Ozçelîk: "Serxwebûn li derî dixe, derî vekin!"

Ozçelîk: "Serxwebûn li derî dixe, derî vekin!"

Divê li her çar perçeyên Kurdistanê û li temama cîhanê kampanya, xebat û çalakîyên berfireh bên organîze kirin

A+A-

Serokê Giştî yê PAK’ê Mustafa Ozçelîk têkildarî geşedanên Rojhilata Navîn û Referandûma Kurdistanê de got ku armanc, sîyaset û bernameya PAK’ê  bi kurtayî wiha ye: ‘’Azadî ji bo Kurdistanê, Azadî li Kurdistanê.”

Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê Mustafa Ozçelîk derbarê Geşedanên dawî yên Rojhilata Navîn, siyaseta kurd û Referandûma Kurdistanê ya ku di 25’ê Îlonê pêk tê de ji Peyama Kurd re axivî û da zanîn ku divê hemû Kurdên cîhanê piştgirîya referandûma serxwebûnê û piştgiriya îlankirina serxwebûna başûrê Kurdistanê bikin. Divê li her çar perçeyên Kurdistanê û li temama cîhanê kampanya, xebat û çalkîyên berfireh bêne organîze kirin. Her wiha Ozçelîk destnîşan kir ku Referandûma Serxwebûna başûrê Kurdistanê, detpêka serxwebûnê ye. Divê ev referandûm pêk bê û serxwebûn bê îlankirin.

  • Hûn wekî serokê Partiya Azadiya Kurdistanê geşedanên Rojhilata Navîn çawa dinirxînin?

Piştî rûxandina  Yekitîya Sowyetê û ji holê rabûna sîstema li ser esasê du blokan-Bloka Kapîtalîst û Sosyalîst li Rojhilata Navîn jî, li temama cîhanê jî pêvajoyeke nû dest pê kir. Sîstema du blokê di fiîliyatê de  nedihişt Kurd li tu perçeyên Kurdistanê pêş bikeve, destkeftinan bi dest bixe. Rûxandina sîstema du blokî û piştî midaxaleya Sedam Hûseyînî ya li ser Kuweytê, ava kirina Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê, derzeke mezin li Sykes-Picotê xist.

Ev derz her roj kûrtir û firehtir dibe. Êdî ne cîhan cîhana dema Sykes-Picotê ye, ne jî Kurd Kurdên wê demê ne. Li gorî berjewendîyên dewletên mezin û li gorî pêşketina miletê Kurd, êdî dê li Rojhilata Navîn nexşe bêne guhertin. Îro Kurd li seheyê jî, li ser maseyê jî, di dîplomasiyê de jî weke aliyekî hene. Li başûrê Kurdistanê meşa serxwebûnê êdî ne bes pêwîstiya gelê Kurdistanê ye, her wiha pêwîstîyeke aramiya herêmî û ya berjewendiyên dewletên mezine jî. Kurd divê bikaribin feydeyê ji vê rewşê bigirin. Li Rojavayê Kurdistanê jî şansa ku Kurd statûyeke siyasî bidest bixin heye.

  •  Siyaseta Rojhilata Navîn dê ji bo Kurdan encamên çawa der bize?

Piştî Donald Trûmp bûye Serokê Emerîka, li gorî siyaseta Trûmp ya li dijî Îranê, dikare gelek firsendên nû ji her çar perçeyên Kurdistanê re derkeve holê.

Li başûrê Kurdistanê divê demildest , ji bo referandûma serxwebûnê biryar bê girtin û divê ev referandûm pêk bê. Partiyên sîyasî yên başûrê Kurdistanê divê pirsgirêkên siyasî yên navxweyî nekin sebebê paşde xistin û rê li ber girtina referandûma serxwebûnê.

 Helbete ku divê bernameyeke maqûl ji bo çareserîya pirsgirêkên siyasî, aborî, îdarî bêne tesbîtkirin. Lê îlankirina serxwebûnê divê weke wazîfeyeke netewî bê qebûl kirin. Temama cîhanê kampanya, xebat û çalkîyên berfireh bêne organîze kirin.

  •  Partiya Azadiya Kurdistanê ji bo gelê kurd siyasetek çawa dimeşîn e?

PAK di 18’yê cotmeha 2014’an de li Amedê hate damezrandin. PAK di roja 11.12.2014’an de jî wekî partiyeke yasayî, li Tirkiyeyê, belgeya yasayîbûnê wergirtî ye. Ji ber navê PAK’ê û ji ber bernameya wê Mehkemeye Bilind ya Qanûna Esasî ya Tirkîyeyê îxtarek ji PAK’ê re şand ku, nav û bernameya xwe biguhere. Lê PAK’ê bersiva Mehkemeyê da û got ‘’Divê Dewleta Tirkiyeyê qanûnên xwe biguherîne ku partiyên wekî PAK2ê bikaribin bêyî astengî xebatên xwe bimeşînin. Em navê xwe û bernameya xwe naguherînin’’.

PAK, mafê çarenûsiya miletê Kurd diparêze; dibêje mafê federalî, konfederalî, serxwebûnê yê gelê Kurdistanê he ye. Di şerdê îroyîn de PAK dibêje, bila li Bakurê Kurdistanê Parlamento û Hikûmeta Kurdistanê hebe û li gel Tirkiyeyê li ser esasê şirîkatiyeke wekhev, federaraliyek hebe.

PAK ne partiyeke sosyalîst, komunîst an çep e; her wiha ne partiyeke îslamî ye jî. PAK, partiya hemû dîndar û sekulerên azadîxwaz, demokrat,netewî, demokrat, Kurdistanî ne. PAK partiya hemû etnîsîte, beşên civatê, ol û mezhebên bakurê Kurdistanê ye. PAK xwe berdewamiya rêbaz û têkoşîna Şêx Seîd,  Îhsan Nûrî Paşa, Seyîd Riza, Pêşewa Qazî Mihemed û Mele Mustafa Barzanî yê nemir dibîne.

PAK partiya azadiya bakurê Kurdistanê ye. PAK li perçeyên din yên Kurdistanê bi navê xwe yan jî bi navekî din li hemberî partiyên wan perçeyan, tu partiyan ava nake. PAK piştgir û alîkarê doza azadiya her perçeyekî Kurdistanê ye. PAK bi rexne û pêşniyariyên xwe yên dostane û birayane, dê alîkarê partiyên her perçeyekî Kurdistanê be. Divê di navbera her çar perçeyan de Koordînasyon, hemahengî û dezgehên li hevdu xwedî derketinê yên netewî  hebin.

  • Hûn ji bo Referandûma Basûrè Kurdistanê çi dibêjin û vê Referandûmê çawa dinirxînin?

Referandûma Serxwebûna başûrê Kurdistanê, detpêka serxwebûnê ye. Divê ev referandûm pêk bê û serxwebûn bê îlankirin.

Li başûrê Kurdistanê serxwebûn êdî ji daxwazeke siyasî bihurî ye; serxwebûn yekane rê ye  ku di berdewamiya jîyana gelê me û di parastina destkeftiyên li başûrê Kurdistanê de.

Bexda maddeya 140’î pêk nayne, bûtçeya Kurdistanê nadê, pêwîstiyên pêşmerge nadê, li gorî Qanûna Bingehîn a Iraqê ya Federal tevnagere, dixwaze destkeftiyên Herêma Kurdistanê pûç bike. Di rewşeke wiha de, ji bo mayin û nemana gelê me, ji bo pêşerojeke aram, azad û mirovane ya gelê me, ji bo bi destxistina mafê dewletbûnê tekane rê serxwebûn e.  Divê referandûma serxwebûnê li dar bikeve. Paşê jî serxwebûn li gorî şerd û mercên heyî , di demeke kurt û maqûl de bê îlankirin.

Serxwebûna Başûrê Kurdistanê destpêka azadiya her sê perçeyên din yên Kurdistanê ye jî. Gava ku ala Kurdistanê weke ala dewleteke serbixwe, li Netewên Yekbûyî, di nav alên dewletên cîhanê de li ba bibe, dê ew qeydên bindestiya gelê Kurdistanê şikesteke mezin bixwe.

  • Li gorî we siyasetmedar, partî û rêxistinên kurd divê ji bo Referandûmê helwestek çawa nîşan bidin?

Ji bo rê li ber  meşa serxwebûna başûrê Kurdistanê bê girtin, xêrnexwazên gelê Kurdistanê gelek plan, stratejî û êrîşên qirêj dimeşînin. DAIŞ yek ji van êrîşan bû. Lê niha jî ji bo pêvajoya serxwebûnê pêş nekeve, gelek plan têne meşandin.

Di demeke wiha hesas de divê hemû partiyên Kurdan û gelê Kurdistanê yên her çar perçeyan hişyar bin. Divê bi tu awayî, bi tu siyasetên şaş û xelet,  ji planên xêrnexwazan re rê xweş nekin.

Piştgiriya serxwebûna başûrê Kurdistanê, wazîfeyeke netewî ye, wazîfeyeke dîrokî û Kurdistanî ye.

Hemû Kurdên cîhanê divê piştgiriya referandûma serxwebûnê û piştgiriya îlankirina serxwebûna başûrê Kurdistanê bikin. Divê piştî ku roja referandûmê dîyar bibe, li her çar perçeyên Kurdistanê û li temama cîhanê kampanya, xebat û çalkiyên berfireh bêne organîzekirin.

  • Herî dawî tişta ku hûn bibêjin heye yan na?

PAK  destkeftiyên her perçeyekî Kurdistanê wekî destkeftiyên xwe dibîne, li wan xwedî derdikeve, diparêze. PAK  dibêje di qada navnetewî de , em siyaseteke wisa bimeşînin ku, dijminên  xwe kêm bikin, dostên xwe jî zêde bikin. PAK dibêje şertên  bakurê Kurdistanê ne weke yê başûr, rojava û rojhilatê Kurdistanê ye. Li bakurê Kurdistanê şerê çekdarî ne di berjewendiyên gelê me de ye, zerarê dide doza azadiya Kurdistanê. Ji ber wê jî PAK li ser esasê rê û rêbazên siyasî, demokratîk û sivîl xebatên xwe dimeşîne.

PAK armanc û sîyaset û bernameya xwe bi kurtayî wiha tarîf dike: ‘’Azadî ji bo Kurdistanê, Azadî li Kurdistanê.

Ferît Dere, Mehmet Kurnaz – Peyama Kurd

* Sernivîs- rupela nu

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin