PAK: 'Daxwazên rewa nabe ku bi tûnd û tûjîyê bêne qirêj kirin'

PAK: 'Daxwazên rewa nabe ku bi tûnd û tûjîyê bêne qirêj kirin'

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) di derbarê xwepêşandanên li Başûrê Kurdistanê de peyamek şand. Di peyamê de hat gotin 'Daxwazên rewa nabe ku bi tûnd û tûjîyê bêne qirêj kirin''

A+A-

PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê) bangî gelê me yê Başûrê Kurdistanê dike:

''Daxwazên rewa nabe ku bi tûnd û tûjîyê bêne qirêj kirin''

Daxwazên rewa nabe ku bi tûnd û tûjîyê bêne kirêt kirin, bêne qirêj kirin. Hikûmet û Parlamentoya Herêma Kurdistanê divê ji bo çareser kirina pêwîstî û pirsgirêkên gelê Kurdistanê bernameyeke maqûl û guncaw dîyar bike, pêk bîne.

Mafekî rewa ye ku gelê Kurdistanê ji bo daxwazên xwe bi rê û şêweyên demokratîk xwepêşandanan li dar bixe. Asayîşa Kurdistanê bi sebir , bêyî ku tûnd û tûjîyê li dijî gel bi kar bîne, divê rêzê li xwepêşandanên demokratîk bigire.Herweha Asayîşa Kurdistanê divê rê nede ku hinek têkder tûnd û tûjîyê bikar binîn, rê nede ku êrîşî buroyên partîyan û dezgehên dewletê jî bikin .

Belê bi tu awayî nayê qebûl kirin ku di bin navê xwepêşandanê de, hinek kesên têkder êrîşî buroyên partîyan û dezgehên xizmetguzarîyê û yên dewletê û cîh û warên gelê me bikin.

Her êrîş û tûnd û tûjîya ku di bin navê xwepêşandanê de pêk tê, zerarê dide gelê me, dide welatê me, dide destkeftinên bi xwîna şehîdan hatine bidest xistin.

Di demeke ku Kerkûk careke din hatîye dagir kirin, di demeke ku Bexda, Îran û hemû xêrnaxwazên Kurdistanê bi planên qirêj dixwazin Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê ji holê rakin, nayê qebûl kirin ku tu kes bi êrîşên li ser partîyan û dezgehên Dewleta Kurdistanê, rê ji planên dagirkeran re xweştir bike.

Em bangî xuşk û biryên xwe yên Başûrê Kurdistanê dikin ku bi rêyên aştîyane daxwazên xwe bînin ziman û li destkeftîyên xwe yên 26 sal e hatine bidest xistin xwedî derkevin.

Ne Ebadî, ne Malikî, ne Heşdî Şahbî, ne Îran dê tu alî pirsgirêkên gelê me çareser nekin. Divê hemû partîyên sîyasî li gel gelê me yê başûrê Kurdistanê çareyan ji pirsgirêkên xwe re bibînin. Divê tu partî nebin piştgirê têkderan.Divê em ji bîr nekin ku li gel hemû pirs û pirsgirêk û kêmahîyên xwe jî, tecrubeya 26 salî ya Başûrê Kurdistanê , bi sedan qat ji dema Sedam Huseyîn, ji îdareya nuha ya Bexdayê ya gendel, mehzhebî û li dijî mirovahîyê ye baştir e. Bexda ya di destê rêvebirîya Şîeyan de ye jî îspat dike ku ew jî li ser rêbaza Sedam Huseyîn de ne û dê ji zilm û zordarîyê wêdetir tu tiştan nedin gelê me.

Îdareyeke Dewleta Kurdistanê ya li gel hemû pirsgirêk û kêmahîyên xwe jî ji zilm û neheqîya dagirkeran çêtir e.20.12.2017

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin