Ozçelik:"Weke wazîfeyeke netewî û dîrokî  divê em bi Rêzdar Mesûd Barzanî re bin"

Ozçelik:"Weke wazîfeyeke netewî û dîrokî divê em bi Rêzdar Mesûd Barzanî re bin"

Tu hêz dê nikaribe Kerkûkê ji dilê Kurdistanê derbixîne, veqetîne; tu hêz dê nikaribe rê li ber Kurdistana serbixwe bigire.

A+A-

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik di 26.10.2017ê de daxuyanîyekê belav kiriye û tê de bahs dike û divê îro weke wazîfeyeke netewî û dîrokî, ew bi can û dil bi Serokê  Herêma Kurdistanê Rêzdar Mesûd Barzanî re bin.

Temamîya  beyana Ozçelîk

"Rejîma Iraqê û Îranê, Kerkûk  û gelek navçeyên mijara maddeya 140î careke din dagir kirin.Helbete ku mihasebeya vê yekê bi berfirahî dê bê kirin, divê bê kirin.

Lê belê  di demeke ku Ebadî, Malîkî û dîktatorên din yên Bexdayê dixwzin hemû destkeftîyên gelê me ji holê rake, wazîyeke me ya herî sereke jî, pêk anîna yekrêzîya pêşmergeyên qehreman û ya gelê me ye.

Em careke din dixwazin balê bikşînin ser wê yekê ku, tu hêz û tu sebep dê nikaribe, îradeya gelê me ya %92.73ya serxwebûnê ya di referandûma 25ê îlonê de derket holê,tune bihesibîne.

Di êrîşên di derbarê referandûmê de, di derbarê îradeya serxwebûnê û dagir kirina  Kerkûkê de, armanceke  dagirkeran ya esasî jî, şikandin û lawaz kirina desthiltdarî, hêz û rêz girtina Rêzdar Mesûd Barzanî û Rêzdar Kosret Resûl bû.

Di dema referandûmê  de yên  ku dixwestin rê li ber pêk anîna vî mafê demokratîk û meşrû bigirin û yên nuha dixwazin rêzdar Mesûd Barzanî îstîfa bike, her eynî alî ne.

Rêzdar Mesûd Barzanî, gelek carana  îlan kiribû ku, ew amade ye dest ji wazîfeya xwe ya Serokatîya Herêma Kurdistanê berde.Herweha aşkere kiribû ku, ne ew, ne jî ji malbata wî tu kes dê nebe namzetê Serokatîya Kurdistanê.

Hilbijartinên Parlamento û Serokatîya Kurdistanê 8 mehan hatin  paşve xistin. Di demeke weha xeter û hesas de, ji bo berjewendîyên gelê me, Rêzdar Mesûd Barzanî, heta hilbijartin bêne  li dar xistin, divê weke Serokê Herêma Kurdistanê wazîfeya xwe berdewam bike.

Tu hêz dê nikaribe Kerkûkê ji dilê Kurdistanê derbixîne, veqetîne; tu hêz dê nikaribe rê li ber Kurdistana serbixwe bigire.

Belê, îro weke wazîfeyeke netewî û dîrokî , divê em bi can û dil bi Serokê  Herêma Kurdistanê Rêzdar Mesûd Barzanî re bin.

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik di 26.10.2017ê de daxuyanîyekê belav kiriye û tê de bahs dike û divê îro weke wazîfeyeke netewî û dîrokî ,  em bi can û dil bi Serokê  Herêma Kurdistanê Rêzdar Mesûd Barzanî re bin."

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin