PAK bi kurdên Swêdê, kurdên Swêde jî bi PAKê xurt in! (Bi wêne)

PAK bi kurdên Swêdê, kurdên Swêde jî bi PAKê xurt in! (Bi wêne)

Di 3 salîya damezirandina xwe de Komîteya PAKê ya Swêdê şevahengek mutewazî li gor rewşa bakurê Kurdistanê û li gor rewşa xwe li dar xist

A+A-

Di 3 salîya damezirandina xwe de Komîteya PAKê ya Swêdê şevahengek mutewazî li gor rewşa bakurê Kurdistanê û li gor rewşa xwe li dar xist. Ji hemaset û rûtinê zêdetir berpirsiyarên PAKê yên Swêdê bi gotin û xebata xwe tabloya rewşa bakurê welat û rewşa partîyên Kurdistanî anîn ber çavan.

2017-11-25-photo-00000203[2093].jpg2017-11-25-photo-00000207[2097].jpg2017-11-25-photo-00000209[2115].jpg2017-11-25-photo-00000210[2103].jpg

Peyama Serokê Giştî yê PAKê ji aliyê Mahmûd Lewendî ve hat xwendin. Mustafa Ozçelik di peyama xwe de pesnê kombînezon/terkîba PAKê ya Swêdê dida û digot ev xeyala wan e ku ew li Kurdistanê jî vê terkîbê pêk bînin.

Şeva PAKê ji aliyê endamê Komîteya PAKê yê Swêdê Dara Ersonmez ve hat vekirin. Serokê Komîteyê Nihat Akar li ser xebata û çalakîyên xwe axifî û got, bi damezirandina partîya wan kurdên Swêdê zêdetir çalak bûn lê ev têr nake divê kurdên Swêdê zêdetir piştgirî û alîkar bin ji bo Kurdistanê. Û minaka kampanyaya PAKê ya ji bo erdheja Kirmenşanê û Derbedîxanê da ku kurd di vê kampanyayê de leqayîd man.

Endamê Meclîsa PAKê Mumtaz Aydin jî bi giştî behsa xebata PAKê û siyaseta dewleta Tirk ku li Kurdistanê dimeşîne kir û got ku; êdî rewşa xebata yasayî ya siyasî jî li Bakûr û li Tirkiyeyê zahmet bûye û dewlet di warê aborîyê de zixtê li kurdan û siyasîyên Kurdan dike û dixwaze bi vî hawayî kudan ji siyasetê dûr bixîne.

Şevaheng bi çalakîyên cûda berdewam kir û di atmosfereka germ û geş de bi dawî bû.

2017-11-25-photo-00000212[2107].jpg2017-11-25-photo-00000214[2113].jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin