PAK- Batman:  ”Xwestin vîna Gelê Kurd bifetsînin”

PAK- Batman: ”Xwestin vîna Gelê Kurd bifetsînin”

Bi daxuyaniyeke çapemeniyê qiyamê protesto kir.

A+A-

Partîya Azadîya Kurdistanê(PAK) di 29ê Hezîranê de li Batmanê li ber Parka Ataturk di 91. Salvegera darvekirina Şêx Said û 46 Hevalên wî de wan bibîranî û bi daxuyaniyeke çapemeniyê qiyamê protesto kir.

Beriya daxuyanîya çapemenîyê Serokê Şaxa Batmanê ya PAKê Aziz Özdemir got ku; "em wek PAK êrîşa terorî ya li Balafirgeha Stenbolê pêk hat bi tundî şermezar dikin.

Dû re ji bo pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê ku li hember rejîma hov ya Îranê têdikoşin, piştgiriya PAKê anî ziman berxwedana pêşmergeyên Rojhilat silav kir.

Dû re Serokê Navçeya Batmanê ya PAKê Zeki İmir daxuyaniyê xwend û wiha got :

‘’Serok û rêberên bijarte yên Gelê Kurd Şêx Seîd û 46 hevalên wî 91 sal berê ev roj, ji aliyê dadgeha korsan ve bi şêweyeke bêhûqûqî û bi binpêkirina hemû şêwazên hûqûqa navneteweyî bi cezayê îdamê hatin cezakirin û li Taxa Derê Çiyê ya Amedê hatin darvekirin.

Di rastiya xwe de bi darvekirina wan, xwestin vîna Gelê Kurd bifetsînin. Bi vê yekê re daxwaza Gelê Kurd ya jiyaneke azad û serbilind hatibû darvekirin.

Ligel hemû zilm û zordariyên dagirkeran jî, Gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê çu car tekoşîna azadiyê nedan rawestandin.

Êdî hatiye piştrastkirin ku bi rê û rêbazên leşkerî; bi siyaseta red û înkarkirinê, bi kuştin û qetilkirinê, bi wêrankirin û nefîkirinê ku ev sed sal e dewletên dagirker dişopînin, pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin. Divê bê zanîn ku bi heman siyaset û helwestê, ev roj jî dê nikaribin bi serkevin. ‘’

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin