin xwedî desthilat.

Divê PAK bibe partîya hemû etnîsîte, dîn, mezheb û ya hemû beşên civatê û divê xebateke hîn geş û organîzetir û bi sebir bimeşîne.

Divê PAK birêxistinkirina potansîyela misilmanên mihafazakar, ya dîndarên Bakurê Kurdistanê wek wazîfeyeke netewî zanibe; bingeha partîyekê bihûne ku dîndar û sekulerên azadîxwaz, milî, demokrat û Kurdistanî karibin tê de bi hevdu re ji bo yek armancê bixebitin. Aktorên doza azadîya Kurdistanê dê bi vê hişmendîyê rêya serkeftinê ji xwe re vekin.

Divê PAK herroj zêdetir bibe partîyeke girseyî, bibe partîya hemû pêkhatiyên Kurdistanê.

Helbet ji roja damezrandinê heta îro hinek kêmayî û xeletîyên me jî çêbû ne. Lê bi xebateke bi sebir, bi afirandina sîyasetên li gorî rewşa welatê me guncav û bi dilsozî em ê hem van kêmayî û xeletîyên xwe serast bikin, hem jî em ê tu carî ji bîr nekin ku wazîfeya partîyeke pirreng û xurt her li pêş me ye.

Belê, werin em ji bo partîyeke xurt ya azadîxwaz, milî, demokrat, Kurdistanî û ji bo tifaqeke netewî û demokratik hamleyeke nû destpê bikin.

Ez careke din bi xêr hatin û spasîya we mêvanên rêzdar dikim. Hatina we em bi hêztir kirin. Ez bi rêzdarî bixêrhatina hemû delege, endam û dostên me yên beşdar bûne dikim. Em ê bi hevdu re biserkevin.

Bijî Kurdistan

Bijî Azadîya Kurdistanê

Bijî Serxwebûna Başûrê Kurdistanê

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin