PAK, dagirkirina Kerkûkê ya di 16 Cotmehê de rûreş kir

PAK, dagirkirina Kerkûkê ya di 16 Cotmehê de rûreş kir

Di yekemîn salvegera dagirkirina Kerkûkê û xiyaneta 16ê Octobrê de Partiya Azadiya Kurdistanê peyamek weşand û dagirkirina Kerkûkê şermezar kir.

A+A-

Di peyama ji aliyê Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê ve hatî b belavkirin de wisa hat gotin:

 

"Em dagirkirina Kerkûkê ya di 16yê octobrê de rûreş dikin

Roja 16yê octobra 2017an, Kerkûk ji aliyê Heşdî Şahbî û Artêşa Iraqê ve careke din hate dagirkirin. Beşeke ji Kurdan jî îxanet li îradeya gelê Kurdistanê kirin û di vê dagirkirinê de ji Heşdî Şahbî re bûn alîkar. Ji bo dagirkirina Kerkûkê dewletên Îran û Tirkîyeyê bi plan û stratejiyên xwe, bi her awayî piştgirî û alîkariya Heşdî Şahbî û Bexdayê kirin. Emerîka û Brîtanya jî çavên xwe ji vê êrîşê û ji dagirkirinê re girtin.

 

Di referandûma serxwebûnê de, li gel hemû tehdît, zext û ablûkayên heyî jî ji %80 yê beşdarên ji Kerkûkê, ji %93yê beşdarên ji hemû Başurê Kurdistanê ji serxwebûnê re gotin ‘’belê’’ . Dagirkirina Kerkûkê, tunehesibandin û binpêkirina vê îradeya meşrû û demokratîk a gelê Kerkûkê û ya hemû gelê Başûre Kurdistanê ye.

 

Piştî dagirkirina Kerkûkê, mixabin navçeyên mijara madeya 140î gişt, ango ji %45ê axa Başûrê Kurdistanê careke din jî hate dagirkirin.

 

Lê Heşdî Şahbî û Artêşa Iraqê, qîma xwe bi vê neanîn û bi êrîşa Pirdê, Sihêla û Zûmarê xwestin ji Hewlêrê heta Zaxo Kurdistanê dagir bikin û hemû destkeftiyên federalî ji holê rakin. Lê ev plana dagirkeran bi berxwedana pêşmergeyên qehreman hate pûçkirin.

 

Helbete ku di dagirkirina Kerkûk, Şingalê û navçeyên din ên Başûrê Kurdistanê de gelek pirsên bê bersiv mane jî hene. Lê tu sebep nikare binpêkirina îradeya gelê me yê Başûrê Kurdistanê tune bihesibîne, tu kes nikare van dagirkirinan ‘’meşrû û yasayî’’ pênase bike.

 

Dagirkirina Kerkûkê, beşeke ji plana dagirkirina hemû axa Başûrê Kurdistanê ye, beşeke ji holêrakirina hemû destkeftiyên federalî ên Herêma Kurdistanê ye, beşeke ji siyaseta tunehesibandina îradeya referandûma serxwebûnê ye.

 

Gelê me yê Başûrê Kurdistanê gelek caran tûşî enfal, jenosîd, qetlîam û îxanetan bûye. Lê gava ku destên xwe dane hevdu, gava tifaqa xwe ya netewî, niştimanî pêk anîne , di 11yê Adara 1970yê de otonomî; di 1991ê de rizgarkirina Hewlêr, Silêmanîye û Dihokê; di 2005ê de di Qanûna Esasî ya Iraqê de federalî bi dest xistine. Em di wê baweriyê de ne ku, xwîna bi deh hezaran şehîdên Kurdistanê dê vala neçe û bi yekgirtin û tifaqa gelê me û partiyên Başûrê Kurdistanê dê Kerkûk û hemû axa Başûre Kurdistanê ji destê dagirkeran bê rizgar kirin, îradeya serxwebûnê dê bê bicihkirin.

 

Di yekemîn salvegera dagirkirina Kerkûkê de, em dagirkirina Kerkûk û Şingal û ya hemû axa Kurdistanê rûreş dikin. Em ew Kurdên ku di vê dagirkirinê de rol lihîstine şermezar dikin, dîrok dê vê yekê ji bîr neke. Lê ev kesan di eslê xwe de di vîcdanê gelê Kurd û Kurdistanê de hatine cezakirin û bi yekgirtin û tifaqa netewî, niştimanî û bi rizgarkirina hemû axa Başûrê Kurdistanê û di şerdên minasîb de bi îlankirina serxwebûnê dê bêne mehkûmkirin.

 

Dîroka Kurdistanê û tecrûbeyên heyî nîşan daye ku, di meseleyên navxweyî de sebir û hişmendiya netewî û niştimanî dermanê gelek êş û birîn û nexweşiyan e. Em di wê baweriyê de ne û hêvî dikin ku, xwişk û birayên me yên Başûrê Kurdistanê vê carê jî dê ji birîn û êş û pirsgirêkên xwe re bi hişmendiyeke netewî û bi rêyên guftûgoyan rêyên çareseriyê peyda bikin. Plan û stratejiyên xêrnexwazan ên têkder, bi stratejî û tifaqa niştimanî dê bêne pûçkirin.

 

Em dibêjin îro wazifeya dîrokî ya hemû partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê ew e ku, li destkeftiyên federalî yên Herêma Kurdistanê xwedî derkevin, li îradeya referandûma serxwebûne xwedî derkevin.

 

Em bangî Emerîka, Brîtanya, Rûsya û dewletên cîhanê dikin da ku, ji bo bicihanîna destûra federalî û parastina destkeftiyên Herêma Kurdistanê rola xwe bilîzin û rêzê li îradeya meşrû û demokratîk ya gelê Kurdistanê bigirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin