PAK: 8Ê ADARÊ ROJA JINÊN CÎHANÊ PÎROZ BE

PAK: 8Ê ADARÊ ROJA JINÊN CÎHANÊ PÎROZ BE

Bi hilkefta 8ê Adarê, Komîsyona Jinan a PAKê peyamek belav kir û 8ê Adarê pîroz kir.

A+A-

Di peyama ku ji alîyê Komîsyona Jinan a Partîya Azadîya Kurdistanê ve ji Rûpela nû re hatî şandin de wisa hat gotin:

"8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê Pîroz Be

Îro 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ye. Mixabin wek ku li gelek derên cîhanê, îro li her çar perçeyên Kurdistanê jî jin tuşî êrîş, tundî û qetlîaman dibin.

Di vê roja 8ê adarê de jî, mixabin Kurdan bi 50 milyon nifûsa xwe hîna jî di nav dewletên serbixwe yên cîhanê de cihê xwe ne karîbûn bigirin. Her çend nêvîyê civata Kurdistanê ji jinan pêk tê jî, lê jinên Kurd li Tirkîyeyê û li Bakurê Kurdistanê ji mafê perwerdeya zimanê xwe yê zikmakî bêpar in. Di mafên civakî, aborî, tevîbûna jîyana polîtîk û heta di mafê perwerdeyê jî jin tûşî neheqîyeke mezin dibin. Şer û pevçûn û qedexeyên heyî herî zêde tesîreke xerab li ser jinan dike. Jin hîna jî tûşî şîdetê dibin.

Di rewşeke wiha de, em dibêjin 8ê Adarê bila bibe roja bilindkirina ala azadîya jinan, bila bibe roja bilindkirina ala azadîya Kurdistanê.

Îro him wek cinsîyeteke bindest, him jî wek beşek ji civaka Kurd û Kurdistanê, li dijî şîddet, tacîz, destdirêjî, wêranî, neheqî û zilmên ku em tuşî dibinê, bi rûmetî em dengê azadî, wekhevî û edaletê bilind dikin.

Em wek jin beşek in ji civaka ku em tê de dijîn; lê beşeke ku ji wekhevîyê, ji gelek mafên xwe bêpar in. Em dê bi rêxistin û xebatên xwe yên taybet jî li hember cûdabûnên cinsî yên bi her awayî û neheqîyan dengê xwe bilind bikin, tekoşînan bidomînin.

Divê em bizanibin ku, azadîya jinê, di dîroka mirovahîyê de her bûye mifteyek ku derîyê gelek azadîyan vekirîye. Berîya herkesî divê em jin li vê yekê agahdar bin.

Em dizanin û divê em bizanibin ku jin, helqeya ewil ya hemû nirx, kevneşopî, ziman û çanda netewî ya Kurdan. Jin pireke di navbera duhî , îro û pêşerojê de.

Belê, azadîya jinan beşek û katalîzorek e di azadîya hemû beşên civakê yên etnîkî, cinsî, olî, mezhebî û civakî. Em di vê hişmendîyê de ne ku jina birêxistin, temînata civaka wekhev û azad e; temînata neteweke birexistin e.

Em wek jinên Kurd û Kurdistanî him tuşî êrîşên dewletên serwer tên; him jî di bin zext û şîddeta mêrên ku li malên me, li kargehên me, li kolanan, li girtîgehan de ne.

Îro li Bakurê Kurdistanê di şerê ku hîna jî didome de jin, xort, zarok û bi giştî gelê Kurdistanê tûşî şîddeta Dewleta Tirk tên. Ji vî şerî herî zêde jinên Kurd zerarê dibînin. Jinên Kurd zarokên xwe, dayîkên xwe, xwişk û birayên xwe, taxên xwe, kolanên xwe û jîyana xwe ji dest didin. Êrîşên li ser nasnameya wan a cinsî û netewî her roj zêdetir dibin.

Em wekî jin, bang dikin ku li Bakurê Kurdistanê şer raweste, li ser esasên sîyasî û sivîl çareserkirina pirsgirêka Kurd û Kurdistanê were pejirandin û bi mixatabgirtina hemû partîyên Kurdan pêvajoya çareserîya sîyasî destpê bibe.

Jinên Kurdan herdem bûne hedefa yekem a dewletên serwer. Lê jinên Kurdan ti caran serê netewandine. Di hemû serhildan û şerên Kurdan de cîhê xwe sitendine, ber xwe dane. Di girtîgehan de jî tûşî îşkence, muameleyên xirab hatin lê tu carê paşve gav neavêtine.

Tekoşîna Hafsa, Besê,Gulnaz, Zarîfe Xaniman, Rewşen Bedirxan, Leyla Qasim, Zekiya Alkan û hemû jinên ku di tekoşîna netewî ya Kurdistanê de heta niha şehîd ketine; tekoşîna hemû xebatkarên di rêya zadîyê de, têkoşîna me ye.

Tekoşîna li her çar perçeyên Kurdistanê ji bo azadî û serxwebûnê tê meşandin tekoşîna me ye.

Em weke jinên Kurd û Kurdistanî, dibêjin di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2019an de em dengê xwe bidine namzedên serbixwe yên welatperwer û demokrat ku dibêjin "Emê welatê xwe jî, bajarên xwe jî bi awayekî şefaf, ji bo xizmeta gelê xwe, bi nasnameya xwe ya netewî û niştimanî birêve bibin’’.

Bijî tekoşîna jinên Kurdistanê ya birexistinî, ya ji bo wekhevî, azadî, edaletê û ji bo mafê bistatubûyîna Kurdistanê" 08.03.2019

Komîsyona Jinan a PAKê (Partîya Azadîya Kurdistanê )

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin