PAK: Darbeya 12yê îlona 1980yî dijminê  miletê Kurd û dijminê azadî, demokrasi û edaletê bû

PAK: Darbeya 12yê îlona 1980yî dijminê miletê Kurd û dijminê azadî, demokrasi û edaletê bû

.

A+A-

PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê) bi minasebeta derbaya 12 Îlonê ya 1980ê daxiyaniyek belav kir û got:  Darbeya 12yê îlona 1980yî dijminê  miletê Kurd û dijminê azadî, demokrasi û edaletê bû.

"Di 12yê Îlona 1980yî de Artêşa Dewleta Tirkîyeyê bi Serokatîya Kenan Evren ê Serok Erkanê Giştî yê Artêşa Tirkîyeyê darbeyeke leşkerî(Kodeta)ya faşîst li dar xist.

Darbecîyên 12yê îlona 1980yî, li Bakurê Kurdistanê û li Tirkîyeyê bi sedhezaran kes desteser kirin,girtin, îşkence kirin. Bi deh hezaran kes neçar man welatê xwe terk kirin. Bi sedan kes hatin kuştin, hatin îdam kirin. Bi deh hezaran kes hatin hefs kirin.

Hemû partîyên sîyasî, sendîka, dezgehên sivîl , hemû dezgehên mixalîf yên çapemenîyêbi destê darbecîyan hatin qedexe kirin,hatin girtin.

Armanca esasî ya darbeya eskerî ya faşîst a 12yê îlona 1980yî, rê li ber girtina pêla xurt ya doza azadîya Kurdistanê û şikandina têkoşîna azadî, demokrasî, edalet û wekhevîyê ya li Tirkîyeyê bû.

Darbeya 12yê îlona 1980yî zerareke mezin gîhand tevgera netewî-demokratîk ya Bakurê Kurdistanê û tevgera demokrat, azadîxwaz, çep ya li Tirkîyeyê.

Piştî darbeya 12yê Îlona 1980yî, zilm û îşkence û hovîtî û qetlîamên ku li Zîndana 5 Nolû ya Diyarbekirê li girtî û hefsîyan hate kirin , ji kiryarên Faşîzma Hîtlerî ne kêmtir bûn.

Lê Dewlet Tirkîyeyê, îro jî êdî ne bes li Bakurê Kurdistanê, herweha li himberî Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî, her bi wê hişmendîya darbeya 12yê îlona 1980yî tevdigere. Dewlet Tirkîyeyê îro jî bi hişmendîya dijayetîya miletê Kurd, ji bo ku Kurd li tu derê cîhanê tu statuyeke sîyasî, tu mafên netewî bidest nexin, êrîş û neheqî û kuştin û dagirkirin û karên wêrankarîyê didomîne.

Lê ev sîyaseta Dewleta Tirkîyeyê dê negihêje tu encameke ku ew xeyal dikin.Doza azadîya Kurdistanê bi rê û rêbazên meşrû, sivîl, sîyasî dê bigihêje armanca xwe ya meşrû.

Di 41emîn salvegera wê de, em bi hemû kiryar û hovîtî û encamên wê ve, darbeya 12yê Îlona 1980yî careke din rûreş dikin."

12.09.2021

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

pak2-042.jpgpak5-016.jpgpak6-015.jpgpak4-044.jpgpak9-004.jpgpak7-010.jpg

pak3-040.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin